Xwendekarên zanîngehê serdana Emîne Şenyaşarê kirin

Nobeta Edaletê ya Emîne Senyaşar di roja 99’an de berdewam kir. Xwendekarê zanîngehê serdana malbatê kirin û qurnefîlek reş danî ber wezaretê.

Nobeda Edeletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, di roja 99'emîn de berdewam kir. Xwendekarê zanîngehê serdana malbata Şenyaşar kir û qurnefîlek reş danî ber wezaretê.

Piştre Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re derbasî Meclîsê bû.