HPG'ê sê gerîlayên ku 9'ê Adarê şehîd bûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir 9'ê Adarê li Garê ya Qadên Parastina Medyayê 3 gerîla di encama êrîşa hewayî ya artêşa TC'ê ya dagirker de şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir 9'ê Adarê li Garê ya Qadên Parastina Medyayê 3 gerîla di encama êrîşa hewayî ya artêşa TC'ê ya dagirker de şehîd bûne. HPG'ê sersaxî da malbatên gerîlayên şehîd û gelê Şirnexê û Kurdistanê û got, ''em son dixwin ku têkoşîna azadiyê, ku armanca şehîdên me ne bigihînin serfiraziyê.''

Daxuyaniya  HPG'ê ya li ser sê gerîlayên şehîd wiha ye:

'HEVRÊ KAMIL BI GERÎLATIYA 27 SALAN MOHRA XWE LI TÊKOŞÎNÊ DA''

9'ê Adara 2019'an artêşa TC'ê ya dagirker êrîşeke hewayî birin ser herêma Garê ya Qadên Parastinê yên Medyayê. Di encama vê êrîşa hewayî de hevrêyên me Kamîl (Yusuf Ozbey), Kamûran (Serdar Guler) û Şoreş (Ramazan Erdal) tevlî nav karwanê şehîdan bûne.

Hevrê Kamil ku 1976'an li Şirnexê çêbûyî hê di ciwaniyê de dibe şahidê zilma mêtingeriyê ya li Kurdistanê û sala 1992'an dema ku tevgera serhildanê ya gelê Kurditanê geş bû tevlî nav refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dibe. Hevrê Kamil ku li ser xaka Botanê ya ku li ser çêbûyî gerîlatiyê dike, bi taybetî li diyarên Egîdan Gabarê dimîne û li dijî faşîzma mêtingeriya TC'ê dibe xwedî têkoşîneke mezin. Hevrê Kamil ku bi azweriya ku di şer de nîşan dayî, bi kîna li dijî dijmin û bi azweriya ku xizmetê ji gelê xwe re bike, bi têkoşîna xwe ya dayî, di jiyana xwe ya gerîlatiyê ya 27 salan de mohra xwe li gelek serkeftinan datîne, gelek caran birîndar dibe, li deverên girîng ên Zap, Qendîl, Xakûrkê yên Qadên Parastinê yên Medyayê gelek peywirên stratejîk bi serkeftî bi cih tîne, bi xisletê xwe yê zelal, kedkariya xwe ya domdar û bi xisletê xwe yê fedaî, di nav hemû hevalan de bûye xwedî cihekî girîng. Hevrê Kamîl ku jiyana xwe dayî azadiya gelê xwe û dildarê Rêber  Apo bû, di dilê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de û di hişmendiya têkoşînê de wê tim bibe fermandarê ku bi tilîkan tê nîşandan.

'HEVRÊ KAMÛRAN BOTAN LAYIQÎ RÊBER APO, ŞEHÎDAN Û GELÊ KURDISTANÊ BÛ'

Hevrêyê me Kamûran Botan li nav malbateke welatparêz a Şirnexê çêdibe û hê di ciwantiya xwe de têkoşîna azadiyê nas dike. Di rewşeke wiha de ku dagirker li dijî gelê Kurd plana çokşikandinê sazkar kirin, bi armancca ku berevaniyê li gelê Kurdistanê bike, tevlî nav refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dibe, ji roja ku tevlî gerîla ve dibe bi wêrekî, fedekarî gerîlatiya xwe didomîne. Hevrêyê me Kamûran ku rêça welatparêz û şervan a Botanê bi tecrûbeya di nav refên Tevgera Azadiyê de bi dest xistî dike yek û di demeke pir kurt de gelek gavên mezin dide ber xwe û di nav hevalan de dibe xwedî helwesta milîtanî ku bi tilîkan tê nîşandan. Hevrêyê me Kamûran ku rastiya dijimn ji nêz ve dinase, li gel xilsetê xwe yê zelal, dilnizm û kedkariyê her wiha bûye xwedî helwesteke ku layiqî Rêber Apo, şehîdên şoreşê û gelê Kurdistanê bibe.

'HEVRÊ ŞOREŞ KOÇER BI HELWESTA ŞOREŞGER, BI HÊZA ÇARESERIYÊ HÊZEK LI TÊKOŞÎNÊ ZÊDE KIR'

Hevrêyê me Şoreş Koçer 2014'an li dilê gerîlayan Botanê tevlî nav refên PKK'ê dibe û di nav têkoşîna azadiyê de cihê xwe distîne. Ji roja pêşî ya tevlêbûnê ve bi hemû hêza xwe bûye xwedî helwesteke wiha ku xizmetê ji gelê Kurd re bike û ji têkoşîna dijî faşîzmê re û bi rawesta xwe ya li ser têkoşînê û daxwaza li ser serfiraziyê kiriye ku hevrêyên wî bi tiliyan wî nîşan bidin. Bi helwesta xwe ya şoreşger a li nav jiyanê, bi bûyina hêza çareseriyê ya li bara prisan hêzeke mezin li qadên têkoşînê zêde kiriye.

'SERÊ GELÊ KURDISTANÊ SAX BE'

Ji ber şehîdbûna van sê hevrêyên me yên hêja her yek jê neferên girîng ên têkoşîna, şikandina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê bûn, di serî de serê malbatên hevrêyên me yên ku şehîd bûne, serê gelê Şirnexê û Kurdistanê yên welatparêz sax be, em son dixwin ku têkoşîna azadiyê, ku armanca şehîdên me ne bigihînin serfiraziyê.''

Li gorî daxuyaniya HPG'ê nasnameya şehîdan wiha ye;

Nasnav: Kamil Şirnex
Nav û Paşnav: Yûsûf Ozbey
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav: Medîne - Îbrahîm
Cih û Demê Şehadetê: Gare / 9’ê Adara 2019’an

Nasnav: Kamûran Botan
Nav û Paşnav: Serdar Guler
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav: Hafîze - Saît
Cih û Demê Şehadetê: Gare / 9’ê Adara 2019’an

Nasnav: Şoreş Koçer
Nav û Paşnav: Ramazan Erdal
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav: Hazal - Zalef
Cih û Demê Şehadetê: Gare / 9’ê Adara 2019’an