Gerîlayên YRK û HPJ'ê Newroz pîroz kirin

Gerîlayên YRK û HPJ'ê Newroz pîroz kirin. Ji fermandarên YRK'ê Şiyar Şevger got, "Gerîla wê nehêle ku agirê Newrozê vemire."

Gerîlayên YRK û HPJ'ê yên Rojhilatê Kurdistanê Newroz pîroz kirin. Merasîma leşkerî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir. Gelek fermandarên YRK û HPJ'ê jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Ji fermandarên YRK'ê Şiyar Şevger li merasîmê axivî û Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedêrên greva birçîbûnê û gelê Kurd pîroz kir.

Şevger diyar kir, wê êrîşên dagirkeran têk bibin û got, "Em di pêvajoyeke girîng de ne. Pêvajoyeke berxwedanê ye. Berxwedan li tevahiya dinyayê belav bû. Bihara 2019'an di nava gerîla de rê li ber kelecaneke mezin vekiriye. Gerîla ji bo azadî û serketinê amade ne. Bi navê hêzên Rojhilat, em ê di vê pêvajoyê de bi berpirsyariya xwe rabin. Em fedayiyên Rêber Apo ne. Karê me wê ji bo azadiya Rêber Apo be. Di vê demê de êrîşên giran li dijî Rêber Apo tên kirin. Dewleta dagirker dixwaze êrîşî destketiyên me bike. Lê belê çawa ku Hawayê Hesinkar li dijî zilmê serî rakir û agirê Newrozê geş kir, çawa ku Mazlûman têkoşîn mezin kirin, Leyla Guven û Zulkuf Gezenan jî îro têkoşîn derxistine asta herî bilind. Gerîla wê nehêle agirê Newrozê vemire."

Şevger bang li gelê Rojhilat kir ku li ber tecrîdê bêdeng nemînin û bi ruhê Newroza 2019'an berxwedanê mezin bikin.