Kalkan: Sedema hilweşîna aboriyê şerê li Kurdistanê ye

Endamê Komîteya Rêvebir ê PKK’ê Dûran Kalkan geşedanên dawîn ji Medya Haberê re nirxand.

Dûran Kalkan diyar kir ku têkiliya hilweşandina aboriyê ya li Tirkiyeyê bi şerê li Kurdistanê heye. Kalkan têkildarî geşedanên li Sûriyeyê û rewşa dawîn a Efrîn û Îdlîbê nirxandinên girîng kir.

KRÎZA ABORÎ JI BER ŞER PÊK TÊ

Kalkan got ku, “Têkildarî têkçûna aboriyê mirov dikare bibêje ku li Serhed, Dersim, Amanos, Amed, Efrîn û Bradostê şerek heye. Artêşa Tirk berê xwe da her derê. Maliye li gorî daxwazên dîktator tê kirin. Di rêveberiya Tirkiyeyê de ya ku bûye dîktatorî, qaşo li meclîsê budçeyek tê avakirin lê 10 ji sedê budçeyê tê zanîn, ya mayî veşartî ye. Serokkomar xerc dike, artêş xerc dike, MÎT xerc dike, Diyanet xerc dike. Van pereyan ji bo şerê li dijî Kurdan, di şerê qirkirinê de xerc dikin. Di binê vê enflasyonê de ev şer heye. Tê gotin ku budçeya Diyanetê têr nekiriye û budçeyeke din dixwazin. Vê budçeyê ji bo çi xerc dikin? Ji bo xapandina Kurdan. Diyanet xizmeta şerê taybet dike, gelek endamên wê sîxurên MÎT’ê ne. Têkiliya wê bi DAÎŞ’ê re heye, bi El-Kaîdeyê re heye. Heke pere wisa were xerckirin, ew ê dolar bibe 10 lîra jî. Ez dibe ku baş ji ekonomî û aboriyê fêm nekim, lê ji şer baş fêm dikim. Bandora şerê 34 salan li ser aboriyê heye. Me dît ku aboriya Tirkiyeyê aniye ku derê. Eleqeya krîza cîhanê ya aboriyê bi ya Tirkiyeyê re tune. Ev tişt eleqeya xwe bi şer û qirkirinê re heye. Di binê wê de şer û qetlîam heye. Tê gotin ku 3 milyon kes li Tirkiyeyê naxwazin leşkeriyê bikin, ji ber vê jî zagona leşkeriya bi berdêl derxistin holê. Kesên ku nikare wan bişîne şer vê carê pereyê wan ji wan distîne. Leşkerên bi pereyan digire û bi destê wan qetlîaman dike.

Bila tu kes pereyan nede. Pereyên ku tê dayîn dibe qetlîam li me vedigere. Efrîn hilweşandin, li Başûrê Kurdistanê gelek cih dagir kirine, her roj êrîşên hewayî tên lidarxistin. Ev tişt hemû bi pereyan pêk tê. Balefirên keşfê 24 saetan li asîmanan e, ev hemû tişt bi pereyan pêk tê. Kesên ku pereyan didin jî dibin şirîkê vê qetlîamê. Heta ku ev şer bidome, ew ê li Tirkiyeyê krîz zêdetir û kûrtir bibe. Heta serê salê belkî hilweşin jî. Heke vê siyaseta xwe bidomînin, ew ê wekî hikumetên beriya xwe hilweşin.”

REWŞA LI SÛRIYEYÊ TEVLIHEV E, TIŞTEKÎ ZELAL HÊ TUNE

Kalkan diyar kir ku rewşa li Sûriyeyê tevlihev e û got, “Li gelek cihan, gelek hevdîtin û tifaq hatine kirin lê tiştekî şênber û zelal tune. Li gelek eniyan di navbera DYA-Îranê de alozî heye. Rewşa Iraqê jî li ber çavan e. Di 12’ê Gulanê de hilbijartinek pêk hat lê hê jî hikumet nehatiye avakirin, ne diyar e ku kî bi ser ketiye. Gotin em dengan dijmêrin lê encam çi ye, hê kesî eşkere nekiriye. Li Basra û Bexdayê gel dadikeve qadan. Li Iraqê rewşeke tevlihev heye. Aloziya di navbera DYA-Îranê û ya Iraqê bi xwe, di vir de xwe dide der. Hevdîtin û bazariyên kûr hene. Li Sûriyeyê tê gotin DAÎŞ ber bi qedandinê ve diçe û ew ê pêvajoya siyasî were destpêkirin. Lê her dema ku ev tişt tê gotin, şer zêde dibe. Rejîmê operasyon daye destpêkirin. Li Heleb, Lazqiye, di navbera Efrîn-Îdlîbê operasyonek heye. A rast dixwazin li Îdlîbê dora Tirkiyeyê bigirin. Ew ê rewş ber bi ku ve biçe, hê ne diyar e. Wisa xuya dike ku Rûsya, Îran, Ewrûpa û DYA’yê ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê yên ku di 20’ê Çileyê de dest pê kiribû, demek dane Tirkiyeyê. Niha jî dibêjin dem qediyaye, derkeve. Me wê çaxê jî got, Tirkiye heke têkeve ew ê nexwaze derkeve, hûn hebûn bûn yek û we destûr dan ku Tirkiye têkeve Efrînê. Hebûna Tirkiyeyê ya li Efrînê dagirkerî ye. Dibe ku li Sûriyeyê şer kûrtir bibe. Divê ev were zanîn ew ê Kurd, Efrînê ji Tirkiyeyê re bikin goristan, ew ê ji Erdogan re bibe goristan.

Di heman demê de Şerê Cîhanê yê 3’emîn û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ketine nava hev. Ji ber ku hemû krîz li ser qirkirina Kurdan hate avakirin. Dema ku Kurd dibêjin em hene, bazara wan xerab dibe. Ji ber vê jî divê li Tirkiyeyê binihêrin. Heke bihêlin ku gel bi hev re bi azadî bijîn ew ê karibin pêşiya mudaxeleya derve bigirin.”