HPG: Li Qilabanê derb li helîkopterekê hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku li Qilabanê derb li helîkoptereke bi tîpa Skorsky a artêşa Tirk hatiye xistin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li du herêman çalakî hatin lidarxistin. Yek ji wan li navçeya Geverê ya Colemêrgê, ya din jî li navçeya Qilabanê ya Şirnexê hate kirin. Li Geverê li girekî ku leşker li ser bûn çalakî hate kirin û di encamê de konteynireke ku leşker tê de bûn hate teqandin. Li Qilabanê jî derb li helîkopterekê hate xistin.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan ev agahî hatin dayin:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 12'ê Tebaxê saet 7'an li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî leşkerên li ser girê Sîser ê li herêma Çarçellayê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de konteynira ku leşkerên dijmin tê debûn hate rûxandin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me 11'ê Tebaxê saet 06:30'î li navçeya Qilaban a Şirnexê li dijî helîkoptereke Skorsky a artêşa TC a dagirker çalakiyek li darxistin. Di çalakiyê de derb li helîkoptera ku li ser qada Çemê Xeçkê digeriya hate xistin û helîkopter neçar ma ji herêmê biçe."