HPG'ê nasnameya şehîdên Bestayê eşkere kir

HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên jin ên li Bestayê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hêzên me yên YJA Starê yên fedaî û pêşeng ku bi rengekî destanî li ber xwe dan, bûn rûpakiya jin ên azad û gelê Kurdistanê."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên şehîd bûn ev agahî da:

"Artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriya kontrayan di 21'ê Çileyê de li herêma Besta ya Botanê dest bi operasyonekê kir. Hêzên me yên YJA Starê yên pêşeng ji bo derbê li êrîşa dijmin bixin ketin nava liv û tevgerê, dagirker û kontra xistin bin kontrola xwe û di 22'ê Çileyê de destpêkê bi sûîqestê li kontra Nîmet Encu xistin û ew ceza kirin. Dijminê tirsonek û kontrayên hov û har, ku newêrî sîng bi sîng li hemberî hêzên me yên YJA Starê yên fedaî şer bikin, bi teknîka xwe ya şer bombardûmaneke giran li qadê kirin. Di vê bombardûmanê de ku bi saetan dewam kir, du hevrêyên me şehîd bûn. Hêzên me vê carê jî bi sabotajê li hêza dijmin xistin ku xistibûn bin kontrolê û 2 dagirker ceza kirin û dagirkerekî payebilind jî birîndar kirin. Çar hevrêyên me 22 û 23'ê Çileyê li dijî dagirkeran, kontrayên xayin û teknîka şer a di destê dijmin de bi lehengî şer kirin, li gel derfetên kêm jî bi rengekî destanî li ber xwe dan û ji bo bi saxî nekevin destê dijmin bi fedaîtî şehîd bûn.

Hevrêyên me yên jin ên di bin fermandariya fermandara pêşeng û fedaî ya YJA Starê hevrê Rojbîn de şer kirin, îradeya mezin, baweriya bi serketinê, dilxwaziya azadiyê û gerîlatiya jinê ya profesyonel a Jinên Kurd ên Azad û jîrbûna taktîkî ya jinê bi berxwedana xwe careke din nîşan dan. di vê opreasyonê de di heman demê de kontrayekî har ê dijmin û xayinê gelê xwe Nîmet Encu hate cezakirin. Hevrêyên me yên jin di vê operasyonê de fîşeka xwe ya destpêkê berdan dilê serek kontra yê xayin û bi vî rengî hêrsa xwe ya li dijî xayin û nokerên li Kurdistanê nîşan dan.

Hêzên me yên YJA Starê yên fedaî û pêşeng ku di bin fermandariya hevrê Rojbîn de li Bestayê di nava şert û mercên giran ên zivistanê de berxwedaneke destanî kirin, ji bo jinên azad û gelê Kurd bûn rûpakî û cihê xwe di nava dîroka têkoşînê de girtin. Em agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me Rojbîn, Delîla, Sila, Nûda û Dîrok eşkere dikin, agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya şeşemîn a şehîd bû, em ê piştre parve bikin. Em soz didin ku armanca xwegihandina Jin a Azad a li Kurdistaneke Azad û Rêberê Azad pêk bînin û her tim xwedî li bîranîna wan derkevin. Di serî de malbatên welatparêz ên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne, bila serê gelê Kurdistanê hemûyan sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Rojbîn Dersîm
Nav paşnav: Raîfe Kûtlak
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Meryem-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Çileya 2023 / Besta

Nasnav: Delîla Goyî
Nav paşnav: Evîn Encu
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Naîme-Hamît
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Çileya 2023 / Besta

Nasnav: Sila Faraşîn
Nav paşnav: Hamdiye Tekbûdak
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Taybet-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Çileya 2023 / Besta

Nasnav: Nûda Arîn
Nav paşnav: Zozan Ocal
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Şîrîn-Seyvan
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Çileya 2023 / Besta

Nasnav: Dîrok Serhed
Nav paşnav: Leyla Saîn
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Husniye-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Çileya 2023 / Besta

ROJBÎN DERSÎM

Xelkê me yê Geverê ku hestên xwe yên welatparêziyê her tim li pêş e, dagirkeriya li ser welatê me Kurdistanê û hebûna dagirkeran ti carî qebûl nekiriye û her tim têkoşiya ye. Dema ku derfetên berxwedana çalak nebû jî bi sebreke mezin bingeha berxwedanê danî, dema ku derfetên berxwedanê çêbûn jî mîna lehiyekê ber bi refên têkoşînê ve herikî. Ji ber vê yekê navçeya Geverê di her serdemê de bû navendeke serhildanê ya girîng, xelkê me yê Geverê jî weke xelkê serhildanê cihê xwe di dîroka Kurdistanê de girt. Her wiha bi helwesta xwe ya xwedîderketina li çand û zimanê Kurdî, polîtîkaya asîmîlasyon û qirkirinê ya dewleta Tirk a sed salî pûç kir, dersa pêwîst da dagirkeran. Bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re ku bi pêşengiya partiya me PKK'ê destpê kir, xelkê me yê Geverê cihê xwe li nava refên têkoşînê girt û gelek ewladên xwe yên hêja bi destê xwe tevlî nava refên têkoşînê kir, wezîfeya xwe ya welatparêziyê bêkêmasî bi cih anî. Ji Berçem Cîlo, Welat Herinkî, Rizgar Gever, Egîd Civyan û heta ji pêşengên Berxwedana Werxelê Çavrê Kamûran gelek fermandarên leheng ji nava xwe derxist û bi saya van milîtanên pêşeng timî pêşiya xwe dewam kir.

Li qadeke mîna Geverê ku bingeha xwe ya civakî û welatparêzî lê xurt e, hevrêya me Rojbîn li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bêguman ev taybetmendiyên hêja yên xelkê Geverê di kesayetiya xwe de temsîl kir. Di destpêka salên 1990'î de bi bandora berxwedanê re hêzên me yên gerîla ku li tevahiya Kurdistanê deng vedan, hem tirs berdan nava dilê dijmin hem jî bûn hêviya azadiyê ji gelê me re. Hevrêya me Rojbîn jî di vê demê de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nas kir û bi dilsoziyeke mezin pê ve hate girêdan. Hêvî û armanca siberoja azad di nava gerîla de dît, xwest ku bi xwe jî bibe parçeyek ji vê hêviyê. Hevrêya me Rojbîn baweriya xwe bi wê yekê anî ku tola komkujiyan û zilma li gelê me hatiye kirin bi vî rengî dikare hilîne û di temenê ciwantiyê de biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Di sala 1996'an de ku yek ji serdemên şerê herî giran ê li dijî artêşa Tirk a dagirker bû, hevrêya me Rojbîn beşdarî nava refêng erîla bû, di demeke kurt de rastiya dijmin, zor û zehmetiya têkoşînê dît û fêhm kir. Pê hesiya ku di nava şert û mercên zehmet de tevlîbûneke bi îrade û bi biryar pêwîstiyeke mezin e, lewma xwe li gorî şert û mercên têkoşîneke giran amade kir. Li gel perwerdeyeke kêm jî bi tevlîbûna xwe ya cewherî di demeke kurt de ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bir û di mijara îdeolojîk de jî şareza bû. Lewma weke hevrêyeke xwedî sekn hate naskirin û hezkirin. Ji sala 1996'an heta sala 2003'an ji Garê heta Zagrosan, ji Xinêrê heta Qendîlê li gelek qadan gerîlatî kir. Di nava vê demê de hewl da ku xwe ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve her tim bi pêş ve bibe.

Piştî ku dijmin bi komployeke navneteweyî Rêberê me dîl girt, hevrêya me Rojbîn bû xwedî hêrseke mezin, li dijî tasfiyekariya ku hewl dida tevgera me ji hundir ve teslîm bigire heta dawiyê helwest nîşan da. Dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re di ser her tiştî re girt, destûr neda ku ti tişt dikeve navbera wê û Rêbertî. Di vê demê de ku feraeta tasfiyekaran hewl dida gerîla marjînal bike, hevrêya me Rojbîn ji bo li dijî dewleta Tirk a dagirker şer bike di sala 2003'an de berê xwe da Bakurê Kurdistanê û derbasî herêma Dersimê bû. Li Dersimê nêzî heft salan xebitî, di vê pêvajoyê de bi wêrekî, fedakarî û kedkariya xwe her li pêş bû û bû milîtan û fermandareke mînak a YJA Starê. Li herêm Dersimê tevlî çalakiyên bi bandor bû û di van çalakiyan de bi tevlîbûn û serketina xwe pêşengî kir. Di nava pratîka heft salan de şehadeta gelek hevrêyên xwe dît û armanca her hevrêyên xwe yên şehîd ji xwe re kir armanc, bîranînên wan di dilê xwe de bi cih kir û tevlîbûneke hîn xurtir ji xwe re kir armanc. Bi pratîka Dersimê ya zehmet re hevrêya me rojbîn bû xwedî tecrûbeyeke mezin, zû bû fermandar û wezîfeyên şoreşê hîn bêhtir hilda ser milê xwe.

Hevrêya me Rojbîn di sala 2010'an de vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê, pratîka Dersimê ya heft salan nirxand, ji bo kêmasiyên di pratîkê de kiriye sererast bike û di Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê de bêhtir kûr bibe tevlî perwerdeya li Akademiya Jinê ya Azad a Şehîd Bêrîtan bû. Hevrêya me Rojbîn di jiyana xwe ya şoreşgerî de yekemcar li qadeke xweser a jinan perwerde wergirt, ji ber vê yekê kêfxweş bû, ev firsend baş bi kar anî û hîn bêhtir xwedî li wezîfeyên xwe yên demê derket û li ser xeta jin a azad xwe kûr kir. Hevrêya me Rojbîn tecrûbeyên xwe yên jiyanî, rêxistinî û leşkerî bi hevrêyên xwe yên ciwan û bêtecrûbe re parve kir, lewma wezîfeya xwe ya pêşengiyê bi cih anî. Di pêvajoya perwerdeyê de hîn bêhtir li ser rastiya Rêbertî û PKK'ê kûr bû, destnîşan kir ku PKK nûnerê hêviya paşeroja azad a mirovahiyê ye. Her wiya diyar kir ku jiyana bi Rêbertî re bi hîskirina Rêbertî dibe, hewl da ku di her kêliyê de bi Rêbertî re bijî. Bi kûrahî fêhm kir ku xwegihandina Rêbertî li Amedê ku armanca wê ya zarokatiyê bû tenê bi dilsoziya jiyaneke bi Rêbertî re dibe. Pêvajoya perwerdeyê bi rengekî serketî temam kir, ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî bi rengê herî rasta bi cih bîne, wezîfeyên girîng hilda ser milê xwe, ev wezîfe bi serketî bi cih anî û nêzîkatiya xwe ya li wezîfeyên demê bi şênberî nîşan da. Hevrêya me Rojbîn fêhm kir ku Şerê Gel ê Şoreşgerî tenê bi fermandarên pêşeng dibe, di sekna xwe ya jiyan û leşkerî de weke fermandareke hevgirtî bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re.

Piştî ku demekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê pratîk kir, ji bo bersivê bide polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li ser tevgera me û gelê me, berê xwe da Botanê; warê Egîd, Azîme, Zelal, Rahîme, Adil, Gulbahar, Delal û Egîd Civyanan. Hevrêya me Rojbîn di sala 2016'an de bi wezîfeya endametiya Fermandariya Eyaletê derbasî Botanê bû, bi tevlîbûna xwe ya bi rêbaza fedaîtiyê li dijî êrîşên dijmin kêlî bi kêlî berxwedan birêxistin kir, nîşan da ku dijmin di kîjan astê de êrîş bike jî wê li hemberî vê yekê di têkoşîna bi ruhê fedaî yê Apoyî de israr bikin. Komkujiyên ku dijmin di Berxwedana Xwerêveberiyê de li hemberî gelê me kir ji xwe re kir hinceta çalakiyên mezin ên tolhildanê, lewma li Botanê gelek çalakî plan kir û bi rê ve bir. Bi taybetî Pêngava Şoreşgerî ya Serketî ku di 15'ê Tîrmeha 2016'an de li Berxwedana Xwerêveberiyê ya Sêrtê pêk anî, bi xwe bi rêxistin kir, meşand, beşeke mezin a bajarê Sêrtê xiste bin kontrolê, lê belê ji ber ku ev pêngava şoreşgerî li heman roja hewldana darbeya biguman rast hat, zêde nekete rojevê. Hevrêya me Rojbîn ku taybetmendiyên wê yên dilnizm û gelî li pêş bû, weke Fermandara YPS'ê wezîfeyên girîng bi cih anî, dema ku li Botanê têkoşiya di nava gelê Botanê de bû cihê hezkirin û hurmetê. Bi taybetî ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî bi ser bikeve kete nava kûrbûneke mezin, hewl da û bi têkoşîna xwe hêviya azadiyê ya Mehmet Tûnç, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar û Zeryanan dewam kir. Hevrêya me Rojbîn ku baweriya xwe ya bi serketinê gelekî mezin bû, bi şev û roj têkoşiya û ked da. Lewma di nava hevrêyên xwe de bû fermandareke mînak. Sekna xwe ya ku tawîz nedida dijmin heta kêliya dawî jî dewam kir û 22'ê Çileya 2023'an li dijî êrîşên dijmin bi fedaîtî li ber xwe da û şehîd bû. Weke hevrêyên wê em ê timî serbilind bin ku di bin fermandariya fermandara mîna Rojbîn Dersim de şer bikin.

DELÎLA GOYÎ

Partiya me PKK hêviya azadiyê ya gelê me ji nû ve ava kir û li Kurdistanê jiyaneke bi rûmet û kevneşopiya berxwedanê ya bênavber a di nava şert û mercên herî giran de afirand. Gelê me yê welatparêz, têkoşîna partiya me PKK'ê ya bi pêşengiya Rêber Apo li Kurdistanê bi serhildanan pêşwazî kir û bi coşeke mezin tevlî meşa serketinê bû. Xelkê me yê Botanê yê qedîm ku navenda berxwedanê ya Kurdistanê ye, yek ji wan qadên destpêkê bû ku xwedî li têkoşîna me derket. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê reh berdan nava xaka Botanê, li dijî dagirkeran berxwedaneke dîrokî kirin û li her qada Kurdistanê belav bûn. Hevrêya me Delîla ku li gundê Bêceh ê navçeya Qilaban a Şirnexê ji dayik bû, li nava malbateke welatparêz mezin bû ku dilsozê vê çanda berxwedanê ya partiya me PKK'ê bû. Hevrêya me ku ji eşîra Goyî ya berxwedêr û welatparêz bû, li dijî nokerî û xiyaneta ku dagirker li ser Kurdsitanê ferz dikin, ji zarokatiyê ve partiya me PKK nas kir ku li dijî vê xeta xiyanetê, xeta jiyana azad û bi rûmet bilind kir. Hevrêya me ji malbata Encu ya hêja ye ku di nava refên partiya me PKK'ê de gelek şehîdên xwe çêbû, hevrêya me Delîla jî bi çîrokên lehengiyê yên hevrêyên me yên şehîd mezin bû. Li eşîra Goyî ku li xaka Kurdistanê ya pîroz a navenda Şoreşa Neolîtîkê ye girêdaneke xwe ya xurt a civakî heye û bandora jinê ya li jiyanê lê tê hîskirin, bi kesayetiya nirxên Kurdistanî karaktera hevrêya me Delîla ava bû. Hîn di temenê ciwantiyê de şahidî ji êrîşên bêrehm ên li dijî gelê me re kir û li hemberî dewleta Tirk a mêtinger bû xwedî hêrseke mezin. Gelê me ku ji aliyê mêtingeran ve xizan hate hiştin, bi gotina Rêber Apo 'Li warê nan bênan hate hiştin', ji bo jiyana xwe dewam bike, her roj neçar ma ku metirsiyên mezin bide ber çavên xwe. Di şeva 28'ê Kanûna 2011'an de 34 ciwanên Kurd ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hate şehîdxistin û ev yek bû sedem ku hevrêya me Delîla rastiya dewleta mêtinger bi şênberî bibîne û nas bike.

Çanda berxwedanê ya ku malbat û derdora xwe ya welatparêz wergirtî û lêgerîna li jiyana azad kesayatiya têkoşer a hevrêya me Delîla bi pêş ve bir. Bi vî rengî tevlî nava refên PKK'ê bû û biryardariya xwe nîşan da ku dixwaze bibe şopdara felsefeya Rêber Apo. Polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a mêtinger ji nêz ve dît ku dixwaze gelê me ji koka wan dûr bixîne, bênasname bihêle û li ser vê bingehê êrîşî ciwanên Kurd dike. Hevrêya me Delîla nerazîbûna xwe veguheran têkoşîneke rêxistinbûyî. Êrîşên ku dewleta Tirk a mêtinger sala 2015'an li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê da destpêkirin, ji bo hevrêya me Delîla bû nuqteya dawî. Hevrêya me tevî xizmekî xwe du rojan meziya, li gel zor û zehmetiyan jî bi biryardarî xwe gihand qadên gerîla û îradeya xwe ya azadiyê careke din nîşan da, bi vî rengî tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Hevrêya me ku bi kelecan û coeşeke mezin tevlî wê jiyanê bû ku bi hesreta wê bû, bi taybetmendiyên xwe yên pak û xwezayî, bi îradeya xwe ya xurt, zû bi jiyana gerîla re bû yek. Hevrêya me ku xwedî taybetmendiyên herî xurt ên jina Kurd a berxwedêr bû, di serî de komkujiya Roboskî ji bo hesabê hemû êrîşên dijmin ên li ser gelê me bipirse, li refên herî pêş cih girt û di vê çarçoveyê de ji bo bibe gerîlayeke profesyonel kedeke mezin da. Navê Şehîd Delîla Meyaser li xwe kir ku bi stranên wê mezin bû û heyrana kesayetiya wê ya milîtanî bû. Di şexsê Şehîd Delîla de ji bo xwedî li têkoşîna şehîdan ehmûyan derkeve, bêrawestan tevlî têkoşîna me ya şoreşê bû. Hevrêya me Delîla pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li Heftanînê pêk anî, di demeke kurt de bû milîtaneke pêşeng û li her qada ku lê dima bû milîtaneke PKK û PAJK'ê ya mînak ku cihê baweriyê bû. Ji bo di felsefeya jiyanê ya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk a Rêber Apo de xwe kûr bike, her tim xwe kûr kir û di demeke kurt de gelekî bi pêş ket. Hevrêya me di gelek qadan de şareza bû, wezîfeyên xwe hemû yên ku partiyê danî ber wê bi serketî bi cih anî û ev hewldana xwe di pratîkê de bi xurtî nîşan da. Weke jineke ciwan li her qadê pêşengî kir, li ser şopa Şehîd Bêrîtan meşiya, di demeke kurt de bû fermandar, wezîfeyên girîng da ser milê xwe û bi serketî xizmet ji partiya me û gelê me re kir; bû fermandareke YJA Starê ya pêşeng. Bi pratîkên xwe yên serketî tecrûbeyeke mezin wergirt, di Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de xwe kir pispor. Ji bo karibe li Bakurê Kurdsitanê gerîlatiyê bike timî xwe bi pêş ve bir, di vê daxwaza xwe de timî israr kir. Hevrêya me Delîla sala 2019'an weke milîtaneke PKK'ê ya pêşeng a bi felsefeya Rêber Apo xwe xemilandî vegeriya navenda gerîlatiyê û cihê lê ji dayik bûye Botanê. Hevrêya me Delîla ku ti carî rê neda dagirkerî, dagirkeran, xiyanet û nokeran, bi kelecaneke mezin li xaka Botanê ya qedîm gerîlatî kir. Di têkoşîna me de wezîfeyên girîng wergirtb, xizmeta fedaî ya ji şoreşê re mîrateya berxwedanê ya fermandarên me yên pêşeng Şehîd Mehmet Goyî, Serbest Goyî, Berxwedan, Bêrîtan, Zîlan û Sorxwîn bilind kir. Hevrêya me Delîla li Botanê tevî hevrêyên xwe derbên giran li dagirkeran xist, tevî şer her wiha bi hevrêtiya xwe ya xurt jî bû milîtaneke PKK'ê ya mînak. Hevrêya me Delîla fedaîtî û sekna di şer û jiyanê de ya Sara Tolhildan Goyî û Rûken Zelal di jiyan û şerê xwe de nîşan da, li dijî nokerî û xiyanetê bû navê berxwedan û erketinê, heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. Berxwedana bêeman a hevrêya me Delîla ya li dijî dagirkeran wê ji aliyê hevrêyên wê ve teqez bi ser bê xistin.

SILA FARAŞÎN

Bajarê Wanê yek ji navendên pêşeng a têkoşîna me ye ku bi çanda xwe ya kevnar a bi hezaran salan tê naskirin, ji roja ku têkoşîna me ya azadiyê destpê kirî û vir ve li dijî faşîzmê bi awayekî bêhempa ketiye nava têkoşînekê. Têkoşîna me ya azadiyê hêviyên azadiyê yê gelê me, jinûve şîn kir. Gelê me jî bi hezaran zarokên xwe di vê rêyê de şehîd dan û li dora Tevgera me kom bûn. Gelê me di vê pêvajoyê de jî mîna berê ji kesayeta xwe ya berxwedêr tawîz nedaye û ji ber vê sekna xwe ya bi rûmet her çiqas bibe hedefa dewleta Tirk jî, têkoşîna xwe mezintir kir û bersiva her êrîşê daye. Hevrêya me Sila jî di nava çandek wiha de, li gundê Xaviştan ê navçeya Şax a Wanê di nava malbat û derdorek girêdayî çanda xwe de, mezin bûye. Hevrêya me Sila di nava malbat û derdorek ku ji bo azadiyê berdêl dayîne de ji dayik bûye û ev yek bûye sedem ku hê di zarokatiya xwe de PKK’ê nas bike. Her roja ku derbas dibe eleqe û heskirina hevrêya me Sila ya li hember gerîla, zêde dibe û wê bi xwe jî xeyala rojên ku ew tevlî refên gerîla bibe û di nava têkoşînê de cihê xwe bigre, kiriye. Di temenê ciwan de, zexta civakî û rêbazê jiyanê ya li ser jinê hatî ferzkirin, di hevrêya me Sila de gumanên kûr çêdikir. Hevrêya me Sila di sala 2010’an de xeyalê xwe pêk anî û li Botanê ku kibleya gerîla ye, tevî refên gerîla bû.

Hevrêya me Sila li Botanê dest bi jiyana xwe ya şoreşgeriyê kir, ji têkîliyên hevrêtiyê yên li ser esasê heskirin û rêzdariyê yên di nava gerîla de bandor bûye û di hemû jiyana xwe de ev têkîliyên hevrêtiyê ji xwe re esas girt. Dîsa berovajî tarzê jiyana ku civaka heyî li ser jinê ferz kirî, dît ku di nava PKK’ê de jin xwe jinûve ava dikin û ket pêvajoya xwe jinûve avakirinê. Hevrêya me Sila di nava gund de bi kedê re mezin bû, piştî tevlî nav refên gerîla dibe jî ji ber kedkarî, fedakarî û tevlîbûnên xwe yê bêhesab hevrêyên wê jê re rêz nîşan didin. Hevrêya me Sila di nava demek kurt de bala xwe dide jiyana gerîla û gihişt astek leşkerî ya girîng. Hevrêya me Sila xwest ku pêşketina xwe ya di asta leşkerî de hîn bêhtir pêş bixe û perwerdeya branşê dît û pêvajoyên xwe yên perwerdeyê bi serkeftî qedand. Hevrêya me Sila di wê zanebûnê de ku tenê di aliyê leşkerî de xwe pêşxistin ji bo gerîlayekî/ê kêm e û xwe di aliyê îdeolojîk de jî pêş xist. Dîsa ji bo di xeta azadiya jinê de, hîn kûrtir bibe û îdeolojiya Rizgariya Jinê hîn baştir fêm bike tevlî perwerdeyên Akademiya Jina Azad a Bêrîtan dibe. Hevrêya me Sila bi perwerdeyên ku dibîne hîn zêdetir bala xwe dide xeta azadiya jinê û pêvajoya xwe ya perwerdeyê qedand, weke gerîlayek YJA Starê ya profesyonel di branşê xwe de bi pispor dibe. Pratîka xwe ya yekem, li Botanê ku cihê lê tevlî nav refên gerîla bûye, pêk aniye. Hevrêya me Sila di nava wê hewldanê de bû ku perwerdeyên xwe yên leşkerî bixe nava pratîkbûnê de. Bi tevlîbûna xwe ya pêşeng û bi hêz, li hemû qadan piştgirî dida hevrêyên xwe ku di aliyê leşkerî û îdeolojîk de xwe pêş bixin. Hevrêya me Sila bi kesayeta xwe ya kedkar û dilnizim bi awayek wekhev nêzî hemû hevrêyên xwe dibû, ji bo gerîlayên ku nû hatine qadê û nû tevlî bûne fêrî qadê bibin, ji wan re pêşengî kiriye. Hevrêya me Sila salên dirêj, li Batonê di nava şerê aktîf de pratîk kir û weke fermandarek YJA Starê bi cesaret û biryardariya xwe ya di nava şer de, sadebûna xwe ya di nava jiyanê de û bi kedkariya xwe ji hemû hevrêyên xwe re bûye mînak. Ji xeta azadiyê ya jinê tawîz nedaye û ji bo jiyîna hêmanên xwe, têkoşiyaye. Hevrêya me Sila di tevahiya salên dirêj ên li Botanê mayî de, hema bibêje li hemû qadan pratîk meşandiye û li her derê xwih û ked daye. Hevrêya me Sila ji xizmetkirina ji hevrêyên xwe re xwe paşde nedikişand, li hemû qadên lê ye bûye şopdarê vê xetê û kariye bibe fermandarek pêşeng a YJA Starê.

Hevrêya me Sila li qada Botanê derbên giran li dagirkeran xistiye û di gelek çalakiyan de rolê pêşeng lîstiye. Ti carî dest ji lêgerîna xwe ya lêdana derbeyên girtantir, neberdaye. Hevrêya me li qada Botanê ku salên dirêj lê maye, fermandariya tîmên bi tevger ên YJA Starê kiriye. Li hemû qadan bi enerjiya xwe ya xilas nabe, ked daye. Bi sekna xwe ya di jiyan û şer de, bûye yek ji pêşengên bi wêrek ên jinên Botanê. Hevrêya me Sila bi gavên bi bawer li pey şopa hevrêyê me Egîd meşiya. Di jiyanê de xeta Zîlanê salên dirêj parastiye û ji bo zindîkirina vê xetê pêşengî kiriye.

Hevrêya me Sila bi kesayeta xwe ya sadebûn, kedkar, biryardarî û hevrêtiya xwe, ji bo me hevrêyên xwe mîrateyek mezin hiştiye. Em jî wê weke hevrêyên wê, di şexsê hevrêya me Sila de soz didin ku em ê xwedî li mîrateya şehîdên xwe derbikevin, bîranîn û xeyalên wan bi serkeftinê tacîdar bikin.

NÛDA ARÎN

Hevrêya me Nûda li navçeya Şax a Wanê ku yek ji navendên me yên berxwedanê ye ji dayik bû. Hevrêya me Nûda bi çanda berxwedanê ya Wanê ku veguherî bajarê serhildanê û bi desteka bêsînor a ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê mezin bûye û şansê di temenê biçûk de rêxistina me naskirin bi dest xist. Tevlîbûna gelek kesên ji malbat û derdora hevrêya me ku ji eşîra Ertûşî ya welatparêz e di têkoşîna gelê me ya rûmet û azadiyê de, xwesteka hevrêya me ya naskirina felsefeya PKK’ê û Rêber Apo ya partiya me zêde kiriye. Rastiya ku di nava malbateke kedkar de mezin bû, kir ku taybetmendiyên kedkariyê yên hevrêyê me derkeve pêş. Lêgerîna hevrêya me ya ku dît jina ku pêşengiya şoreşa herî mezin û bi bandor a mirovahiyê kiriye, di civakê de hatiye paşguhkirin û vîna wê hatiye şikandin zêdetir bûye û ev lêgerîn hevrêya me Nûda bi partiya me PKK'ê re gihandiye hev. Hevrêya me Nûda ku bawer dike weke jineke Kurd a bi rûmet wê xeyalên azadiyê yên gelê me bi têkoşîneke hê xurtir û dijwar pêk bîne, di sala 2012'an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Hevrêya me ku kûrbûn di felsefeya Rêber Apo û Îdeolojiya Azadiya Jinê de dixe navenda jiyana xwe ya şoreşgerî, bi kelecanek mezin xwe daye hînbûnê û di demeke kurt de pêşketinek mezin pêk aniye. Piştî perwerdeya xwe ya yekemîn a gerîlatiyê li qada Metîna dît, tiştên ku hîn bû bi lez û bez xist pratîkê. Hevrêya me ku di serî de li Metîna, Heftanîn û Qendîlê di gelek qadan de tevlî pratîkê bûye, bûye gerîlayeke YJA Starê ya xwedî ezmûn û pêşeng. Hevrêya me Nûda ku bi hevrêyên xwe re li dijî êrîşên nemirovane yên çeteyên DAÎŞ’ê derbasî herêmên Mexmûr û Kerkûkê bûne û li dijî qirkirinê têkoşînek bi bandor da meşandin. Gelê me ji êrîşên qirkirinê rizgar kir û li gel hevrêyên xwe berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê ku gelekî jê hez dikir. Hevrê Nûda ku bi pratîkên tevlî bûye û bi perwerdeya ku dîtiye veguheriye gerîlayeke pispor, bi taybetmendiyên xwe yên pratîk, kedkar û fedakar karîbû hurmet û hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc bike. Hevrêyê me ku her demê xwe bi pêş dixe, di her fersendê de hezkirina xwe ya xurt a hevrêtiyê nîşan daye û li gel temenê xwe yê ciwan jî bûye xwedî kesayeteke gihîştî. Weke milîtaneke leheng a xeta PKK û PAJK'ê hevrêya me ku her tim li qadên herî zehmet cih girt û li ser bingeha xizmetê ji têkoşîna şoreşgerî re kir, di meşandina gerîlatiyê de li Bakurê Kurdistanê bi taybetî li Botanê her tim israr kir.

Hevrêya me Nûda ku di vê çarçoveyê de xwe perwerde kir û xwe bi hêz kir, di sala 2019’an de derbasî herêma Botan a Bakurê Kurdistanê ya ku hesreta wê bû, bû. Hevrêya me Nûda ya ku li qada ku xeyal dikir bû xwedî şansê gerîlatiyê, bi vê moral û enerjiyê çû Botanê û li dijî dagirkeran berxwedaneke bi bandor nîşan da. Hevrêya me ya ku di gelek çalakiyan de cihê xwe di refên herî pêş de girt, di cih û kêliya hesas de derbên giran li dagirkeran xist û bi hevrêyên xwe yên Botanê re taktîkên gerîla yên serdema nû bi kar anî. Hevrêya me Nûda ku zêdetirî deh sal in li ser xeta fedaîbûnê ya şehîd Delal Amed û Azê Malazgîr li çiyayên Kurdistanê xebata gerîla dimeşîne, di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de ji bo xeyalên gelê me yê azadiyê pêk bîne, bênavber xebitî û li eniyên pêş şer kiriye. Hevrêya me Nûda ku bi ezmûna ku li qadên şer bi dest xistiye di bin her şert û mercî de hevrêyên xwe bi rê ve dibe, weke fermandara pêşeng a YJA Starê hemû erkên xwe bi serkeftinên bilind bi cih aniye. Di demeke kin de di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bû milîtanekî jêhatî; Hevrêya me Nûda ku girêdana wê ya bênavber bi Rêber Apo, şehîdên me û Partiya me re heye, bi meşa di xeta fedaiyan de li dijî dagirkeran heta guleya dawî şer kir, gihişt şehadetê û fermana serketinê da hevrêyên me yên mayî.

DÎROK SERHED

Hevrêya me Dîrok li navçeya Dihê ya Sêrtê di malbateke welatparêz de ji dayik bû ku fermandarê me yê efsanewî Egîd (Mahsum Korkmaz) yekem car li wir li dagirkeran xist û berê dîroka gelê me guhert. Ji zaroktiya xwe ve bi guhdariya êşên gelê Kurd ên li dijî neyaran mezin bû. Ev rewş bû sedem ku hevrêya me Dîrok li dijî dijmin bi hêrs be. Dîsa derketina dîrokî ya fermandarê me yê pêşeng Egîd jî di hevrêya me Dîrok de kir ku hêviyên gelê me yên ji bo siberoja azad her tim zindî bihêle. Hevrêya me Dîrok ku di zane ev azadiya ku gelê me bi berdêlên mezin heq dike, tenê bi têkoşînê dikare bê afirandin û her tim di nava lêgerîna têkoşînê de bû. Hevrêya me Dîrok a ku hebûna dijmin a li Kurdistanê ti carî nepejirand, çalakiya herî biçûk a li hemberî dijmin jî bi nirx dît. Ji ber vê yekê jî her tim li hemberî dijmin weke prensîbeke pêwîst diyar kiriye. Hevrêya me Dîrok ku di ferqa polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker e, dizanîbû ev yek bi awayekî sistematik li dibistanên taybet tên pêk anîn. Hevrêya me Dîrok ku di dema têkoşînê de hewl dida vê têkoşînê mezin bike, dizanibû ku ev yek encax bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e.

Li ser vê bingehê di sala 2013’an de ji herêma Gabarê tevlî nava refên gerîla bû. Nêzîkatî û hevrêtiya gerîlayan ku cara ewil dît, gelekî bandor li wê kir; Layîqbûna wan kir şîara hemû jiyana xwe ya şoreşgerî. Hevrêya me Dîrok ku demeke kurt li herêma Gabarê ma, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Bi perwerdeya bingehîn a ku li vir dît, di mijarên jiyana gerîla, şêwazê şer û taktîkan de kûr bû. Li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li dijî destketiyên gelê me, bi gelê me re di nava refên berxwedanê de cih girt. Tevî ku di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê de bi şehadeta gelek hevrêyên xwe bandor bû jî, lê ev yek kir bingeha têkoşînê. Di vê wateyê de xwe di warê îdeolojîk de jêhatîtir kiriye û biryar daye ku têkoşîna xwe bi dijwarî bimeşîne. Hevrê Dîrok ku piştî erka xwe ya di şerê li dijî çeteyan de bi awayekî serketî bi dawî kir, vegeriya çiyayên Kurdistanê û gihiştiye wê baweriyê ku asta tevlîbûna heyî nikare bibe bersiv ji pêvajoya derbasbûyî re. Li dijî êrîşên dijmin ên qirkirinê, weke milîtanekî Apoyî xeta fedaîbûnê esas girt. Bi vê armancê di sala 2017’an de tevlî xebatên Hêzên Taybet bû. Hevrêya me Dîrok ku weke şopdarê Berîtan û Zîlane û fedaîbûnê weke şêwazê jiyanê dihesibîne, ji tevlîbûna di nava xebatên şoreşgerî heta têkiliyên xwe yên dawî, her tim xeta fedaî esas girtiye. Bi perwerdeyên ku dîtî re sekna xwe ya fedaî a jiyanê hîn xurtir kir. Hevrêyê me Dîrok ku bi asta lêhurbûnê ya gihaştiye re xwest hîn bêhtir zemînan pêşkêşî têkoşîna azadiyê ya gelê me bike, xwest li ser vê bingehê berê xwe bide Bakurê Kurdistanê. Ji bo pêkanîna vê daxwazê, xwe hîn bêhtir ji aliyê leşkerî ve kûr kiriye û di warê îdeolojîk û rêxistinî de xwe gihandiye şêweyeke dijwar.

Piştî ku pêşniyara wê ya çûyîna Bakurê Kurdistanê hat qebûlkirin, bi coş û heyecaneke mezin berê xwe da Botanê. Ji kêliya yekem a ku çû qada Botanê, bi tevlîbûna xwe ya fedaî û bi coş hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêya me Dîrok ku bi xwebawerî, însiyatîf û kesayeta xwe ya zîrek armanc dike ku her keda xwe bigihîne serkeftinê, di demeke kin de bi van taybetmendiyan bûye milîtanekî pêşeng. Hevrêyê me Dîrok ku ruhê serdema nû bi tevlîbûna xwe ya bêhesab gelekî baş nîşan dide, bi berxwedana xwe ya heta nefesa xwe ya dawî li qada Bestayê ku fermandareke pêşeng a YJA Starê ye, fedaîtiya xwe bilind kiriye."