Ji bo Zulkuf Gezen li Wanê meş hate lidarxistin

Girtiyê siyasî û berxwedêrê çalakiya greva birçîbûnê Zulkuf Gezen duh roja Yekşemê bi çalakiyeke fedaî dawî li jiyana xwe anî. Ji bo Gezer li Wanê çalakiyeke protestoyê hate lidarxistin.

Hevserokên bajêr ên HDP’ê Yadîşen Karabûlak û Umît Dede, nûnerên KCD’ê, parlementera Wanê Mûazzez Orhan, çalakgerên TJA’yê û namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê jî tê de gelek kes tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn.

Parlementera Wanê ya HDP’ê Mûazzez Orhan daxuyanî xwend û got ku, “Di sedsala 21’emîn de ji bo ku mirov maf û daxwazên xwe bidin bihîstin, li hemberî zext û pêkutiyan nerazîbûna xwe nîşan didin.  Di 8’ê Mijdarê de Hevseroka KCD’ê û parlementera Colemêrgêya HDP’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Grevên birçîbûnê îro li Hewlêr, Strasboûrg, Gal, Torontoyê û piştî 1’ê Adarê li hemû girtîgehan didome. Nêzî 5 hezar girtî ketine greva birçîbûnê.

Di 17’ê Adarê de li Girtîgeha Tekîrdagê ciwanê bi navê Zulkuf Gezen li hemberî zext, înkar û polîtîkayên şer û li hemberî tecrîdê dawî li jiyana xwe aniye. Di vê pêvajoya krîtîk de ji bo ku kes nemirin divê Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rake. Zulkuf Gezen vê meşaleya azadiyê îro aniye qonaxeke nû. Zulkuf Gezen bûye deng û wijdanê civak û gel.”

Piştî daxuyaniyê girse, bi sloganên ‘Bijî berxwedana Leylayê,  ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Zulkuf Gezen rûmeta me ye’ meşiyan.