Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Ji bo Fermandarê YPG’ê Nîmed Amed konê sersaxiyê hate vedan

Ji bo Fermandarê YPG’ê Nîmed Amed ê di berxwedana azadkirina Reqayê de şehîd bûbû, li Amedê konê sersaxiyê hate vedan.

Ji bo yek ji Fermandarên YPG’ê Nîmed Amed ê di pêngava ji bo paqijkirina Reqa ji çeteyên DAIŞ’ê sala borî hatibû lidarxistin de şehîd bibû, li Amedê konê sersaxiyê hate vedan.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê rojên borî bi daxuyaniyekê nasnameya Fermandarê YPG’ê Nîmet Amed (Adem Barût) ê bi erka fermandarê qadê di berxwedana azadkirina Reqayê ya ji çeteyên DAIŞ’ê de cih digirt û şehîd bibû eşkere kiribû.

Piştî ragihandina şehadeta Amed a ji aliyê YPG’ê ve malbata Barût, li Amedê konê sersaxiyê veda. Nîmed Amed ê ji sala 1990’an ve di nava tevgera azadiyê de bi sedan kes berê xwe dan konê sersaxiyê ku hatiye vedan.