Ji bo bibîranîna Helepçeyê bi hezaran kes kom bûn

Ji gelek bajarên Başûrê Kurdistanê bi hezaran kes, ji bo bibîranîna qetlîamê li Helepçeyê kom bûn.

Gelê Helepçeyê ji destê sibehê de li pêşiya Bîrdariya Qirkirinê û Muzeya wê kom bûn. Ji bo bibîranînê ji bajarên Silêmanî, Ranya, Keladizê, Şarbajar, Şarezor, Hewlêr û ji gelek bajarokên Behdînanê mirov hatin. Komên ku hatin, çûn serdana muzeyê.

MERASÎMA FERMÎ HATE LIDARXISTIN

Rayedarên hikumeta herêmê, waliyên Silêmanî û Helepçeyê, rêveberên YNK’ê tevlî merasîma fermî bûn. Merasîm li goristana şehîdan hate lidarxistin.

Piştî merasîma fermî hikumeta Başûrê Kurdistanê, partiyên Başûrê Kurdistanê, sefaretxaneyên welatan ên li Silêmanyê û saziyên civakî yên sivîl çeleng danîn ber bîrdariyê.

Bibîranîn hê jî didome.