Welatiyên Mexmûrê: Ebadî û Erdogan ji êrîşê berpirs in

Welatiyên Mexmûrê êrîşa li ser hêzên ewlekariya xwe şermezar kirin. Mexmûriyan gotin, hikûmeta navendî ya Iraqê û Neteweyên Yekbûyî ji êrîşê berpirsyar in û ji Ebadî xwestin ku daxuyaniyekê bide.

Welatiyên Mexmûr (Şehîd Rustem Cûdî) li dijî êrîşê bi hêrs in. Diyar kirin ku divê Hikûmeta Iraq û Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek bide, eger ku daxuyaniyek neyê dayîn yekane berpirs ew in.

Welatiyan Mexmûrê hêrsa xwe ji ANF’ê re vegotin:

'DIVÊ HEMÛ WELATPARÊZ NERAZÎBÛNÊ NÎŞAN BIDIN'

ŞOREŞ DIDÊRÎ: Di serî de em vê êrîşa hovane û nemerd a li dijî hêzên ewlekariya wargeha me hate kirin rûreş û şermezar dikin. Divê hemû gelê welatparêz û Kurdisanî li dijî van êrîşan nerazîbûnên xwe diyar bikin. Bi taybet Hikûmeta Navendî ya Iraq û Neteweyên Yekgirtî pêwîste li dijî vê komployê daxuyaniyek bide. Her wiha her kes dakevin qadan û van êrîşên li dijî wargeha bi çi rengî dibe bila bibe divê nerazîbûnên xwe diyar bikin.

'EBADÎ Û ERDOGAN BERPIRS IN'

XATÛN SPÊRTÎ: Em vê êrîşê şermezar dikin. Em di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de ne. Ji vê êrîşê Hikûmeta Navendî ya Iraq bi taybet Ebadî û Erdogan berpirs in. Êrîş bi hevkariya van herdu hêzan pêk hatiye. Hêzên bûn hedef hêzên me ne û ewlekariya me dikirin. Van hêzan em ji êrîşan parastin û ji bo parastinê li vir bûn. Em Ebad û hêzên li pişt vê şermezar û lenet dikin. Çiqas êrîş li ser me bê kirin em ê xwe biparêzin. Em xwîna van şehîdên xwe li erdê nahêlin. Bang li hemû gelê welatparêz dikin ku bila dengê xwe li dijî vê êrîşê bilind bikin. 

'EV HÊZÊN PARASTINA GELÊN SIVÎL IN'

SEDÎQ AVYANÎ: Beriya her tiştî em vê êrîşê şermezar dikin. Em gelek in ku bi salane xwedî nasnameyeke siyasî ya penaberiyê ne. Ji vê êrîşa ku li dijî hêzên ewlekariya me pêk hat hikûmeta Navendî ya Iraqê û dewleta Tirk a dagirker berpirs in. Ev hêz welatiyên sivîl ji her cure êrîşên li ser herêmê diparastin û ji gel pêk dihat. Di dema êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de gel ji êrîşan û qirkirinê rizgar kirin. Ev hewldan bi hevkariya hêzên herêmî pêk hatiye. Divê her kes li dijî vê êrîşê dengê xwe bilind bike.