Gelê Mexmûrê bi merasîmeke heybet şehîdên xwe oxir kirin

 Gelê Wargeha Mexmûrê yên ji heftsalî heta heftê salî ji bo merasîma şehîdan li Navenda Çand û Hûner a Mexmûrê (NCHM) ê kom bûne dirûşmên Şehîd namirin qîr dikin.

Bi hezaran welatiyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji bo merasîma Şehdîdan li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê (NÇHM) wêneyên şehîdan, alên PKK’ê YPG’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildane, bê navber dirûşma ‘Şehîd namirin’ qîr dikin.

Darbesta şehîdan ji Saziya Malbatên Şehdîda li ser milan kirin û heta NÇHM’ê meşiyan û di kesayeta şehîdênMexmûrê de ji bo hemû şehîdên azadiyê deqeyek rêz hate girtin.

Her wiha li qadê gel bi hêrsekî mezin dirûşmên “Qatil Erdogan”, “Bimre Îxanet” Şehîd Namirin” berz kirin.

Di merasîmê de li ser navê Rêveberiya Meclîsa Gel Daxuyaniyek hate xwedin û di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 6’ê Kanûnê saet di 18:45’an de li êrîşek li dijî wargeha şehîd Rustem cûdî pêk hat. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Ev êrîşa namerd, bêbext a li ser Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê pêk hatî, di nava wargeha me de cihê avahiya Yekîneyên Parastina Cewherî ya Mexmûr kiriye hedef. Di vê êrîşê de ji endamên Yekîneyên Parstina Cewherî yên Mexmûrê Botan, Baz, Çekdar, Bager û Devran şehîd bûne. Her wiha 3 kes jî birîndar in. Ev êrîş li ser gelê wargeha me di şexsê gelê wargeha me de, li ser gelê Kurdistanê hatiye pêkanîn.”

Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser berxwedana Hêzên Parastina Cewherî ya li wargehê û ev tişt hate gotin: “Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Mûsilê pêk hatin de, ji bo amadekariya parastina wargehê ev Hêza Parastina Cewherî ji gelê Mexmûrê ava bû. Dema çete ji Mûsilê ber bi Mexmûrê ve hatin û hemû dever dagirkirin li Wargeha Mexmûr ya Şehîd Rustem Cûdî tenê ev hêza Parastina Cewherî guleya yekem avêtin û çeteyên DAIŞ’ê li vê wargehê rawestadin.

Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê bi vê berxwedana xwe ya dîrokî tenê ne Mexmûr parastin heman demê pêşveçûna terorîstên DAIŞ’ê ya li ser Hewlêrê û herêmên din ên Başûrê Kurdistanê jî dan rawestandin. Weke tê zanîn piştî wê demdirêj li hemberî çeteyan vê hêzê parastinê berxwedaneke qehremanî raber kir û di şikandina çeteyên DAIŞ’ê bûn xwedî rol.

Ev hêz di dema xwe de li dijî DAIŞ’ê bi qehremanî şer kirî, îro hate hedefkirin. Bê guman ev êrîş dagirkeriya Tirk a di pêşengtiya Erdogan de pêk aniye. Lê ev herêm axa Başûrê Kurdisan û Iraqê ye. Bi sed kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiyeye. Em weke gelê Wargehê dixwazin fêm bikin ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê û hêzên din ên peywendîdar çawa rê dan ku ev êrîş li ser wargeh me pêk bê? Em divê derheqê de di serî de ji hikûmeta Iraqê ya Federal, hikûmeta Başûrê Kurdistan û hêzên din ên peywendîdar li benda daxuyanî û helwestên wan in. Eşkereye ku ev êrîş xizmeta DAIŞ’ê dike û dixwaze tola DAIŞ’ê rake.”

Di dewama daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Em wek gelê Wargeha Mexmûrê, bang li Neteweyên Yekbûyî dikin û dibêjin; Wargeha Mexmûr kampekey ya penaberane, ewlehî û parastina vê wargehê di rêza yekem de di bin berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî de ye. Li gorî zagonên navneteweyî ya di derbarê koçberan de ev êrîş dibe binpêkirina hemû yasayên navneteweyî û sûceke li dijî mirovahiyê ye. Di derbarê vê êrîşa hovane de em jî NY li benda helwestekî zelal in û ji wan dixwazin ku li gorî berpirsyariyên xwe tevbigerin.

Em weke meclîsa Meclîsa wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi navê tevahî gelê Wargehê vê êrîş bi tundî şermezar dikin û dibêjin; li himberî van êrîşan emê ti caran gav bi şûnd navêjin û emê hîn zêdetir li hemberî destdirêjiya Tirkiyeyê û hevalbendên wan piştevaniya şoreşê xurt bikin û weke gelê mexmûrê bi sekna xwe ya xwedî îrade bersiva pêwîst bidin hemû neyaran.”

Di dewam merasîmê de li ser navê Rêveberiya Wageha Şehîd Rustem Cûdî Rêzan Rojhilat axiv û diyar kir ku di dijî navenda Hêzên Parastina Cewherî ya Wargehê êrîşe pêk hatiye. Di vê êrîşê de 5 endamên Parastina Cewherî ya Mexmûrê şehîd bûne û 3 jî birîndar in.

Rojhilat Got: “Hêzên Parastina Mexmûrê, ji Tebaxa 2014’an û pê ve li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji bo welatiyên sivîl ên Kampa Mexmûrê biparêzin hatibû avakirin. Ev yekîneyên parastinê yên ku xwe dispêrin hêzên xweser ên gelê wargehê, li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmê welatiyên sivîl ên li kampê bi awayekî aktîf parastibûn.

Li aliyê din cihê ku bûyer lê qewimî di bin kontrola Hikûmeta Navendî ya Iraq û hêzên ku qada hewayî ya Iraqê bikar tînin ji vê êrîşa ku nayê zanîn ji aliyê kê ve hatiye kirin, berpirsyar in. Li herêma ku êrîş lê pêk hatiye, qada hewayî ji aliyê hikûmeta Navendî ya Iraqê ve tê parastin. Divê têkildarî vê êrîşê Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi lezgînî daxuyaniyek bide.

Di demekî wiha de êrîşekî bi vî awayî raste rast dewleta Tirk tê bîra me. Di vê êrîşê de destê dewleta Tirk heye. Bila her kes baş bizen em ê li hemberî van êrîşan serî netewînin. Emê li ber xwe bidin. Sekna vî miletî diyar e.

Herî dawî em bang li hemû gelê Kurd û raya giştî dikin ku li hemberî êrîşan serî natewînin heta dawî em ê li ber xwe bidin. Em dibêjin serê malbatên şehîdê me saxbe.”

Merasîm bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ Bijî Serok Apo’ bi dawî bûn.