HPG: Leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin

Li qada Çemçoyê di çalakiya tîmên bi tevger ên gerîla de ku bi çekên giran hate lidarxistin, leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

8'ê Sibatê saet di 08:00 de li bejahiya Şêladizê ya navçeya Amediyê li qada Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran dan. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

6, 7 û 8'ê sibatê li bejahiya Şêladizê ya navçeya Amediyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê bi dehan caran bi çekên giran û tankan hatin bombekirin."