HPG'ê nasnameyên 6 şehîdên Osmaniyeyê eşkere kir
HPG'ê nasnameyên 6 gerîlayên 11'ê Tîrmeha 2018'an li Osmaniyeyê ji ber bomberdûmana bi balafirên şer şehîd bûn eşkere kir.
HPG'ê nasnameyên 6 gerîlayên 11'ê Tîrmeha 2018'an li Osmaniyeyê ji ber bomberdûmana bi balafirên şer şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:
"Li herêma Şarappinar a Osmaniyeyê, ji ber bomberdûmana bi balafirên şer roja 11'ê Tîrmeha 2018'an têkiliya bi komek ji hevalên me qut bûbû. Di encama lêkolînê de eşkere bû ku ev hevalên me şehîd bûne. Em nasnameyên 6 hevalên xwe yên ku hatine zelalkirin bi raya giştî re parve dikin.
![]() |
Nasnav: Agît Îdegî |
![]() |
Nasnav: Alî Amed |
![]() |
Nasnav: Dagistan Demhat |
![]() |
Nasnav: Dervîş Ronî |
![]() |
Nasnav: Karker Tolhildan |
![]() |
Nasnav: Serdem Welat |
Her hevalekî me yê şehîd bû, ji dil û can tevlî nava refên têkoşînê bû û bûn xwedî kedeke girîng. Em ê heta dawiyê xwedî li mîrateya azadiyê derkevin ku wan ji me re hiştine. Ji ber vê windahiyê, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Û soza xwe dubare dikin, ji bo azadkirina Kurdistanê ku xewn û xeyala şehîdên me ye, em ê heta dawiyê bi rengekî bê eman têbikoşin."