Hevşaredarê Colemêrgê Karaman hate girtin
Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman ku wezîfeya wî hate desteserkirin û 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn, hate girtin.
Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman ku wezîfeya wî hate desteserkirin û 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn, hate girtin.
Li hemberî Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman ku wezîfeya wî hate desteserkirin bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "bi navê rêxistinê sûc kiriye" doz hate vekirin. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Colemêrgê pêk hat.
10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Karaman hate birîn û biryara girtina wî hate dayin. Karaman hate girtin û ew xistin girtîgehê.