Greva birçîbûnê ya Silêmaniyê di roja 94’an de didome

Greva birçîbûnê ya li bajarê Silêmaniyê hatiye destpêkirin di roja 94’an de ji aliyê koma 48’an ve hate dewrgirtin.

Li bajarê Silêmaniyê greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda girankirî ya liser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 94’an de didome. Vê êvarê koma 48’an çalakî dewr girt.

Koma 48’an ji 4 ciwanên welatparêz ên Kerkûkê pêk tê. Nûnerê koma 48’an Kemal Soran di merasîma dewrgirtinê de axivî û qala berxwedaniya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Nasir Yagiz kir. Soran diyar kir ku ew li ser navê ciwanên welatparêz piştgiriyê didin çalakiyan.

Kemal Soran herî dawî banga tevlîbûnê, li tevahî ciwanan kir.