Huseynê Farê: Yek ji dengên nemir ê dengbêjiyê 

Dengbêj Huseynê Farê ku yek ji dengên nemir ê dengbêjiya Kurdî ye, ji ber klamên Kurdî digot, dewleta Tirk êşkenceya giran lê kir. Ji ber êşkenceyê jî nexweş ket û heta dawiya temenê xwe ew êş kişand.

Her kes di nava jiyan û civakê de bi karê xwe tê naskirin. Ger ku ev kar û xebat ji bo civakê bi fêde be û şûnewarekî hunerî û pîroz be, êdî xwediyê wê jî pêre navdar dibe. Di dîroka Kurdistanê de cihekî girîng û taybet ê dengbêjiyê heye, dengbêjî xîmê wêjeya devkî ya Kurdî ye û ji sedan salan heta roja îro hatiye. Kevneşopiya wêjeya devkî ku wek dengbêjî tê binavkirin heta niha bi hezaran çîrok û bûyer bi xwe re anîne roja îro. Çanda dengbêjiyê bi awaz û miqamên cuda li gorî herêman heta roja me îro xwe parastiye. Destan, berxwedan, leheng, evîn, hezkirin, xizanî û bûyerên civakî bûne mijara kilamên dengbêjiyê. Çanda dengbêjiyê nifş bi nifş li ser axa Kurdan dom kiriye heta roja îro zîndî hatiye hiştin.Yek ji van dengbêjan jî yê bi nav û deng ku awaza wî di kerika guhê her Kurdekî de ye dengbêj Huseynê Farê ye. Huseynê Farê di sala 1937’an de li gundê Farê yê girêdayî Amedê hatiye dinê û ji bo vê yekê jî di nava Kurda de weke Dengbêj Huseynê Farê tê naskirin.

BI KLAMÊN ‘XALÊ CEMÎL’ Û ‘TÊLÎ’ TÊ NAS KIRIN

Li seranserî Kurdistanê ji heft salî heta kal û pîran her kesî navê Huseynê Farê bihistiye. Huseynê Farê her çiqas heta îro kêm kasetên wî mabin jî bi dengê xwe yê xweş û dilşewat hê jî tê guhdarîkirin. Herî zêde strana dengbêj a bi navê ‘Xalê Cemîl’ û ‘Têlî’ ji aliyê Kurdan ve tê hezkirin. Navê wî yê rastî Huseyîn Tutal e. Huseynê Farê, di sala 1937’an de li gundê Farê yê bi ser navenda Amedê hatiye dinê. Ji ber vê yekê jî navê wî di nav gel de wekî Huseynê Farê hatiye nasîn. Navê gundê wan bi Kurdî Farê ye lê dewletê wekî hemû navên Kurdî navê gundê wan jî guherandiye û kiriye Guzelkoy. Lê hêj jî di nav gel de tu kes bi Guzelkoy bi kar nayne û her kes Farê dizan e.

HÎNA ZAROK BÛ DEST BI KLAM GOTINÊ KIR

Farê di 7 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê ango klam gotinê kiriye. Hîna zarok bû jî gelek ji dengbêjiyê hesdikir û her demê li pey dengbêjan digeriya û di demek kîn de dest bi klam gotinê kir. Di wexta şivantiyê de û her qadên jiyanê de klam qîriye. Li gundê wan dengbêjekî mezin ê bi navê Hesenê Zorîn hebûye. Huseynê Farê jî her dem li gel dengbêj Hesenê Zorîn û li ber destê wî hînî dengbêjiyê bûye. Hesenê Zorîn jî dengbêjekî xwedî nefeseke baş bûye lê ji ber bêderfetiyê dengê wî di qeydande tineye. Piştî ku Hesenê Zorîn jiyana xwe ji dest dide, ji bo ku stranên wî jî bi wî re neçin, Huseynê Farê xwedî li stranên wî derdikeve. Huseynê Farê tiştên ku ji wî hîn bûye ji bo xwe wekî mîras nirxandiye û ev kevneşopî domandiye. Piştî demekê Huseynê Farê li gundên derdorê hatiye nasîn. Ji gelek cihan hatine pey wî ku here ji wan re klaman bibêje. Farê bi vî awayî di nav civata dengbêjan de hatiye nasîn. Farê di kaseta xwe ya yekemîn de cih daye klamên weke Seyîtxanê Ker, Silêmanê Ehmed û Keremê Koraxa.

JI BER KU BI KURDÎ KLAM GOT, HATE ÎŞKENCEKIRIN

Farê dema kaseta xwe ya yekemîn derdixe, wê demê li Amedê di salên 1980’an de Rewşa Awarte heye û ew jî ji vê yekê para xwe digre. Piştî kaseta wî ya yekemîn leşker li ser mala wan de digre û wî binçav dikin. Leşker Huseynê Farê dibin fermandariya rêveberiya awarte û li wê derê îşkenceyê lê dikin. Fermandar jê re dibêje: “Tu çima bi Kurdî stranan dibêjî? Tu li Tirkiyeyê yî divê ku tu bi Tirkî stranan bêjî.” Huseynê Farê dibêje: “Ez Kurd im û ez neçar im ku bi Kurdî bistrêm. Ez bi Tirkî nizanim û naxwazim stranên Tirkî bêjim.” Her çiqas fermandar israr bike jî dev ji gotina Kurdî bernade û li ser Kurdî îsrar dike. Farê, ji ber îşkenceya li fermandariya rêveberiya awarte nexweş ketiye û heta ku jiyana xwe ji dest bide jî ew êş kişandiye. Piştî ku zextên li ser wî zêde dibin, ew mala xwe ji Farê bar dike û tê gundê Bisilmayexê. Mala xezûrê wî jî li wî gundî ye. Piştî ku çar salan li cem mala xezûrê xwe dimîne koçî Almanyayê dike. Li Almanyayê 2 sal dimîne û paşê dîsa vedigere û dengbêjiya xwe didomîne. Huseynê Farê di sala 1998’an de jiyana xwe ji dest dide.

Were Têlî Têlî Têlî…

Were Têlî, Têlî, Têlî…
Hey lê lê zalimê lê
Ez serê sibê radibim
ji xewa şêrîn
bang dikim dibêjim Têlî
Di nava rojê de dibêjim Têlî
Berêvar dibêjim Têlî
Bi saetê, deqê û
saniyê dibêjim Têlî…
Ji axir û kedera dilê xwe re bang
dikim dibêjim Têlî...
Lê lê Têliyê malxirabê,
Wele tu hur î, boz î beyaz î
Xalisê muxlîs î, beyt-ul êmin î,
tu kihêlî

Nod û neh nav û îmze li ber
navê te lêketine
Li ber dilê min dîsa tu pir şêrînî
Malxirabê wele tu kihêlî

Tu vê sibê li qarşî çavê min
sekinî
Ez nizanim tu qîz î, tu bûk î,
tu jinebî yî
Ser dev û lêvên te yên bi xêlî
Îsal sala 7 û 8’an e dilê min li te ye
Tu çima ser çavê xwe
ji min vedişêrî

Lê lê malxirabê
7 heb birayên te hene,
7 heb xwîşkên min hene
Ji bo xatirê çavên te
ez ê ji te bikim berdêlî...