Hesen Xoy: Rewşa mexdûrên erdhejê perîşan e

Welatiyê ji Rojhilatê Kurdistanê Hesen Xoy bal kişand ser rewşa mexdûrên erdhejê ya li Xoyê û got: “Rewşa xelkê herêmê perîşan e.” Her wiha spasiya Heyva Sor a Kurdistanê kir ku alîkarî gihandiye wan.

Li gorî Enstîtuya Lêkolîna Erdhêjê û Rasatxaneya Kandîllî 28’ê Çileyê saet di 21.14’an de navenda wê bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê bû bi meznahiya 6.1 erdhêj pêk hatibû. Di vê erdhejê de bi kêmanî 7 kes jiyana xwe ji dest dabû û zêdetirî 800 kes birîndar bûbûn. Her wiha bi sedan avahî hilweşiyan û şênî li derve li ber sir û seqemê di rewşeke xirab de ne. 

Têkildarî rewşa dawî şêniyên Rojhilatê Kurdistanê Hesen Xoy tevlî televîzyona Aryen Tv bû û agahî da. 

‘REWŞ PIR PERÎŞAN E, GELEK AVAHÎ HILWEŞIYAN E’

Hesen Xoy bal kişand ser xirabiya rewşa gel a li herêmê û got: “Rewşa mexdûrên erdhejê pir perîşan e. Ziyan ber gelek malan ketiye û hilweşane. Rewşa hewayê pir sar û seqem e.”

Xoy spasiya Heyva Sor a Kurdistanê kir ku alîkarî ji bo mexdûrên erdheja Xoyê şandiye û got: “Alîkariyê wan gihişte destê gel.” 

‘BÊ FERQ Û CUDAHÎ ALÎKARÎ BIŞÎNIN’

Hesen Xoy ev bang li gel kir: “Em bang li her kesî dikin ku bê ferq û cudahî alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê bişînin. Herî zêde pêwîstî bi alîkariya ji kon, betenî û cilûbergên germ ji sermayê heye."