Hejmara qurbaniyên erdheja Xoyê giha zêdetirî 800 kesî

Her diçe qurbaniyên erdheja Xoyê ya Rojhilatê Kurdistanê zêdetir dibe. Li gorî agahiyan zêdetirî 800 kes birîndar bûne, 7 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Gelek kes jî li ber sir û seqemê, li derve mane.

Şeva 28’ê Çileyê bi mezinahiya 5,9 pileyî li Xoyê herêma Ûrmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê erd hejiya.

Li gorî agahiyên hatin girtin, hejmara birîndarên erdheja Xoyê zêdetirî 800 kesî ne. Di encama erdhejê de heta niha zêdetirî 7 kesî jî jiyana xwe ji dest dane.

Di nava şert û mercên giran ên zivistanê de bi sedan kesên mal û xaniyên wan hilweşiyayî, li ber sir û seqema zivistanê bê alîkarî mane. Rayedarên Îranê diyar dikin ku bi hewara xelkê çûne, lê dîmen û wêneyên tên parvekirin, berevajî vê rewşê ye.

Duh şev jî di pileya 4.5 erd dîsa hejiyaye.