Ji ber ku tevlî daweta HDP'iyan bûn ceza li cerdevanan hate birîn

Qeymeqamê Tirk ê li navçeya Miksê ya Wanê Onûr Şatiroglû, bi hinceta ku tevlî daweta malbateke HDP'î bûne dest danî ser çekên 8 cerdevanan.

Nûnerê Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyaman Soylû yê li navçeya Miksê ya Wanê qeyûm-qeymeqam Onûr Şatiroglû gefan li gel dixwe.

Onûr Şatiroglû ku bi navê qeyûm dest daniye ser Şaredariya Miksê ya DBP'î, ji bo tifaqa AKP-MHP'ê bi ser bikeve zextê li saziyên dewletê hemûyan dike. Qeymeqam Şatiroglû ku bi jenderme û emniyetê re dixebite, li nava gundan digere û gefan li gundiyan dixwe ku dengê xwe nedin HDP'ê. 

Şatiroglû maeşê 'extiyariyê' ku destpêka mehê ji aliyê Xizmetên Civakî ve tê dayin, vê mehê neda û bi gotina 'Hûn dikarin piştî hilbijartinê werbigirin' û bi vî rengî ji bo ranta hilbijartinê bi kar tîne. Her wiha gefê li personelên li qeymeqamtiyê û şaredariyê dixwe ku wan ji kar derxîne.

QEYÛM GEF LI KEYAYAN XWAR

Qeyûm-qeymeqam Şatiroglû bang li keyayên hemû taxên navçeyê û namzetên keyatiyê kir û ew li qereqol û qeymeqamtiyê civand. Qeymeqam Şatiroglû gef li keya û namzetên keyatiyê xwar ku eger dengê AKP'ê zêde dernekeve, ew bên hilbijartin jî wê careke din qeyûm li şûna wan bên bicihkirin.

DEST DANÎ SER ÇEKÊN CERDEVANAN

Doh 8 cerdevan bi kincên xwe yên gelêrî tevlî daweta HDP'iyekî bûn. Li ser vê yekê qeymeqam Şatiroglû dest danî ser çekên 8 cerdevanan. Cerdevanên gundên Çatbayirê, Kaşikçilar û Altindereyê ku fêhm nekirin bê çi hate serê wan, ji cerdevaniyê hatin derxistin.