QSD: Di encama êrîşa xwekujî de 4 şervanên me şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê der barê êrîşa xwekujî ya li Şihêlê daxuyaniyek da û got: “Di encama êrîşa xwekujî ya çeteyên DAÎŞˊê de û êrîşa çeteyên hêzên hikûmeta Şamê li rojhilatê Dêrazorê de 4 şervanên me şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên rêxistina DAÎŞˊê ya terorîst vê êvarê wesayîteke bombebarkirî ku xwekujekî diajot li nuqteyeke leşkerî ya li bajarokê Şihêl ê li rojhilatê Dêrazorê teqand.

Berfirehiya daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

"Xwekujê ku wesayît diajot di deriyê sereke ya nuqteya leşkerî re derbas bû û hewl da bikeve hundir, lê şervanên me bersiv da û nehiştin têkeve hundir, di encamê de terorîst wesayît li pêş derî teqand. Bi wê re 3 şervanên me şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn.

Di dema şervanên me cenaze û birîndar radikirin de çeteyên rejîma Sûriyeyê ji aliyê rojhilatê çemê Firartê ve şervanên birîndar radikirin hedef girtin, di encamê de şervanekî din şehîd bû.

Em ê tola şehîdên xwe ji tevahî çete û terorîstan hilînin û em nahêlin ew ewlehî û aramiya herêmê bin pê bikin."