Kê nerazîbûneke çawa nîşanî êrîşa Mexmûrê da?

Di êrîşa li ser kampa penaberan a Mexmûrê ya di 6’ê Kanûnê de 5 endamên xweparastinê jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşa li ser kampa penaberan a Mexmûrê ya di 6’ê Kanûnê de 5 endamên xweparastinê jiyana xwe ji dest dan. 3 kesên ku di êrîşê de birîndar bûbûn jî, tedawiya wan tê kirin.

BEXDAYÊ TU DAXUYANÎ NEDA

Şêniyên kampa Mexmûrê dibêjin ku êrîş ji aliyê Tirkiyeyê hatiye kirin. Mexmûr di bin qada hewayî ya Iraqê de ye, ji ber vê jî Meclîsa Gel dixwaze rêveberiya Bexdayê daxuyaniyekê bide lê hikumeta Bexdayê bêdeng e.

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BÊDENG E

Saziyeke din a wekî hikumeta Bexdayê bêdeng e jî Neteweyên Yekbûyî ye. Ji ber ku kampa Mexmûrê kampa penaberan e û girêdayî Neteweyên Yekbûyî ye. Lê Neteweyên Yekbûyî hê tu daxuyanî nedaye.

RÊVEBERIYA HEWLÊRÊ BÊDENG E

Hikumeta Başûrê Kurdistanê jî têkildarî êrîşî hê tu daxuyanî nedaye.


FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL: WÊ HESABÊ WÊ WERE PIRSÎN

Fermandariya Biryargeha Navendî Ya Parastina Gel daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir ku, “Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê hesabê êrîşa Mexmûrê bipirsin.”

GELÊ MEXMÛRÊ: BERPIRS ERDOGAN Û EBADÎ YE

Gelê Mexmûrê jî bal kişand ser berpirsyariya Hikumeta Navendî ya Iraqê û Neteweyên Yekbûyî  û xwestin ku bila hikumeta Ebadî daxuyaniyê bide.

 

BANGA KONGRA-GEL

KONGRA-GEL êrîşa li ser Kampa Mexmûrê bi zimanekî tund şermezar kir û bang li derdorên têkildar ên navneteweyî û gelê Kurd kir.

 

DAXUYANIYA HDP’Ê

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kir û bang li Iraq, NY û saziyên navneteweyî kir.

 

DAXUYANIYA KCD’Ê

KCD’ê jî êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kir.

 

ŞEHÎD HATIN VERÊKIRIN

Gelê Mexmûrê îro bi merasîmekê şehîd hatin verêkirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku divê berxwedan were geşkirin.