Girtiyên PKK û PJAK’ê: Em ê dev ji berxwedanê bernedin

Girtiyên PKK û PAJK’ê Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kir bi bîr anî û got; “Li hundir em li ber xwe didin, ji derve em bang li we dikin ku li dijî faşîzmê deng derxînin.”

Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK û PJAK’ê daxuyanî da û Zulkuf Gezen ê 17’ê Adarê li girtîgeha Tekîrdagê li dijî tecrîda Îmralî çalakiya fedayî kir bi bîr anî û got; “Em rêhevalên Gezen em soz didin ku em ê armanc û bibîranînên wî bidin jiyîn.”

‘DESTHILATA FAŞÎST DIXWAZE TEMENÊ XWE DIRÊJTIR BIKE’

Di daxuyaniya girtiyên PKK û PJAK’ê de wiha hate gotin;

“Desthilatdariya faşîst qirker a ku tehammûla wê ji Kurd û Kurdistanê re nîne li dijî mirovahiyê sûc dike. Di bin navê bekaya dewletê de civakê mêtînger dike û politîkayên faşîzane dimeşîne. AKP-MHP a faşîst dixwaze bi van politîkayan temenê xwe dirêjtir bike.

EM Ê TU CARAN DEV JI BERXWEDANÊ BERNEDIN

Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ku mûxatabê bingehîn yê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û li Tirkiyeyê pêşketina azadî û demokrasiyê ye, armanca bingehîn a desthilatdariya AKP-MHP’ê dide derxistiye holê û Tirkiye ber bi kaoseke kûrtir ve dibin. Divê desthilatdariya faşîst û qirker baş bizane bi berxwedanê me xwe nas kir em ê tu caran dev ji berxwedanê bernedin.

Li dijî hemû pêkanînên faşîst me duh li ber xwe da, îro jî li ber xwe didin û em ê sibê jî li ber xwe bidin. Pêngava me ya ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêbertiya me bi biryardariyekî mezin didome.

EM Ê BÎRANÎNÊN GEZEN BIDIN JIYÎN, BI TEQEZ EM Ê SERBIKEVIN

Duh şehîdê yekem yê pêngava me hevrêyê me yê binirx Zulkuf Gezen bi şêweyê çalakiya fedayî ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me şehîd bû. Heval Zulkuf ev 12 sal bûn li girtîgehê û bi me re di nava her şert û mercan te li ber xwe dida û bi sekna xwe hertim moral dida me. Heval Zulkuf girêdanbûna xwe ya bi rêbertî, gel û PKK’ê re her tim mezintir kiribû.

Şehîdê destpêkê yê pêngava ‘Tecrîdê bişkîne, faşîzmê hilweşîne, Kurdistanê azad bike’ hevrê Zulkuf em ê armanc û bîranînên wî bidin jîyîn û girêdayî hevrê Zulkuf bimînin. Em soz didin em ê pêngavê serbêxin û bi teqez em ê serbikevin.

LI HUNDIR EM LI BER XWE DIDIN, LI DERVE HÛN!

Çalakiya me ya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ya ji bo şikandina tecrîda girankirîya li ser Rêberitya me bi biryardarî didome. Em bang li hemû gelê xwe, nivîskar, rewşenbîr û demokratan dikin; li hundir em li ber xwe didin, li derve em bang li we dikin li dijî faşîzmê deng derxînin. Em girtiyên PKK û PJAK’ê sersaxî ji malbata hevrê Zulkuf Gezen, gelê Kurd re dixwazin. Girêdanbûna xwe ya bi bîranîna şehîd re bi pêkanîna rêbertiyek azad û Kurdistaneka azad diyar dikin.”