KONGRA-GEL êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kir

KONGRA-GEL êrîşa li ser Mexmûrê bi zimanekî tund şermezar kir û bang li saziyên navneteweyî û gelê Kurd kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL têkildarî êrîşa li ser Mexmûrê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wisa ye:

“Em êrîşa li ser Kampa Mexmûrê bi tundî şermezar dikin û gelê Mexmûrê di serî de ji hemû gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.

Kesên ku ev êrîş kirine, dijminên hebûn û nirxên Kurdan in. Kampa Mexmûrê di bin ewlehî û berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî de ye. Heta niha tu rayedarên Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek nedaye. Di heman demê de qada hewayî ya Kampa Mexmûrê di bin berpirsyariya hikumeta Iraqê de ye. Hikumeta Iraqê jî hê tu daxuyanî nedaye. Divê NY û hikumeta Iraqê berpirsyariya xwe bînin cih.

Di heman demê de kesên ku ev êrîş pêk anîne diyar dibe ku hevkarên DAÎŞ’ê ne. Divê DYA ya ku li dijî DAÎŞ’ê şer dike, divê vê bûyerê ronî bike.

Kampa Mexmûrê bi salan li dijî zilma dewleta Tirk li ber xwe daye û bi hemû derfetên xwe ji bo azadiya gelê me têkoşiyaye. Xwedîlêderketina gelê Mexmûrê peywira exlaqî ya bingehîn a welatparêziyê ye.

Divê em li ser bingeha xwedîlêderketina gelê Mexmûrê berxwedaneke xwe geştir bikin û yekîtî û hevgirtina neteweyî jî xurttir bikin.”