Girtiyên li Xarpêtê: Me dikin hicreyên yek kesî

Girtiyên li Xarpêtê gotin hevalên wan dixin hicreyên yek kesî û fatoreya krîzê li wan dibirin.

Girtiyên Li Girtîgeha bi Ewlehiya Zêde ya Nimro 2 bi rêya malbatan binpêkirina mafan vegotin. Girtiyan gotin qediyanan hevalên wan ji nav wan birine, ew kirine hicreyên yek kesî û li ser rewşa wan, bi hinceta ‘ewlehiyê’ agahiyê nadin wan. Girtiyan diyar kirin ku ev rewş van demên dawî zêdetir bûye û li ser ewlehiya hevalên wan fikarên wan hene.

ÇAWA DIJÎN?

Giriyan her wiha diyar kirin bi rengekî kêfî xwehijmartina li wan tê ferzkirin, qerdiyan tundiya psikolojîk li ser wan dikin û tim odeyên wan dişopînin. Girtiyan diyar kirin li girtîgehan Rewşa Awarte didome, bi cezayê disîplînê nahêlin ku ew malbatên xwe bibînin.

 ‘FATOREYA KRÎZÊ LI ME DIBIRIN’

Girtiyan diyar kirin fatoreya krîza aborî ya li Tirkiyê  li wan dibirin, li qentînê buhayê her tiştî 2-3 caran li bihayên berê zêde kirine.

Her wiha li girtîgehê zexta li ser malbatan jî didome. Qerdiyan bi navê lêgerînê heta bi pedên jinan dinerin û yên ku vê qebûl nakin jî gefê li wan dixwin ku ew ê nehêlin malbatên xwe bibînin.