KCD: Em êrîşa li Şengalê şermezar dikin

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar ki ku ew êrîşa li Şengalê ya li dijî civata Êzidiyan bi tundî şermezar dikin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar ki ku ew êrîşa li Şengalê ya li dijî civata Êzidiyan bi tundî şermezar dikin.

Di daxuyaniya KCD’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Dewleta Tirk di serî de li ser gelê Kurd û bi giştî li ser hemû gelên li ber xwe didin şerê qirêj dide meşandin û bi vê re her roj komkujiyekê li ser komkujiyên xwe zêde dike. Erdogan û desthilatdariya wî li ber çavên hemû dinyayê tu pîvanên hiqûqa gerdûnî û nirxên mirovahiyê nas nake.

‘EV ÊRÎŞ LI SER GELÊ KURD HEMÛYÊ HATIYE KIRIN’

Balafirên şer ên artêşa Tirk di 15’ê Tebaxa 2018’an de seat di 16.00’an de li hemberî yek cihê pîroz ê Şengalê êrîş kir û komkujî pêk anî. Yên ku di vê komkujiya di salvegera komkujiya Koço de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbatên wan û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Yên di vê êrîşê de birîndar bûne re em şîfayê ji wan re dixwazin.

Wekî tê zanîn di 3’yê Tebaxa 2014’an de dema DAIŞ êrîşî Şengalê kir komkujiya herî hovane û dermirovahî li gundê Koço pêk anîbû û gele gelê me yê Êzidî li wir qetil kiribûn. Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP’ê duh bi ser gelê me yê Êzidî de bombe barandin û komkujiyeke din pêk anî. Ev komkujî ne tenê li hemberî gelê me yê Êzidî pêk hatiye, ev komkujî li hemberî hemû gelên Kurdistanê û mirovahiyê pêk hatiye. Bi vê komkujiyê re careke din hevkariya Erdogan û desthilatadariya wî AKP-MHP bi DAIŞ’ê re derket holê.

BANGA XWEDÎDERKETINÊ

Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk diyar dikin ku em van êrîşên li ser gelê me yê Êzidî tên meşandin qebûl nakin. Em yên ev êrîş pêk anîne, bersûc û hevkarên wê bi tundî şermezar dikin. Em bang li gelê kurd û hemû beşên sosyalîst û şoreşger dikin ku bi gelê me yê Êzidî re di nava tevkariyê debin û têkoşîna xwe bilindtir bikin.”