KCK: Divê gelê me li ser xeta fedaî ya Gezen berxwedanê geş bike

KCK: Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li bîranîna şehîdê destpêkê yê pêngava 'Em tecrîdê bidawî bikin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin' Zulkuf Gezen derkeve, biherike qadên Newrozê, berxwedanê mezin bike û bi rengekî bi heybet wî oxir bike.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser Zulkuf Gezen daxuyaniyeke nivîskî weşand ku li girtîgeha Tekîdagê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî pêk anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li zindana Tekîrdagê ewladê hêja yê gelê me, şoreşgerê mezin hevrêyê me Zulkuf Gezen çalakiya fedayî kir û şehîd bû. Hevrêyê me Zulkuf Gezen bi vê çalakiya xwe re bû yek ji sembolên mezin ên xeta berxwedanê ya 14'ê Tîrmehê û Newrozê. Em hevrêyê xwe Zulkuf Gezen bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê Rêberê xwe azad bikin, Kurdistanê azad bikin û Tirkiyeyê demokratîk bikin ku hesreta wî bû. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li bîranîna şehîdê destpêkê yê pêngava 'Em tecrîdê bidawî bikin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin' Zulkuf Gezen derkeve, biherike qadên Newrozê, berxwedanê mezin bike û bi rengekî bi heybet wî oxir bike.

Pêngava 'Em tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin' ku bi pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagiz dest pê kir, bi beşdariya bi sedan kesî û bi hezaran berxwedêrên li zindanan, bi tevlî bûna gelê me yê li welêt û derveyî welêt mezin dibe û bandorê li raya giştî ya dinyayê dike, bi çalakiya mezin a fedayî ya hevrêyê me Zulkuf Gezen derbasî qonaxeke nû bûye. Divê gelêm e li ser xeta berxwedanê ya fedayî ya hevrêyê me Zulkuf Gezen li dijî desthilatdariya qirker faşîst a AKP-MHP'ê dakeve qadan û berxwedanê bi ser bixîne.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi sîstema tecrîd-êşkenceyê ya li Îmraliyê hewl dide polîtîkaya qirkirina Kurdan a ku bi sedan sal in tê meşandin, bi ser bixîne. Bi têkoşîna bi heybet a PKK'ê ya zêdeyî 40 salî, sîstema netewe-dewleta Tirk a faşîst a 96 salî têk çûye. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ya qirker, di şexsê Rêber Apo de sîstema tecrîd û qirkirinê li Kurdan ferz dike û hewl dide sîstema qirker jinûve ava bike. Bi pêşengiya şoreşgerê mezin Zulkuf Gezen berxwedana ku bi ruhê 14'ê Tîrmehê û Newrozê geş dibe wê tecrîdê ji holê rake, rejîma faşîst a AKP-MHP'ê hilweşîne û gelan azad bike.

Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe, civaka Tirkiyeyê, jin, ciwan, hêzên çep, sosyalîst û demokratîk dikin ku ji bo mirovahiyeke azad û demokratîk xwedî li têkoşîna Zulkuf Gezen derkevin û berxwedanê bi ser bixînin."