KCD'yê şehîdên Helebce bi bîr anî

KCD'ê şehîdên Helebceyê bi bîr anî û got, ''Gelê Kurd wê nehêle ku komkujiyên din bijî'' û bal kişande ser girtiniya xweprastinê û hêza gewherî.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di salvgera Komkujiya Helebce de daxuyniyeke nivîskî da.
KCD'ê bi bîr xist ku Komkujiya Helebce beriya bi 31 salan weke parçeyek ji komkujiya Enfalê bi fermanda dîktator Sedam Hisên li ser Kurdan hatiye kirin.

'GELÊ KURDISTANÊ LI DIJÎ KOMKUJIYAN GAV BI PAŞ DE NEAVÊTIYE'

KCD'ê komkujiyên li ser Kurdan ên 12'ê Adarê Qamişlo 28'ê Kanûnê Roboskê, 3'yê Tebaxê Şengal, piştre yên li Cizîr, Silopya, Sûr, Nisêbîn, Kerrboran,  Geverê û bajarên din ên Kurdistanê bi bîr xist û diyar kir, li ber çavan e ku ev komkujî, sûcê dijî mirovahiyê bi desteka dewletên mêtinger-emperyal pêk hatiye.
KCD'ê diyar kir gelê Kurd ê li çar parçeyan li dijî komkujiyan gavekê jî bi paş neavêtiye û hatiye wê astê ku bi hêza xwe û vîna xwe hesab bipirse û mînaka Qamişlo û Şneglaê da û got, 'Li dijî komkujiya Qamişlo gelê me yê li Rojava bi şoreşa Rojava, Kurdên Êzîdî jî li dijî komkujiya Şengalê bi avakirina xwepararstinê bersiv dane van komkujiyan.''

KCD'ê her wiha got, ''Tekana diyardeya ku gelan û mirovahiyê heyî dike hêza wê ya rêxistinî, demokratîk û yekîtiyê ye. Gelê me ji bo ku ev pêk aniye heq ji hemû dijwariyan derketiye, veguheriye ser berxwedaneke ku tim mezin dibe û geş dibe.'' û diyar kir Kurd wê nehêlin ku careke dî komkujî li ser wan werin kirin.