HDP li Sêrtê bi rûspiyan re civiya

HDP li Sêrtê bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û rûspiyan re civiya.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê, bi rêxistinên civakî yên sivîl û rûspiyên li bajêr re, hat ba hev. Civîn li hotelek a li bajêr hat lidarxistin. Serokwekîla Koma HDP’ê û gelek rêveberên partiyên, tevlî civînê bûn.

Beştaş di civînê de têkildarî doza girtinê ya li ser partiya wan agahî dan û anî ziman ku doza girtinê biryarek siyasî ye û wê bi dozê nekarin HDP’ê asteng bikin.

Beştaş destnîşan kir ku amadekariyên wan ên li dijî biryara girtinê, hene.

Piştî nirxandinên Beştaş, civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.