HPG'ê 12 gerîlayên li Amedê şehîd bûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, 12 gerîlayên Mijdara 2017'an li Amedê di operasyona artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, 16'ê Mijdara 2017'an li navçeya Pasûr a Amedê di operasyoneke artêşa Tirk de 12 gerîlayên bi fermandariya Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Dogan Zinar şehîd ketine.

Navendê diyar kir, nasnameya şehîdan nû zelal bûye û da xuyakirin ku di heman şerî de gerîlayek jî dîl ketiye destê "hêzên dijmin".

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"16'ê Mijdara 2017'an artêşa Tirk a dagirker, li bejahiya navçeya Pasûrê ya Amedê, li herêma Guhermê dest bi operasyoneke berfireh kir. Di operasyonê de ku bi teknîka pêşketî û bi hezaran leşker pêk hat di navbera leşkerên artêşa Tirk a dagirker û hevrêyên me de, li du deverên cuda şerekî giran qewimîne. Di şer de ku bi saetan dom kir artêşa Tirk a dagirker gelek kuştî û birîndar dan. Di encama vî şerê giran de, Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê hevrêyê me Dogan Zinar jî di nav de, 12 hevrêyên me şehîd bûn. Di vî şerê giran de nasnameya hevrêyên me yên şehîd destpêkê nehatiye zelalkirin. Her wiha hevrêyê me Mawa (Erhan Ertugrul) jî bi birîndarî dîl ketiye destê hêzên dijmin.

HPG'ê, li ser kesayet û berxwedana fermandar Dogan û 11 şervanên azadiyê wiha got, "Berxwedana hevrê Dogan û her 11 hevrêyên di bin fermandariya wî de ku tevî hemû arastebûnên dijminê dagirker ala berxwedanê bilind kirin û rê nedan dijmin, li dijî ferzkirinên radestî û xiyanetê, heta fîşeka xwe ya dawî bi vîneke mezin şer kirin û mînakeke destanî nîşan dan. Li xaka berxwedanê li Amedê, berxwedana zarokên Kurdistanê bûye yek ji nîşaneya sekn û helwesta xeta fedayî ya Apoyî.

Li şûna ku li ber dijminên faşîst çok deynin û serê xwe bitewînin, van lehengan bi serbilindî berxwedan û têkoşîn bijartin û tevlî karwanê nemiran bûne. Em van lehengên mezin bi rêzdarî û minet bibîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan a hêja ditewînin. Di serî de malbatên şehîdan, ji hemû gelê welatparêz ê Amed û Kurdistanê sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku ala berxwedanê ya van hevrêyên me yên qehreman li pey xwe hiştin bilind bikin, heta armaca wan pêk bînin ta bigihînin serketinê. Ev erka hemû gerîlayên HPG'ê ne. Bila her kes baş bizane ku wê her gerîlayekî HPG’ê bibe Doganek û derbên giran li dijminê dagirker bide heyf û tola şehîdan rake. Li ser vî esasî em di kesayetiya hevrê Dogan û 11 hevrêyên di bin fermandariya wî de tevlî karwanê nemiran bûne, careke din bi bîr tînin. Em soz didin ku wê xwîna hevrêyên me li erdê nemîne û em ê tola şehîdên xwe yên nemir rakin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Dogan Zinar
Nav û paşnav: Abdulselam Arslan
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik û Bav: Leyla - Abdulcelil
Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed

Nasnav: Azad Amara
Nav û paşnav: Mahsum Ay
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik û Bav: Zehra - Ahmet
Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed

Nasnav: Aze Berxwedan
Nav û paşnav: Hatice Merve Temel
Cihê ji dayikbûnê: Hatay
Navê Dayik û Bav: Dilfiruz - Suleyman
Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed

Nasnav: Beritan Tolhildan
Nav û paşnav: Mercan Erkol
Cihê ji dayikbûnê: Van
Navê Dayik û Bav: Kumru - Hesin
Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed

Nasnav: Doktor Farqin
Nav û paşnav: Doktor Başaran
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Aysel - Hasan
Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed

Nasnav: Ozgur Amed
Nav û paşnav: Mine Canik
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Fikriye - Ahmet
Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed

Nasnav: Reber Farqin
Nav û paşnav: Ferman Tarhan
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Sitkiye - Recep
Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed

Nasnav: Rustem Cilo
Nav û paşnav: Şahin Şahin
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Fatma - Yunus
Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed

Nasnav: Sara Têkoşîn
Nav û paşnav: Meryem Akpolat
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Navê Dayik û Bav: Neslihan - Celal
Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed

Nasnav: Viyan Avşîn
Nav û paşnav: Merva Welid Ahmet
Cihê ji dayikbûnê: Kobanê
Navê Dayik û Bav: Mewlude - Welid
Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed

Nasnav: Zarîn Gimgim
Nav û paşnav: Seher Aktaş
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Navê Dayik û Bav: Ezver - Cezmi
Cih û dîroka şahadetê: 16 Mijdar 2017 / Amed