Karasû qalê kir bê li zindanê çawa bi 15'ê Tebaxê hesiya

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûstafa Karasû qalê kir, bê çawa li zindanê bi pêngava 15'ê Tebaxê hesiya û bal kişand ser encamên pêngavê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûstafa Karsû bû mêvanê bernameya Dilistan a radyoya Dengê Welat û bersiv da pirsên nûçegihan Ciwan Tûnç. Karasû di salvegera 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de şerê gerîla nirxand. Karasû bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê wextê ji gerîlayên ku şand çiyê, şand Kurdistanê re got, "Hûn ê bibin ava jiyanê ji rehên ziwabûyî yên Kurdistanê re". Karasû Pêngava 15'ê Tebaxê weke fîşeka destpêkê ya li paşverûtiya Rojhilata Navîn ketiye bi nav kir.

Karasû fermandarê efsanewî yê 15'ê Tebaxê Egîd (Mahsûm Korkmaz) û sembola têkoşîna azadiya jinê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi bîr anî û got, "Me berê 15'ê Tebaxê weke fîşeka destpêkê ya li paşverûtiya li Tirkiye û Kurdistanê hatiye xistin bi nav dikir. Lê belê di serdema heyî de pêwîste ev pênase bê befirehkirin. 15'ê Tebaxê fîşeka destpêkê ye ku li paşverûtiya li tevahiya Rojhilata Navîn ketiye." Karasû diyar kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê tenê çalakiyeke leşkerî nîne û işaret bi aliyên wê yên îdeolojîk, polîtîk û leşkerî kir. Karasû got, 15'ê Tebaxê pêngaveke dîrokî ye ku dîroka Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn guherandiye.

BI MEHAN BERIYA DESTPÊKIRINA PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ, EZ BI PÊNGAVÊ HESIYAM

Mûstafa Karasû yek ji berxwedêrên zindana Amedê ye. 15'ê Tebaxê weke bersiva Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê ya li berxwedêriya zindana Amedê, weke pêngava tolhildanê bi nav kir. Karasû diyar kir ku Çileya 1983'an dema ku weke berxwedêrê Rojiya Mirinê ew rakirin nexweşxaneyê û dihate tedawîkirin, yekî hate hevdîtina wî jê re got, "Silavên hevalan hene. Derketine serê çiyê, niha xwe amade dikin. Wê dest bi têkoşînê bikin." Karasû destnîşan kir ku ji ber mijar hesas bû, wî ev yek ji kesî re negotiye.

NÛÇEYA LI SER 15'Ê TEBAXÊ LI ZINDANÊ DI TELEVÎZYONÊ DE HATE WEŞANDIN

Karasû got, di roja duyemîn-sêyemîn a Pêngava 15'ê Tebaxê de wan ji televîzyona li korîdora Zindana Amedê pêngav bihîstin û wiha dewam kir: "Televîzyonê baş xuya nedikir. Hucre ji beşan pêk tê, ji çar qatan. Televîzyoneke biçûk bû, tenê dengê wê dihat. Dema ku di televîzyonê de nûçeya wê hate weşandin, nîqaşan dest pê kir." Hinekan destpêkê bawer nedikir ku gerîlayên PKK'ê çalakî kirine. Digotin ku ji ber kadro hatine girtin, li Botanê karekî xurt nehatiye kirin. Ji ber vê yekê min 'çalakî' yekemcar wê wextê parve kir. Bi vî rengî heval hîn bûn ku çalakî ya me ye." Karasû destnîşan kir ku ji wê demê û pê ve êdî neêşiyan û got, êşên li zindanê hatin kişandin û berxwedana hate nîşandan hîn bi wate bûn.

15'Ê TEBAXÊ PÊŞÎ LI ÎDAMÊ GIRT

Karasû anî ziman ku beriya 15'ê Tebaxê ew û hevrêyên wî bi îdamê dihatin dadgehkirin û dosyayên wan li ber destê Dadgeha Bilind bûn. Karasû got, "Ji faşîstan, ji rêxistinên din ên çep hin kes hatin îdamkirin, tenê ji rêxistina me kes nehat îdamkirin. Sedema vê yekê jî ew bû ku tevgera me nehatibû eciqandin, nehatibû tasfiyekirin. Îdaman dikarîbû têkoşînê xurtir bikin." Karasû ragihand, bi Pêngava 15'ê Tebaxê re têkoşîn li ser esasê xwe rûnişt û got, "Têkoşîna gerîla ya ku xwe dispêre gel dest pê kir. Bi pêngavê re mîsyona dîrokî ya girtîgehê guherî. Êdî berpirsyariya giran kete ser milê gerîla."

Karasû da xuyakirin ku gelê Kurd çend salan tenê li pêngavê temaşe kir û xwest bibîne bê wê mîna raperînên berê lê bê yan na. Karasû diyar kir, piştî ku gel dît ev tevger cuda ye, rabû serhildanê.

ROJNIVÎSÊN EGÎD DIVÊ WERIN XWENDIN

Karasû got, "Di nava hemû bûyer û destketiyên Kurdistanê de rola 15'ê Tebaxê heye" û wiha dewam kir: "Di nava 35 salan de me destketiyên mezin bi dest ve anîn. Girîng e ev rastî ji aliyê her kesî ve were dîtin. Dijmin çima ewqasî girtîgehan çêdike? Têkoşîna me gelekî pêşketî ye, lewma çêdike. Ji ber ku di navbera dewleta Tirk û me de şerekî mezin heye. Lewma ewqas mirovan digire."

Karasû bi bîr xist ku 15'ê Tebaxê di nava şert û mercên zehmet de pêk hat û got, "Gerîla bi bîr û baweriyê zor û zehmetî ji holê rakir. Ez ji bo her kesî pêşniyar dikim; divê rojnivîsên Egîd (Mahsûm Korkmaz) teqez bên xwendin. Ji Pêngava 15'ê Tebaxê û vir ve gerîla çima serketî ye, tevî ewqas êrîşan çawa têkoşîna azadiyê dimeşîne? Bersiva van pirsan di rojnivîsên Egîd de, di wî ruhî de dikare bê dîtin."

JIYANA AZAD Û DEMOKRATÎK NÊZ E

Endamê Komîteya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû di dewama axaftina xwe de got, "Li Kurdistanê jiyana azad û demokratîk nêz e" û destnîşan kir ku bi berxwedanê ne tenê li Tirkiyeyê wê li gelemperiya Rojhilata Navîn pêşî li demokrasî û azadiyê vebe.