HPG: Li Çelê derb li dagirkeran hate xistin

HPG'ê diyar kir, 14'ê Adarê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên Tirk çalakî hatine lidarxistin û derbên giran li artêşa Tirk hatine xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên 14'ê Adarê yên li Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "14'ê Adarê saet 12:30'î hêzên me li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî Qereqola Serê Sêvê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên li nava qereqolê hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Heman rojê saet 14:20'î hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Koordîne yê li navçeya Çelê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku derb li çeper û stargehên li ser gir hatin xistin, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyan obus û hawan avêt derdorê."