Karayilan: 2019 wê bibe sala pêngava mezin

Karayilan: Newroza îsal wê ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê bibe destpêkeke nû. Li ser vê bingehê em bi xurtî dest bi Newroza 2019'an dikin. 2019 wê ji bo me bibe sala pêngaveke mezin.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan bû mêvanê Bernameya Taybet a Radyoya Dengê Welat û bersiv da pirsên Rosîda Mardîn.

Karayilan bal kişand ser girîngiya meha Adarê di dîroka Kurdan de û got, "Meha Adarê meha berxwedanê ye, Cejna Netweyî ye. Wekî din di vê mehê de mêtingeran li dijî gelê Kurd gelek komkujî kirin. Berî bi 3 rojan salvegera komkujiya Qamişloyê bû, sibe salvegera komkujiya Helebçeyê ye. Bi vê wesîleyê şehîdên Qamişlo û Helebçeyê bi rêzdarî bi bîr tînim. Doza me ya azadiyê di heman demê de doza hilanîna tola wan e. Têkoşîna me ya azadiyê wê bi agirê Newrozê geştir bibe."

Karayilan Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di şexsê Leyla Guven de li berxwedêrên greva birçîbûnê, gelê Kurd û gelên herêmê pîroz kir û şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr anî.

EM NEWROZÊ BI BERXWEDANÊ PÊŞWAZÎ DIKIN

Karayilan bi bîr xist ku ew Newroza îsal bi berxwedana grevên birçîbûnê pêşwazî dikin û diyar kir, bi ruhê Newrozê wê pêngava berxwedanê mezintir bibe.

Karayilan işaret bi zext û zordariya faşîzmê kir û got, "Di rewşeke wiha de divê her welatparêz bi însiyatîfa xwe tevbigere. Çend welatparêz dikarin li hev kom bibin û çalakiyê bikin. Li cihekî din komeke din a welatparêzan dikarin tiştekî bikin. Welatparêz, dixwazên vê berxwedanê divê li benda deverekê nemîne û çi ji destê kê tê divê bike."

PÊWÎSTE MALBATÊN GIRTIYAN PÊŞENGIYÊ JI BERXWEDANÊ RE BIKIN

Karayilan ji bo malbatên girtiyan jî got, "Salên 1980'î dema ku li girtîgehan berxwedanê dest Pê kir, malbatên girtiyan pêşengî kirin. Niha jî malbatên her hevalên tevlî berxwedanê bûne dikarin pêşengiyê ji berxwedanê re bikin. Kes nikare pêşî li wan bigire. Ji ber ku zarokên wan li ber xwe didin, ber bi şehadetê ve diçin û hewldana ji bo parastina zarokên xwe, xwedîderketina li wan mafê herî xwezayî û însanî yê malbatan e. Malbatên berxwedêran dikarin li hev bicivin û li cihekî din dest bi berxwedanê bikin."

KURDISTAN HEQÎQET E

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Karayilan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser faşîzma AKP-MHP'ê û got, "Ji her demê bêhtir dijminatiyê li Kurdan dikin. Ti ji rejîmên T.C. ên beriya niha di vê astê de hebûna gelê Kurd nekiribûn hedef. Ev bi rengekî vekirî nîjadperestiyê dikin, dijberiyê li gelê Kurd dikin û dibêjin, 'Tu tine ye'. Bala xwe bidinê; Erdogan û yên li derdora wî 2 roj in Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû rexne dikin. Ji ber Netanyahû got, 'Îsraîl netewe-dewleta Yahûniyan e' wî rexne dikin. Dikarin rexne bikin, em tiştekî nabêjin. Lê belê ew her roj bi deh qatan ji wan zêdetir dikin. Ma ne ew in ku her roj radibe dibêjin, 'yek dewlet, yek al, 'Tirkiye ya Tirkan e'? Radibin Îsraîlê rexne dikin, lê ew jê xerabtir dikin. Niha jî dibêjin, 'yên vê qebûl nekin bila biçin'. Yanî bi vekirî ji xwe re qirkirinê esas digirin û dibêjin, 'ya hûn ê biçin ya jî teslîm bibin'. Ji xwe daxwaza wan a herî mezin teslîmbûna Kurdan e û gotina 'ez nînim, ez ne Kurd im, ez Tirk im, tiştekî bi navê Kurdistanê nîne'. Halbûkî Kurdistan heqîqeteke dîrokî-civakî ye. Di belge, arşîvên Selçûkiyan, Împaratoriya Osmaniyan de heye. Dema ku li wan arşîvan binerin wê bibînin ku Kurdistan heqîqet e."

KURD BI HEZARAN SAL IN LI SER VÊ XAKÊ NE

Karayilan bi dewamî got, "Bêyî ku li ber xwe bikevin, bi zîhniyeteke faşîst dibêjin, 'yên vê qebûl nekin bila biçin'. Zimanê wan nagere ku bêjin Başûrê Kurdistanê, dibêjin bila biçin Bakurê Iraqê. Tu kê ji ku diqewirîne? Em gelek in, neteweyek in û bi belgeyên dîrokî jî ispat bûye ku 12 hezar sal in li ser vê xakê ne. Em gelê xwecihî yê vê herêmê ne, rabirdûyeke me ya dîrokî, civakîbûna me heye. Baş e tu kengî hatiye? Berî 948 salan bi alîkariya Kurdan tu hatî Anatoliyê. Kî kê diqewirîne? Bêguman em yekîtî û hevgirtina gelan esas digirin. Lê belê eger yek hebe ku divê biçe, ew jî ew kes in ku zîhniyeta şoven û nîjadperest a li Tirkiyeyê tesmîl dikin. Ya ku divê Kurdistanê biterikîne, mêtingeriya Tirk e. Yên ku Kurdistanê biterikînin Kurd nînin. Rastî ev e. Çi karê te li welatê me heye? Te welatê me dagir kiriye, bi zor û terora dewletê nirxên me, rûmeta gelê me binpê kiriye, ziman, dîroka gelê me qedexe kiriye, her tişt înkar kiriye, niha jî radibe dibêje, welatê xwe biterikînin. Ev yek nîjadperestî ye, şovenîzm e, faşîstî ye."

GEFÊ LI GEL DIXWIN

Karayilan got, "Tevî her tiştî radibe li herêma Botanê ku Kurdîtî lê gelekî xurt e, li Colemêrgê digere û ji gel deng dixwaze. Mirov dibe lê ewqasî jî durû û bêfedî nabe. Erdogan ê ku 60 ji sedî yê Şirnexê şewitandiye, hilweşandiye radibe dengan ji Şirnexiyan dixwaze. Em zanin ku gefê li karsazên Şirnexî xwarine. Gef li her kesên li Colemêrg, Wan û Amedê xwarine ku deng bidin wan. Bi zora leşker, polîs û dewletê, bi zîhniyeta qirker dixwaze ya civaka me bi temamî teslîm bigire, ya jî ji welatê me derxîne."

Karayilan bang li her Kurdî kir; li karsaz, kedkar, oldar, rewşenbîr, xwendekar, eşîr her kesî kir ku dema çûn ser sindoqên hilbijartinê bila destê xwe deynin ser wijdanê xwe û dengê xwe bi vî rengî bide.

KURD ÊDÎ BÊXWEDÎ NÎNIN

Karaylian destnîşan kir, ku serdema heyî ne serdema 1925'an an jî 1938'an e û got, "Wê wextê derfetên gelê me tine bû, hêza xwe tine bû, zimanê xwe yê ku karibe îtiraz bike tine bû, lê belê niha Rêber Apo heye, tevgera azadiyê ya Kurdistanê heye. Têkoşîna me li çar parçeyên Kurdistanê û her devera dinyayê deng vedaye. Kurd êdî ne ew gelê bêxwedî ye. Li qadên siyaset, dîplomasî, îdeolojîk û leşkerî xwedî û nûnerên vî gelî hene. Kurd li ti cihî bêxwedî nîne. Divê Erdogan ê faşîst nîjadperest bi vê rastiyê baş zanibe. Kes vê xakê jê re nahêle. Yên ku ji vê xakê derkeve em nînin, ew e. Ji ber ku ew neheq e, ew ne meşrû ye û divê ji xaka me derkeve. Rastî ev e."

BERXWEDANA ME ISPATA HERÎ MEZIN A HEBÛNA ME YE

Karayilan anî ziman, rejîma AKP-MHP li qadên hilbijartinê li ser bingeha dijberiya li PKK'ê û gelê Kurd dengan dixwaze û got, "Lê em, PKK tevlî hilbijartinê nabin. Dema ku mirov guh bide axaftinên Erdogan temamiya wan li ser dijberiya li me û gelê me ye. Bi giranî jî heqaretê û derewan dike. Em gelekî qedîm in, xwedî li dîrok û rabirdûya xwe ya civakî derdikevin û ji bo parastina xwe têdikoşin. Eger ewladên vî gelî 127 roj in xwe birçî dihêlin û li ber xwe didin, ev yek helwest û îradeya vî gelî ye. Tiştekî ji rêzê û biçûk nîne. Eger bi hezaran kes dikeve greva birçîbûnê û xwe feda dikin, ev yek nîşan dide ku ev gel wê bi ser bikeve. Di şexsê Leyla Guven de serketin misoger bûye. Ew çi dikin bila bikin, êdî nikarin pêşî li vê bigirin, nikarin ronahiyê tarî bikin."

PIRSGIRÊKA AKP-MHP'Ê YA PAŞEROJÊ HEYE, NE YA TIRKIYEYÊ

Karayilan da xuyakirin, klîka faşîst li ser dijberî û derewan hewl dide civaka Tirkiyeyê bixapîne û gotina 'Pirsgirêka mayindebûn û paşerojê ya Tirkiyeyê heye' bi bîr xist ku vê dema dawî li ser zimanê Erdogan û hevkarên wî ye.

Karayilan destnîşan kir, pirsgirêkeke Tirkiyeyê ya li ser paşerojê nîne û got, "Pirsgirêka paşeroj û mayindebûnê pirsgirêka faşîzma AKP-MHP'ê ye. Ji ber ku zanin wê di hilbijartinên xwecihî de 50 ji sedî yê dengan bigirin, fêhm dikin ku dawî li rejîma wan a faşîst tê. Tirs û gumaneke bi vî rengî ketiye dilê wan. Ji ber vê yekê har bûne û bi binpêkirina qanûnên xwe mîna kûçikên harbûyî êrîşî derdorê dikin. Dibe ku ji ber vê tirs û fikarê êrîşî Rojava û Başûrê Kurdistanê jî bikin. Ji bo winda neke her tişt ji wan tê ku bike. Ji ber ku ev nikarin têkçûnê qebûl bikin. Eger di hilbijartinên xwecihî de winda bikin wê bi temamî winda bikin. Ji ber vê yekê we dixin şûna Tirkiyeyê û hilbijartinê weke 'hilbijartina paşerojê' bi nav dikin."

'PKK QELS NEBÛYE, DI SERDEMA XWE YA HERÎ XURT DE YE'

Karayilan got, çawa ku faşîzma AKP-MHP'ê vê hilbijartinê ji bo xwe weke pirsgirêka man û nemanê dibîne, divê gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokratîk jî weke serdemeke stratejîk û girîng bibînin.

Karayilan diyar kir, "Bila gelê me guh nede gefên faşîstan. Diçin Şirnexê û dibêjin, 'PKK nemaye, tenê rêyek li ber we heye, ew jî teslîmbûn e'. Derewên gelekî mezin kirin. Piştî çend rojan di vê mijarê de em ê daxuyaniyên hin cudatir bidin. Tirsa ku ketiye dilê wan bûye kabûsek ji wan re. PKK qels nebûye, di pêvajoya xwe ya herî xurt de ye. Divê her kes bi vê rastiyê zanibe û nekev nava şaşiyan."

Karayilan destnîşan kir, yên ku qels in, tirs ketiye dilê wan û pirsgirêka paşeroj û hebûnê ye, rejîma AKP-MHP ye û got, "Em li cihê xwe ne û bi rengekî dilrehet dixwazin bi ser bikevin."

2019 WÊ BIBE SALA PÊNGAVÊ

Karayilan da xuyakirin ku îsal ji bo wan gelekî girîng e û got, "Îsal wê berxwedan mezintir bibe. hilbijartin pêk tê û serdemeke nû dest pê dike. Hin amadekariyên me jî hene. Em bi vî rengî dest bi bihareke nû dikin, Newrozeke nû pêşwazî dikin. Newroza îsal wê ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê bibe destpêkeke nû. Gerîla jî xwe li ser vê bingehê amade dike. Êrîşên dijmin ên demên dawî hemû yên li dijî gerîla bê encam man. Li pêş çavan e ku operasyonên wan ên li Bakurê Kurdistanê bê encam mane. Êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê zerar negihandin hêzên gerîla." Karayilan diyar kir, ew li ser vê bingehê bi xurtî dest bi Newroza 2019'an dikin û got, "2019 wê ji bo me bibe salaeke nû, sala pêngaveke mezin."

Karayilan herî dawî Newroz li her kesî pîroz kir.