Hozat: Divê Kurd teqez biçin ser sindoqan

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir, Serokkomarê Tirk Erdogan li dijî Kurdan polîtîkayên zexel dimeşîne û got, divê Kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê teqez biçin ser sindoqan.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat tevlî bernameya taybet a Stêrk TV bû û bersiv da pirsên rojnamevan Enes Yildiz. Hozat di destpêka axaftina xwe de şehîdên Newrozê bi bîr anî û got, "Newrozê li Rêber Apo, gelê me, di şexsê Leyla Guven û Nasir Yagiz de li berxwedêrên greva birçîbûnê hemûyan û li gelê Rojhilata Navîn pîroz dikim. Di şexsê Mazlûm Dogan de şehîdên Newrozê hemûyan bi bîr tînim."

Hozat bi bîr xist ku ew dest bi meha lehengiyê dikin û di şexsê fermandarê Egîd de şehîdên azadî û şoreşê bi rêzdarî bi bîr anî. Hozat got, "Meha Adarê meheke girîng e. Berxwedanên mezin di vê mehê de rû dan. Bi pêşengiya jin û ciwanan bi ruhê 14'ê Tîrmehê û Newrozê li zindanan û li derve bi berxwedaneke bêhempa têkoşîn tê geşkirin. Ev gelekî girîng e.

Êşkenceyeke giran li Rêber Apo tê kirin. Li Îmraliyê polîtîkayên qirker tên kirin. Dewlet li derveyî Îmraliyê jî li Kurdistanê li ser gelê Kurd û li herêmê van polîtîkayan dimeşîne. Li dijî vê yekê berxwedaneke mezin heye. Leyla Guven, Nasir Yagiz û hevalên li zindanan îro pêşengiyê ji vê berxwedanê re dikin. Wekî din li Strasbourgê, li welatên cuda yên Ewropayê, li Bakur, li navendên HDP'ê berxwedaneke mezin heye. Li Başûr di nava gelê me yê Soran de berxwedaneke mezin heye. Li Rojava gel li ser piyan e, li Ewropayê gelê me li ser piyan e."

'JI BO ŞIKANDINA TECRÎDÊ HELWESTA HEYÎ NE BES E'

Hozat diyar kir, her diçe piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê zêde dibe û wiha pêde çû, "Li Kurdistanê û welatên din gelê me bi xurtî piştgiriyê dide berxwedêrên greva birçîbûnê. Xwedî li berxwedanê derket. Ev gelekî girîng e. Xwedîderketineke mezin heye. Di çapemeniya giştî de jî bû rojev. Di civaka navneteweyî de jî xwedîlêderketineke girîng heye. Di mijara doza Kurd û Rêbertiyê de zanebûnek heye. Lê belê ev ne bes e. Nexasim li Bakur û Tirkiyeyê bi mîlyonan mirovên me dijîn. Divê raya giştî ya demokratîk, hêzên demokrasiyê bêhtir dengê xwe bilind bikin, bêhtir xwedî lê derkevin. 

Tecrîda li Îmraliyê, tecrîdeke ku li hemberî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê tê pêkanîn. Dewleta Tirk di şexsê Rêber Apo de li dijî Kurdan şer dike. Di rastiyê de ya tê kirin ev e. Divê em vê baş bizanin. Nîvê civakê li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ye. Dizanin ku desthilatdarî, ji bilî zext, êşkence, birçîbûnê, êş û tundiyê tiştekî nayne. Civaka Tirkiyeyê, jinên li Tirkiyeyê bi zilmê re rû bi rû ne. Bi tecrîdeke mezin re rû bi rû ne. Ti kes nikare bi awayekî azad fikr û ramanê xwe bîne ziman. Nikare jiyaneke azad, wekhev û demokratîk bijî."

'PIRSGIRÊKA PAŞEROJÊ YA ERDOGAN Û BAHÇELÎ HEYE'

Hozat di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku pirsgirêka Erdogan û Bahçelî ya paşerojê heye û wiha domand, "Li Tirkiyeyê hiqûq û demokrasî nema. Li qadên siyasî, civakî û aborî de rewşa Tirkiyeyê gelek xirab e. Gel di nava şer de ye. Lê belê nijadperestiya AKP-MHP'ê zêdetir bûye. Dixwazin di nava civaka Tirkiyeyê de tirsê biafirînin. Her roj dibêjin 'pirsgirêka paşeroja welêt' heye. Lê belê dema em li rastiyê dinêrin pirsgirêka paşeroja Tirkiyeyê nîne, pirsgirêka Erdogan-Bahçelî ya paşerojê heye.

Pirsgirêka paşerojê, pirsgirêka desthilatdariya AKP-MHP'ê ye. Hebûna wan pirsgirêka paşerojê ya civaka Tirkiyeyê ye. Heke ev desthilatdarî ji holê bê rakirin, wê li Tirkiyeyê pirsgirêka aborî û civakî nemîne. Ev desthilatdarî bi xwe pirsgirêka paşerojê diafirîne. Sedema pirsgirêka paşerojê ye berxwedana gel e, desthilatdariya AKP-MHP'ê ye. Azadbûna Tirkiyeyê, xwe rêvebirina gelê Kurd û avabûna xweseriya Demokratîk a li Bakurê Kurdistanê wê çima bibe pirsgirêka paşerojê? Çareserbûna pirsgirêka Kurd wê paşeroja Tirkiyeyê ronî bike."

'MÛXALEFETA TIRKIYEYÊ XURT NÎNE, HDP BI TENÊ DIMÎNE'

Hozat bal kişand ser rola mûxalefeta Tirkiyeyê û got, "Li Tirkiyeyê mûxalefet lawaz e. Desthilatdariya AKP-MHP'ê heke li hemberî gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê polîtîkayeke faşîzane dimeşîne, sedema wê kêmbûna berxwedan û têkoşînê ye. Mûxalefeteke parçeyî û lawaz heye. Hêzên demokratîk jî bi hev re tevnagerin. Ne weke blok, enî, her kes li gorî xwe têkoşînekê dimeşîne. Lewre desthilatdarî zext û zoreke zêdetir pêk tîne. Heke li hemberî vê berxwedaneke tevahî û mûxalefeteke bi hêz hebe ew jî HDP ye. HDP tenê dimîne. 

Li hemberî HDP'ê polîtîkaya qirkirin û tasfiyeyê tê pêkanîn. Hemû welatparêzên ku aktîf dixebitin tên girtin. Siyasetmedar û wekîl tên girtin. Her roj li dijî HDP'ê êrîş pêk tên. Lewre nahêlin ku HDP li dijî faşîzmê têkolîneke bi hêz bikin. Ji bo lawazkirin û ji holê rakirina faşîzmê berxwedaneke mezin pêwîst e. Berxwedana HDP dimeşîne hêja ye. Li hemberî ewqas şer, tundî tundiyê têkoşîn û berxwedaneke mezin heye. Ev baş e, lê belê ne bes e. Ev roj dikeve ser milê jin, ciwan, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê û HDP'ê.”

'EV HILBIJARTIN JÎ PARÇEYEKÎ BERXWEDANÊ YE'

Hozat bal kişand ser hilbijartinên 31'ê Adarê û bersiv da gotina Erdogan û wiha got, "Erdogan dijminatiya Kurdan dike. Kî qala nasname û baweriyeke cuda bike dibêje bila biçin welatekî din. Ev faşîzm e, nijadperestî ye. Erdogan hesab kiriye ku çiqas dijminatiya Kurdan bike wê ewqas dengan bigire û nijadperestan li dora xwe kom bike. 

4 sal in desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li dijî Kurdan komkujiyê pêk tîne. Hesabê wan ew bû ku wê salekê Kurdan radest bigirin. Xwestin vîna gel bişkînin û tevgera azadiyê tasfiye bikin. Nexwestin ku ti kesê li dijî wan li ber xwe dide bimîne. Niha em dibînin ku berxwedana li Kurdistanê her ku diçe mezintir dibe. Di destê AKP'ê de tenê sermayeke wê maye, ew jî nijadperestî ye. Siyaseta Erdogan-Bahçelî gelan ji hev cihê dike, dike dijminê hev. Ev desthilatdarî bi vê rêbazî dixwaze li ser piya bimîne.

Ev hilbijartin gelek girîng e. Ev hilbijartin bingeha şkandina tecrîdê, têkbirina faşîzmê û pêkanîna azadiya Kurdistanê pêk tîne. Divê em hilbijartina 31'ê Adarê parçeyekî vê têkoşîn û berxwedanê bibînin. Di vê hilbijartinê de wê gelê Kurd û Tirk û hêzên demokrasiyê bi ser bikeve. Wê faşîzma Erdogan-Bahçelî derbeyeke mezin bixwe. 

KURDÊN LI BAJARÊN TIRKIYÊ DIJÎN DIVÊ TEQEZ DENGÊ XWE BIKAR BÎNIN

Hozat diyar kir ku gelê Kurd li vîna xwe xwedî derdikeve û dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe û wiha pêde çû, “AKP'ê hemû şeredariyên Kurdan desteser kirin, bi qeyûman dizîn. Niha fersend heye. Divê gelê Kur di vê hilbijartinê de bersiveke xurt bide faşîzmê. Gelê me di nav tevgerîneke mezin de ye. Li her derî seferberî heye. HDP li her derê gelek baş tê pêşwazîkirin. Ev jî siyaseta Erdogan vala derdixe. Erdogan êdî ji bo dagirkirina Kurdistanê ti rêbazan nabîne. Ti eleqeya AKP'ê bi Îslmiyetê re nîne. Ji bo tinekirina Kurdan dîn û baweriyê îstîsmar dike. Êdî vê siyasetê îflas kiriye.

Kurd ji çav derxistine. Dibêje Kurdistan tine, bila Kurd welêt biterikînin. Dixwaze Kurdan tehrik bike ku Kurd neçin ser sindoqan dengê xwe bikar neynin ku AKP-MHP hilbijartinê qezenç bikin. Ev polîtîkayeke xayînî ye. Divê gelê me vê polîtîkayê baş bibîne. Divê ev desthilatdarî derbekê bixwe. Divê gelê me yê li bajarê Tirkiyeyê dijî teqez biçe ser sindoqan û dengê xwe bide. Dixwazim vê hişyariyê bikim. Li bilî hinek xayînan ez bawer nakim ku ti kes dengê xwe bide AKP'ê. Tifaqa Kurd-Ereb tratejîk e."

HETA KU AKP NEQEDE DAÎŞ JÎ NAQEDE

Hozat kaosa li Sûriyeyê û hevsengiyên herêmî nirxand û got, "7 sal in hêzên Sûriyeyê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer dikin. Li Bakurê Sûriyeyê û gelê Kurd berxwedaneke mezin nîşan da. Divê em çeteyên li Efrînê, Cerablûsê, Bab û Ezazê ji DAÎŞ'ê cuda nebînin. Beriya DAÎŞ'ê El Nûsra hebû, êrîşî Serêkaniyê kir. Ev çete piştre parçe bûn û li bajarên Sûriye û Iraqê dest bi şer kirin. Dûre navê DAÎŞ'ê hate bihîstin. Hemû jî parçeyên El Qaîdeyê ne. Ji aliyê mejî ve ti cudahî di navbera wan de nîne. Cudahiya çeteyên li Efrînê ji DAÎŞ'ê nîne. Mejiyê wan yek e.

Li pişt van çetyan AKP-MHP heye. AKP ji xwe DAÎŞ a li Tirkiyeyê ye. DAÎŞ ji xwe AKP ye. Di navbera wan de cudahî nîne. DAÎŞ'ê xwest hem li Sûriyeyê, hem li Iraqê dewleta xîlafetê ava bike. Li Sûriyeyê navenda wan Reqa bû, li Iraqê jî Mûsil. Çete DAÎŞ'ê ji holê hatin rakirin? Na, ev çete niha li Cerablûsê, Efrîn, Ezaz û Îdlibê ne. Divê ev têkoşîn bidome. Li Reqa û Dêra Zorê hucreyên xwe hene.

Li Bakurê Sûriyeyê hucreyên xwe yên razayî hene. Gundê Baxozê wê vê mehê rizgar bibe. Lê belê hebûna DAÎŞ'ê wê bi rengê cuda bidome. Wê bi navên cuda xwe birêxistinb ike. Wê kaosê derxîne, bombeyan biteqîne. DAÎŞ wê bi hêsanî ji holê ranebe. Ji ber ku AKP tine nebûye. Heta ku desthilatdariya AKP'ê hebe zehmet e ku DAÎŞ biqede. AKP ji aliyê leşkerî, siyasî û leojîstîk ve wê piştgiriya xwe ya ji bo DAÎŞ'ê bidomîne. Wê alîkariya çek û cebilxaneyê bide wan."

TIRKIYE BÛYE NAVENDA DAÎŞ'Ê

Hozat daxuyaniyên hêzên navneteweyî û Emerîkayê bi bîr xist ku digotin, ew ji ber DAÎŞ'ê li Sûriyeyê ne û got, "Eger dixwazin DAÎŞ'ê tine bikin divê desthilatdariya AKP'ê tine bikin. Her kes zane ku heta desthilatdariya AKP'ê hebe wê DAÎŞ xwe bi navên cuda birêxistin bike. Tirkiye bû navenda DAÎŞ'ê. DAÎŞ dixwaze xwe li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê birêxistin bike. Ev çete hemû ji Tirkiyeyê derbasî nava Sûriyeyê bûn. Dewleta Tirk ew ji sînor derbas kir, perwerde da wan. Ji ber vê yekê Tirkiyeyê weke welatê xwe dibînin. Piştrast in ku dema biçin Tirkiyeyê wê rizgar bibin.

Ev çete zanin ku Tirkiye bi çi rengî nêzî wan dibe. Dewleta Tirk xwedî li wan derdikeve. Ji ber vê yekê wê şer li Efrîn, Cerablûs, Bab û Ezazê girantir bibe. Çeteyên li wir hemû berhema DAÎŞ'ê ne. AKP jî rêveberiya siyasî ya DAÎŞ'ê ye. Di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de bi hezaran çeteyên DAÎŞ'ê hene. Divê li wir siyaseteke xurt bê meşandin. Pêwîste der barê esîrên DAÎŞ'ê her kes xwe berpirsyar bibîne. Divê hêzên koalîsyonê, dewletên Ewropayê bi berpirsyarî rabin. Bi hezaran çete ji Ewropayê hatine. Hinek ji Rûsyayê, hinek ji Çînê û hinek jî ji Kafkasyayê hatine."

DIVÊ RÊVEBERIYA ŞAMÊ BI KURDÊN LI SÛRIYEYÊ RE LI HEV BIKE

Hozat bal kişand ser hevdîtinên navbear rêveberiya Bakurê Sûriyeyê û Şamê û got, "Pêwîste rêveberiya Şamê rastiya Sûriyeyê baş bibîne û fêhm bike. Hinek hene ku hînê Sûriyeyê weke Sûriyeya berê difikirin. Nepêkane ku bibe Sûriyeya berê. Ew dem derbas bû. 8 sal in li Sûriyeyê şerekî mezin tê kirin. Sûriye parçe parçe bûye. Rojavayê Firatê niha ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Dewleta Tirk dixwaze rojhilatê Firatê jî dagir bike. Dixwaze temamiya Bakurê Sûriyeyê dagir bike.

Dewleta Tirk dixwaze li dijî gelê Kurd û Bakurê Sûriyeyê plana Mîsakî Mîllî bixe dewrê. Ev yek planekî stratejîk ê dewleta Tirk e. Armanca dewleta Tirk parçekirina Sûriyeyê ye. Niha Efrîn, Cerablûs û Bab hatine dagirkirin. Li Îdlibê kaos heye. Dewleta Tirk bi Rûsyayê re tifaqê dike. Rûsya naxwaze vê tifaqê xera bike. Lê tifaq di pratîkê de birêve naçe. Rûsyayê dest li Îdlibê werda. Bi rojan bombe kir. Rûsya naxwaze dewleta Tirk aciz bike, ji ber ku peymanên aboriyê di navbera wan de heye. Peymanên enerjiyê, yê çekan hene. Rûsya naxwaze van peymanan xera bike."

TIFAQA KURD-EREB STRATEJÎK E

Hozat anî ziman, Erdogan dixwaze El Nûsra kontrol bike û got, "Dewleta Tirk dixwaze Efrînê, Cerablûs, Ezaz û Babê tevlî Tirkiyeyê bike. Ev plan li Soçî hate amadekirin, lê bi rê ve neçû. Rûsyayê jê re got, 'Eger tu herêma ewle dixwaze, wê demê El Nûsrayê tasfiye bike'. Lê El Nûsra xurtir kirin. Ji ber vê yekê xwe gihandine sînorê Helebê. El Nûsra piraniya Îdlibê kontrol kir. Rûsya niha vê qebûl nake. Rûsya dixwaze El Nûsrayê tafiye bike.

Di navbera Tirkiye û Rûsyayê de peymaneke veşartî heye. Xwestin hêzeke hevpar ava bikin ku Tirk û Rûs bi hev re kontrol bikin. Di nava planên Tirkiye û Rûsyayê de parçebûna Sûriyeyê heye. Di nava planên Emerîka û Rûsyayê de jî planeke bi vî rengî heye. Divê rêveberiya Şamê vê baş zanibe. Bi rengekî aqilane tevbigere û bi Kurdan re tifaqê çêbike. Tifaqa Kurd-Ereb tifaqeke stratejîk e."