HPG'ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 5 gerîlayên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em ê xeta berxwedanê ya hevrêyên xwe ji xwe re bikin esas û careke din soz didin ku bi ser bixînin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Têkoşîna me ya azadiyê ya Kurdistanê bi berxwedana dîrokî ya şehîdên me yên nemir ku di nava şert û mercên herî giran de bi fedaîtî şer kirin, gihîşt vê astê û hêviya paşeroja azad a gelê me xurt kir. Hevrêyên me Şiyar, Şevger, Têkoşer, Rêzan û Zinar dilop bi dilop xwîna xwe rijandin, h ebûna gelê me parastin û can dan têkoşîna azadiyê. Weke ewladên leheng ên Kurdistanê, wezîfeya dîrokî bi berpirsyariyeke mezin bi serketî bi cih anîn. Hevrêyên me Şiyar, Şevger, Têkoşer, Rêzan û Zinar bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Bila serê malbatên wan ên hêja, gelê me yê welatparêz sax be û em careke din soz didin ku xeta berxwedanê ya ku wan li pey xwe hiştine ji xwe re bikin esas û bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Şiyar Azad
Nav paşnav: Samet Yuce
Cihê jidayikbûnê: Qers
Dayik-Bav: Rûken-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2017 / Cîlo

Nasnav: Şevger Germikî
Nav paşnav: Emrah Avci
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Saniye-Haci
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2017 / Cîlo

Nasnav: Têkoşer Gimgim
Nav paşnav: Delîl Yilmaz
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Sabriye-Ercan
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2017 / Cîlo

Nasnav: Rêzan Kato
Nav paşnav: Bariş Orhan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Mîrarihan-Abdulcebbar
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Nîsana 2017 / Zap

Nasnav: Zinar Pasûr
Nav paşnav: Kazim Kaya
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Nefîse-Fehmî
Dem û cihê şehadetê: 21'ê Nîsana 2017 / Avaşîn

 ŞIYAR AZAD

Hevrêyê me Şiyar li Qers a welatparêz ji dayik bû, ku ev herêm yek ji cihên destpêkê ye ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê lê gihîşt gelê me yê welatparêz, girseyî bû û bi serhildanan xwedî li têkoşîna me derket. Hevrêyê me dis ala 1996'an de tevî malbata xwe koçî Çûbûk a Enqereyê kir, li metropolên Tirkiyeyê rastiya dijmin ji nêz ve nas kir û bi vî rengî mezin bû. Hevrêyê me encamên siyaseta dewleta Tirk a mêtinger dît ku çawa gelê Kurd ji cewhera xwe dûr dixîne û asîmîle dike. Li hemberî van êrîşên qirêj weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet gihîşt wê baweriyê ku divê teqez têbikoşe. Li Enqereyê gava ku diçû zanîngehê, firsend dît ku felsefeya Rêber Apo û partiya me PKK'ê bêhtir nas bike û bi rengekî çalak tevlî karên ciwanan bû. Nêzî du salan gelekî hewl da ku ciwanên Kurd ji polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê biparêze û her tim di nava lêgerîna bilindkirina têkoşînê de bû. Dema ku kar dikir gelek caran ahte destgîrkirin, tevî vê yekê jî ji biryardarî û xwesteka xwe ya têkoşînê paşve gav neavêt. Li gel zextên dagirkeran berxwedana dewam kir. Hevrêyê me Şiyar ti carî Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ji bîr nekir ku li hemberî damezrînerê partiya me PKK'ê û hêviya azadiyê ya jin, ciwan û gelên bindest li hemberî Rêber Apo, di heman demê de di şexsê wî de li hemberî gelê me hate kirin. Li dijî mêtingeran û piştevanên wan, xwedîderketina li xeta Rêber Apo ji xwe re kir bingeha jiyana şoreşgerî. Hevrêyê me di Sibata 2006'an de derfetên sîstemê ku qaşo pêşkêşî wî kiribûn red kir, berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Hevrêyê me Şiyar perwredeya şervanê nû bi serketî qedand, bi perwerdeyên li nava refên PKK'ê wergirtî ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve timî xwe bi pêş ve bir û li ser vê bingehê ji bo bicihanîna pêwîstiyên pêvajoyê timî hewl da. Li her qadê têkiliyeke xurt bi hevrêyên xwe re danî, di têkoşîna dijî dijmin de ji bo têkiliyekê jî dudil nebû, di nava şert û mercên herî giran de karekî serketî kir. Hevrêyê me demekê li qada Ewropayê kar, piştre careke din li çiyayên Kurdistanê vegeriya û timî hewl da li qadên herî dijwar ên têkoşînê bimîne. Hevrêyê me Şiyar bi xurtî û ji dil ji jiyana gerîla ya pîroz hez kir, bi nêzîkatiyên xwe yên berpirsyarane li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û kêfxweşiyê. Ji bo tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne bi biryardarî û îdîayeke mezin tevlî nava jiyan û têkoşînê bû, sekneke tûj a têkoşînê nîşan da. Sala 2016'an derbasî Zagrosan bû, li dijî dewleta Tirk a dagirker cihê xwe di nava têkoşîneke xurt û bi bandor de girt. Her tim xwe perwerde dikir, tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve dikir û hewl dida di gerîlatiyê de profesyonel bibe. Bi girîngiyeke mezin nêzî pergal û dîsîplînê dibû, bi vî rengî li nava hevrêyên xwe dihate naskirin, her kêliya jiyana xwe da Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û mîrateyeke mezin a têkoşînê ji hevrêyên xwe re hişt.

ŞEVGER GERMIKÎ

Hevrêyê me Şevger li yek ji navendên berxwedanê Şirnexê ji dayik bû ku li dijî dagirkerî û dagirkeran bi serhildana xwe hêz da gelê me. Hevrêyê me li nava malbateke dilsozê nirxên Kurdistanî mezin bû, derfet dît ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû nas bike. Li ber êrîşên îmha, înkar û asîmîlasyonê serê xwe netewand, li gel zext û zordariyê jî her timî xwedî li xeta welatparêziya xurt a partiya me PKK'ê derket û bi çanda berxwedanê ya gelê me mezin bû. Li hemberî êrîşên bêrehm ên dewleta Tirk a mêtinger ên li dijî gelê me, bû xwedî hêrseke mezin û kete nava lêgrîna li têkoşînê. Hevrêyê me Şevger sala 2008'an tevlî nava karên ciwanan bû, ji bo ciwanên Kurd ji pençeyên polîtîkayên asîmîlasyonê rizgar bike gelekî hewl da. Hevrêyê me li nava refên têkoşînê felsefeya Rêber Apo û partiya me PKK ji nêz ve nas kir, bi enerjiya ciwantiyê bêsekin xebitî û bandoreke mezin kir. Hevrêyê me Şevger ku dewleta Tirk a dagirker ew kir hedef, tevî ku gelek caran hate destgîr-kirin ti carî ji têkoşîna xwe venegeriya. Di sala 2011'an de ji aliyê dagirkeran ve hate girtin, têkoşîna xwe li zindanên dagirker dewam kir. Hevrêyê me Şevger qada zindanê tevî hevrêyên xwe kir zemîna têkoşîneke bi bandor û perwerdeyê. Timî xwe bi pêş ve bir û di xeta azadiyê de her tim meşiya.

Piştî ku ji zindanên mêtingeran derket, têkoşîna xwe bênavber dewam kir û gihîşt wê baweriyê ku gelê me tenê bi têkoşîna gerîla ya dîrokî ya PKK li çiyayên qedîm ên Kurdistanê dimeşîne dikare azad bibe û sala 2014'an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Hevrêyê me Şevger perwedeya xwe ya gerîlatiyê ya bingehîn bi serketî qedand, derbasî Zagrosan bû û li vê derê pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê kir. Bi tevlîbûna xwe ya bi daxwaz û kelecan, zû hînî şert û mercên zehmet ên gerîlatiyê bû. Ji roja ku tevlî gerîla bû û pê ve ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve hewl da xwe bike milîtanekî pêşeng. Bi taybetî di fêhmkirina Rêber Apo de û di jiyana bi felsefeya Rêbertî de hesasiyeteke mezin nîşan da, li her qada ku lê ma bû milîtanekî hêja yê PKK'ê. Dema ku dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkirinê êrîş bir ser qada Cîloyê, hevrêyê me Şevger bû xwedî wê firsendê ku hesab ji mejiyê faşîst bipirse û tola gelê me hilîne. Lewma di asta pêşengiyê de tevlî gelek çalakiyên li dijî dagirkeran bû. Di nava hevrêyên xwe de bi kesayetiya xwe ya kedkar û dilnizm dihate naskirin. Bi hezkirina xwe ya mezin a hevrêtiyê, bi tevlîbûna xurt a li nava jiyanê, bi hewldana xwe ya parastin û pêşvebirina nirxên partiyê li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê. Di temenê xwe yê ciwan de tevlî nava refên têkoşînê bû, li nava refên berxwedanê yên dîrokî cihê xwe li eniya herî pêş girt û bi têkoşîna xwe bû mînak ji ciwanên Kurd re. Hevrêyê me Şevger di têkoşîna me de wê timî pêşiya me ronî bike.

TÊKOŞER GIMGIM

Hevrêyê me Têkoşer li navçeya Gimgim a Mûşê ji dayik bû ku yek ji navendên berxwedanê yên herêma Serhedê ya dilsozê nirxên Kurdistanî ye. Hevrêyê me li nava malbat û derdorekê mezin bû ku hestên xwe yên welatparêziyê xurt e û dilsozê çanda Kurd e. Çanda berxwedanê zû pejirand. Ji ber polîtîkayên asîmîlasyon û zextê yên ku dewleta Tirk a mêtinger li hembeî gelê me dimeşîne, neçar ma ku tevî malbata xwe koçî Ewropayê bike û bi hesreteke mezin a li xaka pîroz a Kurdistanê mezin bû. Tevî ku li navenda sîstema Modernîteya Kapîtalîst mezin bû, hevrêyê me Têkoşer ti carî ji berxwedanê û têkoşîna bi rûmet a gelê me qut nebû. Hevrêyê me, jiyana şexsî û qutbûna ji civakê ya sîstemê red kir, êşên gelê me timî di dilê xwe de hîs kir. Ji ber ku ji xizmên wî tevlîbûn li nava refên têkoşînê çêbû û hinek jê şehîd ketin, hewl da ku rastiya şehîdan baş fêhm bike û xwedî li têkoşîna wan derkeve. Hevrêyê me ji bo demekê tevlî nava karên ciwanan bû, tevlîbûna xwe têrker nedît û xwest li navenda têkoşînê li çiyayên Kurdistanê cihê xwe di nava berxwedana dîrokî de bigirge. Li hemberî êrîşên qirker ên hovane yên li Rojava û Şengalê li dijî gelê me dihate kirin, ti carî bêdengî li xwe qebûl nekir û sala 2014'an ku êrîşên li ser gelê me giran bûn tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Hevrêyê me li Botanê beşdarî nava refên grîla bû, hesreta li welêt bi dawî kir û li nava refên têkoşînê sekneke bi biryar nîşan da. Ji Botanê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, piştî perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê bi serketî qedand, derbasî herêma Qendîlê bû û dest bi pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê kir. Hevrêyê me ji xwe re kir esas ku her tim xwe bi pêş ve bibe, di xeta serketinê de bibe gerîlayekî şareza û demekê tevlî nava karên Hêzên Taybet bû. Piştre derbasî keleha berxwedanê ya Zagrosan qada Cîlo bû, têkoşîna xwe ya bi bandor li vê erdnîgariya tund û asî ya Kurdistanê dewam kir. Bi kesayetiya xwe ya milîtan li pêş bû, tevlî nava gelek çalakiyan bû û pêşengî ji gelek çalakiyan re kir ku derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hate xistin. Hevrêyê me di wê baweriyê de bû ku êrîşên dewleta Tirk a mêtinger ên li hemberî gelê me divê ti carî bêbersiv nemînin û bi têgihiştina ku bersivdayin jî bi kesayetiyekî milîtan ê xwe li ser bingeha sekna îdeolojîk û leşkerî baş bi rêxistin kiriye dikare bibe, di her qada jiyanê de xwe perwerde kir. Li gel nêzîkatiyên xwe yên ji dil û dilnizm ên di têkiliyên hevrêtiyê de, her wiha bi sekna xwe ya ku tawîz ji parastin û pêşvebirina jiyana rêxistinê nedida, bû milîtanekî pêşeng, her tim hewl da wezîfeyên demê bi serketî bi cih bîne. Xeta milîtaniyê ya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê heta kêliya ku şehîd bikeve bêteredût meşand. di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Têkoşer bila serê gelê me yê welatparêz sax be. Em careke din soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêyê xwe bi ser bixînin.

RÊZAN KATO

Gelê Kurd her tim pişta xwe spartiye çiyayên Kurdistanê yên bi heybet, baweriya xwe bi dostê xwe yê herî mezin bi çiyê anî û ji ber vê yekê karîbû li ber her êrîşên li dijî îradeya xw eya azadiyê rabe. Gelê me ku bi sedan salî li quntara çiyayên qedîm ma, bi saya çiyê çanda xwe ya civakî parast û xwe gihand vê serdemê. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî di dema destpêkê de çiya ji xwe re kirin war, bi çiyê re bûn yek û yek ji çiyayên asî yên Botanê ku navenda me ya berxwedanê ye çiyayên Katoyê şahidî ji gelek destanên lehengiyê yên Apoyî re kir. Hevrêyê me Rêzan û malbata wî weke ferdên eşîra Marînosê li cografya bi heybet a çiyayên Katoyê bûn. Lê belê ji ber polîtîkayên şewitandin û hilweşandina Kurdistanê yên dewleta Tirk a faşîst qirker mêtinger, neçar man koçî Wanê bikin. Hevrêyê me Rêzan li Wanê ji dayik bû, li nava çanda civakî ay eşîra Marînos a welatparêz û li zemîna dilsoziya malbata wî ay li tevgra azadiyê mezin bû. Lewma hîn di zarokatiyê de hestên welatparêziyê di dilê wî de bi cih bûn û bi hişmendiya têkoşîna azadiyê ya gel mezin bû. Li taxa Xaçortê ya Wanê ku bi welatparêzî û serhildanên xwe tê naskirin, mîna gelek ciwanên Kurd tevlî serhildanê bû. Di van serhildanan de rastiya dijmin dît, hestên raperîn û kêliyên azadbûnê jiya. Tevî ku li dibistanên dewleta Tirk dxiwend, li nava rejîma asîmîlasyonê xwe parast, neheliya. Bala xwe timî li ser gerîla bû ku qehremanên ciwanên Kurd hemûyan e. Kete nava wê lêgerînê ku beşdarî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bibe, hîn bi çalak cihê xwe di nava têkoşînê de bigire. Sala 2015'an dema ku dewleta Tirk a mêtinger li dijî gelê Kurd dest bi êrîşa qirkirinê ya topyekûn kir, hevrêyê me Rêzan jî weke bersiveke mezin berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Li herêma Zapê dest bi gerîlatiyê kir, li vir tevlî perwerdeya şervanên nû bû û meşa xwe ya şoreşê da destpêkirin. Li xaka pîroz a Zapê jiyana Apoyî hîn bû, pîvanên PKK'ê di kesayetiya xwe de bi cih kir. Bi kesayetiya xwe ya bi coş, dînamîk û kelecan, hewl da her tim tiştên nû hîn bibe. Bi saya van taybetmendiyên xwe zû bi pêş ket û hînî gerîlatiyê bû. Tiştên ku hîn bû jî bi samîmî û cidiyeteke mezin derbasî pratîkê kir û di jiyana xwe de şênber kir. Hevrêyê me Rêzan bi hevgirtiya xwe ya şoreşgerî bû mînakek mezin û li nava hevrêyên xwe hate hezkirin, bû cihê hurmetê. Bi milîtanî û sekna xwe ya Apoyî, bi tevlîbûna xwe ya ji dil, her tim ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin. Mîrateya têkoşînê ya ku hevrêyê me Rêzan ji me re hişt wê di têkoşîna me ya serketinê de timî rêya me ronî bike.

ZINAR PASÛR

Bajarê Amedê ji berbanga mirovahiyê ji şaristaniya şoreşa neolîtîkê re bû dergûş. Bi çiyayên xwe yên bi ehybet û deştên xwe yên dewlemend malovanî ji gelê me re kir. Kurdan bi hezaran salan Amed ji xwe re kirin war, welat û li vê derê li ser koka xwe jiyan, xwe gihandin heta vê astê. Lewma bajarê Amedê ne tenê ji bo xelkê me yê Amedê, ji bo hemû Kurdan bû qibleya Kurdîtiyê, bû bajarê sereke yê Kurdistanê. Ev rewş û koka dîrokî ya Amedê kir ku çanda welatparêziyê timî lê xurt be. Lê belê ya ku Amed kir Amed, pêngava dîrokî ya PKK'ê, berxwedana dîrokî ya li Zindana Amedê ya bi pêşengiya hevrê Mazlûm Dogan, agirê li bedena Çaran û xeta berxwedanê ya çalakgerên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê bû. Xelkê Amedê li ser bingeha mîrateya berxwedanê ya Amedê ji nû ve vejiya, rabû serhildanê, sekneke xurt a welatparêziyê nîşan da ku heta niha jî dewam dike û tirs xistiye dilê dijmin. Bêguman ev yek bi saya ewladên hêja, leheng û bedew hate kirin ku tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûn û bi lehengî şer kirin, şehîd bûn. Bi rengekî ku li vê dîroka bi heybet a Amedê tê, yek ji beşdarên têkoşîna azadiyê hevrêyê me Zinar bû. Hevrêyê me Zinar li nava malbateke welatparêz, dilsozê nirxên xwe yên civakî û kedkar ji dayik bû û mezin bû. Hevrêyê me ji bo alîkariyê bi debara malbata xwe bike hîn di zarokatiyê de li gelek deveran xebitî û ked nas kir. di vê demê de hem rewşa gelên bindest hîs kir û fêhm kir, hem jî mêtingeriya li ser gelê Kurdistanê nas kir. Dewleta Tirk ew bi zorê tevlî leşkeriya ji neçarî kir. Hevrêyê me Zinar li vê derê rûyê rast ê dewleta Tirk hîn bêhtir ji nêz ve nas kir.

Hevrêyê me Zinar ku bala xwe li ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê bû û hestên xwe yên welatparêziyê xurt bû, di sala 2015'an de biryar da ku beşdarî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bibe. Li hemberî yên ku bi nemerdane êrîşî gelê Kurd dikin û bi xwînxwarî şer îlan kirin ku çokê bidin tewandin, bawer kir ku bersiva herî mezin tevlîbûna li nava gerîla ye, têkoşîna li çiyê ye. Li ser vê bingehê di salvegera Cejna me ya Vejînê 15'ê Tebaxê de biryar da ku tevlî nava PKK'ê bibe û xwe gihand çiyayên Amedê. Xwegihandina çiyayên Kurdistanê, li Amedê tevlîbûna li nava refên gerîla ji bo xwe weke xwgihandina koka xwe pênase kir. Mîna darek li ser xaka xwe şîn dibe, meşa şoreşê ji Amedê da destpêkirin. Piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li vir tevlî perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê bû û li Amedê dest bi pratîka gerîlatiyê kir. Li Avaşînê pîvanên jiyanê yên Apoyî, hevrêtiya PKK'ê di kesayetiya xwe de bi cih kir û di hunera gerîla de xwe perwerde kir. Li ser vê bingehê li Zagrosan di astên cuda de wezîfe kir. Kesayetiya wî ya dilnizm û taybetmendiyên wî yên kedkar li her deverê kir ku bibe milîtanek ku li nava hevrêyên xwe bê hezkirin. Li Avaşînê bi rengekî çalak tevlî pratîka şer bû, cihê xwe di nava çalakiyan de girt. Hêrsa li dijî mêtingeran bi performansa xwe ya li nava çalakiyan bi hilanîna tolê nîşan da. Hevrêyê me Zinar weke milîtanekî ji dil, fedakar û wêrek mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hişt û wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn."