Gerîlayên YJA Starê: Komplo wê bi çalakiyên me pûç bibe

Gerîlayên YJA Starê destnîşan kirin ku wê komploya navneyeteweyî ya 15'ê Sibatê, bi çalakî û têkoşîna gel û gerîla pûç bikin û gotin, sala 2023'an wê bibe sala misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Gerîlayên YJA Starê Zîlan Kobanê, Tara Mako û Arîn Merwan li ser Komploya 15'ê Sibatê û berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ajansa me re axivîn.

'BI KOMPLOYÊ ÊRÎŞÎ FIKIR Û ÎRADEYA AZAD KIRIN'

Zîlan Kobanê komploya 15'ê Sibatê şermezar kir ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û got, "Em komploya 15'ê Sibatê weke rojeke tarî pênase dikin. Ji bo me Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd 15'ê Sibatê rojeke giran e. Ji ber ku 15'ê Sibatê Rêberê me bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin. Hêzên navneteweyî bi rêya vê komployê êrîş birin ser îrade û fikrê azad, yekîtiya gelan û azadiya gelê Kurd. Ji ber ku Rêbertî temsîla van hemûyan bû. Hêzên navneteweyî ev yek nepejirandin û komplo li hemberî Rêbertî kirin. Rêbertî ku alternatîfa mejiyê desthilatdariyê pêşkêş kir, ji bo ev şer bi dawî bibe di îradeya azad de israr kir û hate dîlgirtin. Lewma 15'ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojeke giran e."

'DIJMIN ÊRÎŞÎ JINAN KIR, RÊBERTÎ DIJMIN TÊK BIR'

Zîlan Kobanê ragihand ku dewleta Tirk a hov bi teknîka li ber destê xwe êrîşî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd dike û got, "Divê dijmin baş zanibe ku Rêberê me dîl hatie girtin jî têkoşîna bi fikir û îradeya azad a Rêbertî dewam dike, komplo û êrîşên dijmin pûç dike. Weke gerîlayên YJA Starê em ê bi îradeya xwe, bi fikrê xwe yê azad û têkoşîna xwe komployê pûç bikin. Em ê bi têkoşîna xwe li hemberî êrîşên dijmin ên li ser gelê me û tevgera me bibin asteng. Armanca dijmin tunekirina gel û jinê ye. Ji ber ku jinê li ber dewletê serî hilda, li ber mejiyê baviksalar serî hilda. Lewma yek ji hedefên sereke yên dijmin jin e, tunekirina nasname, îrade û hebûna jinê ye. Li gel vê yekê dixwaze nasnamey gelê Kurd tune bike. Armanca bingehîn a Rêbertî jî ew e ku jin bibe xwedî nasnameya xwe, azad bibe, bibe xwedî îrade û gelê Kurd azad bibe. Ji ber vê yekê dijmin bi vî rengî komplo kir."

'DIVÊ CIWANÊN KURD TÊKOŞÎNA XWE BILIND BIKIN'

Zîlan Kobanê bang li gel û ciwanên Kurd kir: "Divê gel û ciwanên Kurd serî li ber dijmin netewînin, serî hildin. Êdî dem hatiye ku Rêbertî ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, ji bo vê divê têkoşîn bê bilindkirin. Divê tola salan ji dijmin bê hilanîn. Weke gerîlayên YJA Starê em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin û dibêjin ku em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin."

'TI RÊBERÎ MÎNA RÊBER APO JIN NEPARAST, BI PÊŞ VE NEBIR'

Tara Mako diyar kir ku bi komploya 15'ê Sibatê re xwestin pêşî li vejîna gelê Kurd bigirin û got, "Ev komplo ne tenê bi destê dewleta Tirk hate kirin, gelek hêz li hev kom bûn û komplo kirin. Dema ku mirov bala xwe didin dîrokê, dibînin ku ti Rêberî mîna Rêber Apo jin û gelê Kurd neparast û bi pêş ve nebir. Eger jin û ciwanên Kurd îro li ser heqîqetê bi pêş ve diçin û nasnameya Kurd nas dikin, xwedî lê derdikevin, ev yek bi saya keda Rêber Apo ye. 15'ê Sibatê ji bo jinan rojeke giran e. Ne tenê di 15'ê Sibatê de divê em 24 saetan bi felsefeya Rêber Apo bijîn. Hêrsa me ya li hemberî dijmin her roj mezintir dibe. Em ê keda Rêber Apo ti carî vala dernexînin. Em ê komploya 15'ê Sibatê bi têkoşîna xwe pûç bikin û îsal bikin sala serketinê."

'2023 WÊ BIBE SALA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO'

Tara Mako bal kişand ser têkoşîna slaa 2022'an a li hemberî dijmin kir û got, "Bi têkoşîna ku sala 2023'an bê meşandin em nabêjin ku em ê destê Rêber Apo xur bikin. Bi biryardariya xwe ya têkoşînê em ê sala 2023'an bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê bi vê biryardariyê têbikoşin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê di şer de bi taybetî li Avaşînê sekneke fedaîtiyê hate nîşandan. Çavkaniya vî ruhê fedaîtiyê felsefeya Rêber Apo ye.

'HETA DILOPA DAWÎ YA XWÎNA XWE EM Ê TÊBIKOŞIN'

Rêber Apo di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de exlaq û çand afirand. Ev sekn, biryardarî û fedakarî bi keda Rêber Apo pêk hat. Em ê bi daxwaza mezin a gerîla ya ku bi ruhê hevrêtiyê yê fedaî li ber bombeyên qedexekirî li ber xwe dan, bersivê bidin pêvajoyê. Bi tecrûbeya ku me bi felsefe û îdeolojiya Rêbertî bi dest xistin, li çiyayên azad em xwedî li hev derdikevin. Bi felsefeya Rêber Apo em ê xiyanet û dijmin têk bibin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi mehan e şerekî giran tê kirin. Em di nava berxwedaneke mezin de ne û heta dawiyê ev berxwedan wê dewam bike. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe di çarçoveya soza ku me dane Rêberê xwe em ê di asta herî bilind de têkoşînê dewam bikin."

'BI YEKBÛNA GEL Û GERÎLA AZADIYA FÎZÎKÎ WÊ MISOGER BIBE'

Arîn Merwan got, "Destpêkê şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Li ser mîrateya şehîdên xwe em têkoşîna xwe dewam dikin. Komploya 15'ê Sibatê ne tenê li ser Rêber Apo hate kirin. Ev komplo hem li dijî gelê Kurd hem jî li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd hate kirin. Di nava têkoşîneke bi vî rengî de bi yekbûna gel û gerîla wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe. Em ê bi îrade û çalakiyên xwe vê komployê pûç bikin, azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin."

'BI TÊKOŞÎNA SARA Û RÛKEN DIJMIN WÊ TÊK BIÇE'

Arîn Merwan anî ziman ku bi felsefe û îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew têkoşîn û berxwedanê dewam dikin û got, "Ji bo pûçkirina komployê divê gelê Kurd û gelên din dest bidin hev. Em bi îdeolojiya Rêberê xwe xwe bi pêş ve dibin û ji bo pêkanîna çalakiyên xurt di nava têkoşînê de ne. Çalakiya hevrê Sara û Rûken dijmin hejand. Em ji vê çalakiyê hêzê werdigirin û îradeya xwe xurtir dikin. Lewma îdîaya me mezin e, eger em dest gbidin hev em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin. Têkoşîna gel û gerîla yek e, divê em vê têkoşînê xurtir bikin ku dijmin têk bibin. Dijmin dixwaze me tune bike. Roja me timî ronî ye, dijmin nikare roja me tarî bike. Ji bo vê jî divê em têkoşîneke xurtir bimeşînin."