Her diçe tenduristiya Yagiz giran dibe

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Nasir Yagiz ya ku ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, di roja 118’an de didome. Her diçe tendirustiya Yagiz giran dibe.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Nasir Yagiz a li dijî tecrîda li ser Ocalan di roja 118’an de dewam dike. Yagiz anî ziman ku rewşa wî ya tenduristî giran dibe, êşa serî û pirsgirêka çav pir zorê dide wî.

Greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr a Başûrê Kurdistanê di roja 118’an de ye. Her wiha çalakiya hemwext a bêdawî û bidorveger jî bi koma 59’an dewam dike.

‘SERÊŞÎ Û PIRSGIRÊKA ÇAV ZORÊ LI MIN DIKE’

Yagiz bal kişand ser rewşa xwe ya tenduristiyê û got: “Her diçe pirsgirêkên tenduristiyê li min hê girantir dibe. Pirsgirêkên mîna xewê, serêşî û pirsgirêkên çav pir zorê li min dike.” Yagiz bi bîr xist ku tevî vê giraniya tenduristiyê jî moral û coşa wî kêm nabe û berxwedan hê zêdetir moral dide wî.”

Herî dawî Yagiz da xuyakirin ku pirsgirêkên berê her diçe girantir dibe û got: “Çi bibe bila bibe, serketin wê bi teqez be.”

Herî dawî Yagiz 26'ê Sibatê di roja 98'an de ji ber giranbûna rewşa wî ya tenduristiyê rakiribûn Nexweşxaneya Par, piştî kontrolên doktoran Yagiz tedawî red kiribû û berxwedana xwe dewam kiribû.

Her wiha berê jî 1'ê Çileya 2019'an de jî Yagiz di roja 73'an de rakiribûn nexweşxaneyê. Lê piştî kontrolên doktoran Yagiz bi biryardarî çalakiya xwe domandibû.

SERDAN DIDOMIN

Heyeteke Îtalî ya ji rojnameger, rewşenbîr û bijîşkan pêk dihat a bi navê ya Koma 'Ber bi Kurdistanê' (Associazione verso il Kürdistan onlus) serdana Nasir Yagir kir. Armanca serdanê ev e ku ji nêz ve rewşa Nasir Yagiz bişopînin û piştgiriyê bidin berxwedana wî.

Her wiha Hunermedê Kurd Rotînda jî serdana Nasir Yagiz kir û piştevaniya xwe ya ji bo çalakiya wî anî ziman û serketin ji bo wî û hemû hevrêyên wî xwest.

MEXMÛR

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ku 16’ê Kanûna 2018’an destpêkirî jî di roja 93’an de ye. Çalakî bi koma 31’ê hate dewrgirtin.

Heman demê çalakiya endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê, Fedîle Tok jî a di 20’ê Çileyê de destpêkirî jî di roja 58’an de bi biryardarî dewam dike.

SILÊMANÎ

Greva birçîbûnê ya li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya Silêmaniyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 95'an de ji aliyê koma 48'emîn ve hate dewrgirtin.

Koma 48’an ji 4 ciwanên welatparêz ên Kerkûkê pêk tê. Nûnerê koma 48’an Kemal Soran di merasîma dewrgirtinê de axivî û qala berxwedaniya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Nasir Yagiz kir. Soran diyar kir ku ew li ser navê ciwanên welatparêz piştgiriyê didin çalakiyan.

GREV LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BELAV DIBIN

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkhatina azadiya wî, endama Meclîsa Herêma Germiyanê ya Tevgera Azadî Gulebax Celal dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kir.

Herwiha Fatma Ehmed a ji gundê Tatan a navçeya Pênciwên ku nêzî hefteyekê dest bi çalakiyê kiriye, ligel jinên ciwan çalakiya xwe berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Herêm Mehmud di roja 22’an de dewam dike. Her wiha çalakiya Şeyma Ednan a ji bo mehekê dest bi grevê kiribû jî di roja 15’an de ye.

Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Ronak Mecîd jî ji bo piştevaniya bi grevan re di 14’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê ya hefeteyekê kiribû. Çalakiya Ronak Mecîd di roja 5’an de ye.