Hevserokê PADÊ'ê: Divê hesab ji hêzên bûne sedema qirkirinê bê xwestin

Hevserokê PADÊ Hisên Hecî diyar kir ku Elmanya li aliyekê jenosîdê erê dike, li aliyê din çekên Elmanya yên didin Tirkiye Şengal tê bombekirin û got: "Em naxwazin naskirina jenosîda Êzidiyan weke ya Ermenan bibe. Bila zû bikeve meriyetê."

Ji bo komkujiyên çeteyên DAÎŞ'ê yên li dijî Êzidiyan weke qirkirin bên naskirin, partiyên hikûmetê, Partiya Civakî ya Demokrat (SPD), Partiya Keskan û Partiya Demokratên Azad (FDP) û partiya mixelefetê ya sereke, Partiya Yekîtiya Xirîstiyanan (CDU/CSU) ji bo pêşnûmeya biryarê, li Meclîsa Federal 19’ê Çileyê rûniştineke taybet lidar xistin û di encamê de bi piraniya dengan qirkirina li ser Êzidiyan weke jenosîd erê kirin.

Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Hisen Hecî li ser biryara Meclîsa Federal a Elmanyayê ku jenosîda li Êzidiyan qebûl kir û hinek xalên pêşnûme pirsê ji ANF’ê re axivî.

Hevserokê PADÊ Hisen Hecî spasiya partiya xwe û civaka Êzidî pêşkêşî Parlamenta Federal a Almanyayê kir ku jenosîda ser Êzidiya qebûl kir û diyar kir ku li ku derê dibe bila bibe piştevaniya dosyaya Êzdiyan bê kirin ew spasiyê li wan dikin.

‘EM NAXWAZIN NASKIRINA JENOSÎDA LI ÊZIDIYAN WEKE YA ERMENAN LÊ BÊ, DIXWAZIN LI SER ERDÊ BIKEVE MERIYETÊ’

Hecî destnîşan kir, eger ku Elmanya qirkirinê weke jenosîd qebûl dike, ev destketiyeke û got: “Her çendî biryareke dereng bû jî, lê dîsa jî baş bû. Weke Êzidî hêviya me ji dewletên din e jî ku jenosîdê qebûl bikin. Bila jenosîda Êzidiyan jî weke ya Ermeniyan ne piştî sed salî bê qebûlkirin, em dixwazin zû bê erêkirin. Êzidî dixwazin niha ev jenosîd bê qebûlkirin û li ser erdê bikeve meryetê.”

‘CIVAK XWE BI XWE RÊVE BIBE Û HESAB JI BERPIRSAN BÊ XWESTIN’

Hevserokê PADÊ’ Hecî diyar kir ku divê civak bê parastin ji êrîşên derve û got, "Rê bê dayîn ku ev civak xwe bi rê ve bibe. Ew mirovên ku bûne sedemê jenosîdê jî, mirovên piştgirî kirin çi madî û weke din, ketine di nav de, divê hesab jê bê xwestin."

‘EM QEBÛL NAKIN KU HÛN KAREK LI SER CIVAKA ÊZIDÎ BIKIN KU RÊ LI BER TEVLÎHEVIYÊ VEKE’

Hevserokê PADÊ Hisen Hecî qala hevdîtinên xwe yên bi sefîran re jî kir û diyar kir ku li ser peymana 9’ê Cotmehê nîqaş hate kirin ku qaşo di berjewendiya civaka Êzidatiyê de ye, wan ev yek red kiriye û got: “Ev peyman siyasî ye, kê li ser li hev kiribe di çarçoveya berjewendiyên siyasî de kiriye. Bê ku civaka Êzidî cih bigre li ser wan hatiye ferzkirin. Ev îtifaq nayê qebûlkirin. Xalên ku di berjewendiya civaka Êzidî be, em qebûl dikin, lê derveyî berjewendî û ne li gorî vîna Êzdatiyê be qebûl nakin. Em qebûl nakin ku hûn karek bikin li ser Şengalê bidin ferzkirin û tevlîhevî lê rû bide. Hinek biryar hebûn ku civaka Êzidî qet qebûl nakin, ew yek wê bên lêkolînkirin ji aliyê wan ve û dema gihiştin biryarekê yan wê temamî betal bikin, yan ji nû ve sererastkirinekê bikin.”

‘DEWLET BERJEWENDIYÊN XWE ESAS DIGIRIN, LÊ DIBE SIBE TIRKIYE BÊ DADGEHKIRIN’

Hecî bal kişand ser biryara Elmanya ya aliyekê jenosîda li ser civaka Êzidî qebûl kiriye û li aliyê din yek ji dewletê herî zêde piştevaniyê dide dewleta Tirk e ku rojane êrîşî Rojava û Şengal heta Mexmûrê dike. Hecî wiha domand: “Gelek çekên Elmanya di destê Tirkiyeyê de ne êrîşî Rojava dike. Ev mijar di wê civînê de hate gotin ku balafirên şer ên Tirk li Şengalê dixin. Hate gotin ku hêzên Pêşmerge Şengal berdan û YPG hatin ew parastin. Ev dewletên NATO têkiliyên xwe yên du dewletî ser civakeke weke Êzidî, Tirkmen, Şebek û yên din xirab nakin. Peywanên wan hene, bi hev re li hev kirine. Îro ku jenosîd erê kirin sibe dadgehek bê kirin û destê Tirkiye têde derkeve yê herî jê ziyanê bibîne wê bibin Tirk. Cîhan tev zane ji Ewropa terorîst hatine ser bi Tirkiye re derbasî Iraq û Sûriye bûne. Dewletên Ewropa di bin banê hiqûqa mafê mirovan de berjewendiyên xwe yên du alî sê alî diparêzin û xwe dinixûmînin.”