Gerîlayan li Şirnexê ji du baskan ve çalakî kirin

Gerîlayên HPG'ê li Êlkê ya Şirnexê li dijî kozik û stargehên hêzên dagirker ên Tirk ji du baskan ve çalakî kirin.

Navenda Ragihandinê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand êvara 12'ê Îlonê çalakî kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Bi Pêngava Şoreşger a Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê 12'ê Îlonê saet 17.00'an li qada Kato Marînos a Êlkê ya Şirnexê, li dehma Deriyê Berana li djî artêşa TC'ê ya dagirker çalakî hate kiriye.

HPG'ê bi domdarî got, ''Hêzên me di vê çalakiyê de bi rengekî serkeftî ji du baskan ve derb li kozik û stargehên dijmin xistine, ji leşkerên dijmin çend hatin kuştin û çend birîndar bûne diyar nebûye.''
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser qadên ku ji hêla gerîla ve têne kontrolkirin didome. 
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, ''12'ê Îlonê navbeyna saet 16.30'an û 17.30'an balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker geliyê Botê yê herêma Qendîlê ya Qadên Parastinê yên Medyayê û girê Şehîd Egîd û qada Kunişka a herêma Zapê bombe kiriye.''