Gerîlayên HPG'ê: Li dijî êrîşan em ê bibin mertal

Gerîlayên HPG'ê diyar kirin, wê li ber dagirkerî û talana Dehaqan serî netewînin û li dijî polîtîkayên tinekirinê bibin mertal.

Gerîlayên HPG'ê, 21'ê Adarê Cejna Newrozê li gelan pîroz kirin û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin.

Gerîlayê HPG'ê Cotyar di şexsê Mazlûm Dogan de şehîdên ku roja Newrozê bedena xwe dan ber agir bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir, Kurd Newrozê weke vejîn û nûbûnê pênase dikin. Cotyar got, Newroza îsal wê rê li ber azadî, serketin û yekîtiya Kurdan veke.

Gerîlayê HPG'ê Ocalan jî bi bîr xist, Newroz rojeke pîroz e ku ji berxwedanê pêk tê û got, "Di heman demê de meha Adarê meha şehîdan e. Gelek hevrêyên hêja di meha Adarê de şehîd bûn. Newroz ji bo me bîranîna wan e, xwedîderketina li keda wan e û meşa li ser şopa wan e."

Gerîlayê HPG'ê Adil jî got, çawa ku beriya bi hezaran salî Kawayên li dijî Dehaqan derketin holê, îro jî li dijî rejîma AKP'ê ya ku Dehaq temsîl dike, bi hezaran, bi milyonan berxwedêr hene. Gerîl Adil got, "Em, berxwedêrên vî gelî, em ê li ber talan û dagirkeriya Dehaqan serî netewînin û li dijî polîtîkayên tinekirinê bibin mertal."

Gerîlayê HPG'ê Erdal jî dîroka Newrozê bi bîr xist û got, "Rêber Apo ji 21'ê Adarê heta 28'ê Adarê roja şehadeta hevalê Egîd weke Hefteya Lehengiyê nirxand. Di vê pêvajoyê de xeta lehengiyê bi pêşengiya gelê Kurd ê welatparêz xurtir bûye. Ev xet ji her demê bêhtir li nava gel belav bûye. Ev yek jî misogeriya serketinê nîşan dide. Di serî de Leyla Guven hevrêyên li zindanan hemûyan li ber xwe didin silav dikim."