Hikumeta Iraqê ji ber nedana muçeyan hate şermezarkirin

Endamên Meclîsa Taxên Kerkûkê hikumeta Iraqê protesto kirin û xwestin muçeyên wan bên dayin.

Endamên Meclîsa Taxên Kerkûkê daxuyaniyek dan çapemeniyê û hikumeta Iraqê protesto kirin, ji ber ku muçeyên wan ên ji 250 hezar dînarî bi mehan e nade.

Gelek endamên meclîsa taxan di dema daxuyaniyê de amade bûn û ji hikumetê hate xwestin ku muçeyên wan derhal bide.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Berpirsyariyeke mezin li ser meclîsa taxên Kerkûkê ye, lê belê heqê me tê xwarin", "Şehîd, birîndar û xaziyên me hene, lê em ji nedîtî ve tên" hatin vekirin. Endamên meclîsê diyar kirin ku bi mehan e muçeyên wan nayên dayin.

'HETA KU DAXWAZÊN ME BÊN QEBÛLKIRIN...'

Endamên meclîsê diyar kirin ku hikumeta Iraqê salê herî zêde 3 mehan muçeyên wan dişîne û muçeyên wan ên 50 mehan nehatine dayin. Endamên meclîsê ji hikumetê xwestin ku muçeyên wan ên nehatine dayin bi rêk û pêk bide û gotin, heta ku daxwazên wan bên qebûlkirin wê çalakiyên xwe bidomînin.