HDP: Em êrîşa li ser Kampa penaberan a Mexmûrê şermezar dikin

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen êrîşa li ser kampa penaberan a Mexmûrê şermezar kir û bang li Iraq, Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî kir.

Berdevkê HDP’ê û Parlementerê Qersê yê HDP’ê Ayhan Bîlgen têkildarî êrîşa li ser Kampa Mexmûrê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em êrîşa li ser Kampa penaberan a Mexmûrê bi tundî şermezar dikin. Ji kesên birîndar re şifaya xêrê, ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane rehmetê û ji malbatên wan re jî sebr û deyaxê dixwazin.”

‘ÊRÎŞEKE XETERNAK Û PROVAKATÎF E!’

Şêniyên Kampa penaberan a Mexmûrê di salên 1990’î de ji ber êrîşên dewleta Tirk û şewitandina gundan, ji neçarî dev ji warên xwe berdane. Di salên bihurî de jî bi kuştinên kiryarên wan ne diyar û binçavkirinan, bûne mexdûrên binpêkirinên mafên mirovan. Êrîşa duh jî dumahîka binpêkirinên mafên mirovî ne.

Tê dîtin ku êrîşa li vê derê êrîşeke xeternak û provokatîf e. Em bang li rayedarên herêmî û navneteweyî dikin ku, ji bo ev êrîş dubare nebin divê tevdîrên pêwist werin bicihanîn.

Vê kampa penaberan a ku di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye, di serî de hikumeta navendî ya Iraqê û hemû saziyên têkildar ên navneteweyî divê lêpirsînekê bidin destpêkirin û encamên wê bi raya giştî par ve bikin. Divê kiryarên vê êrîşê werin dîtin û di çarçoveya hiqûqa navneteweyî û zagonên Neteweyên Yekbûyî de divê werin cezakirin.”