Gotibû 'Dijmin wê li hatina Zapê poşman bibe'

Gerîlaya YJA Starê Adar Argeş ku cihê xwe di berxwedana Zapê de girt û heta kêliya dawî li ber êrîşên dagirkeriyê rabû, di hevpeyvînekê de gotibû, "Dijmin wê li hatina Zapê poşman bibe. Çi dibe bila bibe em ê wan ji vê xaka pîroz derxînin."

Piştî ku dewleta Tirk dest bi êrîşên dagirkeriyê yên li ser qada Zapê kir, gerîlaya YJA Starê Adar Argeş jî mîna hevrêyên xwe, di nava Tîmên bi Tevger de cih digre û li dijî dagirkeran Kurdistanê diparêze. Gerîla Adar ji destpêka şer ve, derbeyên giran li dagirkeran dixwe û bi berxwedana xwe dagirkeran dixe rewşek bê tevger de. Adar Argeş a ku di encama êrîşên dijmin de birîndar dibe, dest ji hevrê û çeperên berxwedanê ne berda û heta nefesa xwe ya dawî têkoşiyaye. Gerîla Adar mîna fermandarek Tîmên bi Tevger dixwest bibe dengê hevrê û gelê xwe û bi çalakiya ku 25’ê Mijdara 2022’an pêk anî, dagirkeran têk dibe û tevlî karwanên şehîdên nemir dibe.

‘DEWLETA TIRK LI HEMBER BERXWEDANA GERÎLA TÊK DIÇE’

Gerîlaya YJA Starê Adar Argeş beriya ku şehîd bibe, wiha qala berxwedana li dijî dijmin dike: “Niha li çiyayên Kurdistanê şerekî dijwar diqewime. Dijminê gelê Kurd her rêyê diceribîne û êrîşê nirxên gelê Kurd û çiyayên Kurdistanê dike. Dewleta Tirk a faşîst dixwaze xakên Kurdistanê dagir bike, lê wê li hemberî berxwedana gerîla têk biçe. Dijmin bi navê operasyona “Pençe-Kîlît” êrîşên Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, lê ew bi kîlît bûn. Mîna êrîşên li ser Metîna, Zap û Avaşînê, ev êrîş jî bi berxwedana hevalan hat pûçkirin. Dijmin çiqas êrîş bike bila bike, wê encam negire. Dewleta Tirk a dagirker dema ku dest bi êrîşên xwe kirî, li hemberî berxwedana hevrêyên me bê çare maye û ji destpêka operasyonê û vir ve tevî ku êrîşên dijwar pêk tîne, hemû êrîşên wan hatine pûçkirin. Hevrêyên me ji bo parastina xaka Kurdistanê, êrîşên kîmyewî jî di nav de li dijî her cure êrîşan canê xwe danîne holê û berxwedanek ku di dîrokê de mîna wê nehatiye dîtin, raber dikin. Di tunelên şer de li dijî çekên qedexekirî, destanan dinivîsînin.

‘HETA TOLHILDANA HEVRÊYÊN ME, EM Ê ÇALAKIYÊN XWE BIDOMÎNIN’

Di vê pêvajoyê de cih girtin, ji dijmin re bersiva pêwîst dayîn ji bo me pir girîng e û dijminê me jî dizane ku wê nekaribe xaka Kurdistanê dagir bike. Dijminê her ku gav avêtin vê xakê, wê dojehê bijîn. Çalakiyên tên kirin, ji bo tolhildana şehîdan e. Hemû êrîşên dijmin wê biryardariyek mezin, bên pûçkirin û heta ku em tola hevrêyên xwe yên şehîd distînin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê ti êrîşên ku li dijî xak, mirov û çiyayên me tên kirin, bê bersiv nehêlin. Dijmin wê poşman bibe ku hatiye Zapê. Xwediyê van xakan em in, gelê me ye. Li ser xaka Kurdistanê cih ji dagirkeriyê re nîne, çi dibe bila bibe em ê wan ji vê xaka pîroz derxînin.”

Gerîlaya YJA Starê Adar Argeş, 25’ê Mijdara 2022’an tevlî operasyona şoreşgerî ya li Girê Cûdî û Girê FM li dijî dijmin tê meşandin, dibe. Di vê operasyonê de 19 leşkerên dijmin hatin kuştin. Gerîla Adar bi hevrêyên xwe Heqî û Eylem re derbeyên giran li dijmin dide, tevlî karwanên şehîdan dibe.