Ji bo şervanê YPG’ê Gabar konê sersaxiyê hat danîn

Ji bo şervanê YPG’ê Huseyîn Gabar yê di Berxwedana Serdemê de şehîd bibû, li Wargeha Panberan a Mexmûrê konê sersaxiyê hat danîn.

Ji bo şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Huseyîn Gabar (Îdrîs Şimşek) ê di 12’ê Adara 2018’an de şehîd bibû, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) konê sersaxiyê hat danîn. Di konê sersaxiyê de wêneyên şehîd, alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hilawistin.

Gel û saziyên wargehê ji bo sersaxiyê berê xwe dan konê sersaxiyê. Di serdana kon de gelê wargehê ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê gelê wargehê Endamê Koordînasyona Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn axivî. Nûran Sezgîn di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên Berxwedan Serdemê bibîranî û got: “Dema di gotin em ê gelê Kurd tune bikin û ji nedîtive bê, ruhê zarokên vî welatî yê di kesayeta Şehîd Hûseyîn, Zehra Penaber û Cûma Goyî de, li Kobanê hember DAÎŞ’ê derketin bi qehremanî şer kirin û gihiştin şahdetê. Îro roja rizgarkirina Kobanê ye, ev roj bi saya van şehîdan hatin bi destxistin. Heval Hûseyîn erk û berpirsyatiya xwe yên ciwantî û welatparêzî pêkanî. Em dubare di kesayeta heval Hûseyîn de tevahî Şehîdên serxwebûna azadiyê bi minetdarî bibîrtînin. Em ji malbat, Rêbertî û rêhevalên wî re sersaxiyê dixwazin.”

Her wiha li ser navê malbata Şehîd jî mamê şehîd, Mela Şîrîn Gabarî axivî. Şîrîn Gabarî di destpêka axaftina xwe de xêrhatina gelê amade kir û got: “Şehîd sedemê hebûna rûmeta me ne. Hêjatiya şehîdan tu kes nikare bipîve. Ji ber ku xwîna şehîd beriya ku bigihe erdê digihe gel xwuda. Ev ne şehîdê destpêkê yê malbatê ye. Ya girîng em dikarin di hûzûra hevalan de bêjin em ê wek malbat şopdarê rêya wan bin.”

Di konê sersaxiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Şehîd namirin“ hatin berzkirin.