Hevşaredarên jin serdana Malbata Şenyaşar kirin

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome. Hevşaredarên jin ên HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin.

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 689’an de berdewam kir.

 Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hate pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kirin. Di çalakiya îro de hevşaredarên jin ên Mêrdînê hatin serdana malbatê. Di serdanê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag, Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîz, Hevşaredara Qoserê Nîlûfer Elîk, Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez, Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu û endama Meclisa Şaredariya ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Renas Aburşu û endama Lijneya Bajar a Rêveberiyên Herêmî Mevlûde Çelebî di serdanê de cih girtin. 

Rêveberên HDP’a Rihayê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê jî beşdarî serdana jinên hilbijartî bûn. 

‘EM BIBIN BERSIVA SERHILDANA DAYÎKA EMÎNE’

Hevşaredar Fîgen Altindag, di serdanê de axivî û wiha got: “Êdî divê tu kes nema xwe li bêdengiyê dane. Ji bo ku êşa malbatê sivik bibe em hatin cem wan. Em baş dizanin ku hemû derdorên civakî li dijî zilmê li rex malbatê cih digire. Lewma em niha li ba hev in. Bila ev êş û zilm bi dawî bibe. Em bibin bersiva vê serhildana dayikê.” 

‘DÎMENÊN LI NEXWEŞXANEYÊ PEYDA BIKIN’

Piştre jî dayika Emîne Şenyaşar axivî û bi bîr xist ku kurê wê Fadil ev 5 sal in di hucreye yekkesî de tê ragirtin. Dayika Emîne, xwest ku kesên komkujiya li nexweşxane û kargehê pêk anîn bên cezakirin û wiha bang kir: “Ma hûn dewleteke çawa ne, kujeran bibînin. Dîmenên li nexweşxaneyê peyda bikin. Kurê min berdin.” 

Jinên di şandeyê de cih digirtin heta demekî bi malbatê re nobet girtin û piştre jî çûn.