Gel eleqeyeke mezin nîşanî namzetên HDP’ê didin

Di serdanên esnaf û taxan de gel eleqeyeke mezin nîşanî namzetên HDP’ê didin.

Namzetê hevşaredariya Wanê yê HDP’ê Mûstafa Avci, namzetên hevşaredariya Artemêtanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Medenî Ozer çûn serdana esnafên sîteya galeriyavanan. Desteya rêveber a galeriyavanan diyar kirin ku deynên wan ên kirêyê yên berê hene û ew li benda çareserkirinê ne. Namzetên HDP’ê li pirsgirêkên esnafan guhdarî kirin.

RIHA

Namzetên hevşaredariya Bîrecîka Rihayê yên HDP’ê çûn serdana gundên Bîrecîkê.  Gundiyan eleqeyeke germ nîşanî namzetên HDP’ê Hakan Arici û Fatma Korkmaz dan. Namzetan diyar kirin ku heke ew werin hilbijartin wê pirsgirêkên gundan çareser bikin.

WÊRANŞAR

Li Wêranşarê ya ku qeyyûm li ser şaredariyan hatibû peywirdarkirin, HDP çû serdana esnafan. Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan jî tevlî nav heyetê bû. Esnafan diyar kirin ku ji ber krîza aborî, ew nikarin kar bikin. Esnafan diyar kirin ku ew ê piştgiriyeke xurt bidin HDP’ê.

SÊWREG

Li Sêwregê jî namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê Emîne Çetîner û Tûran Tuysuz çûn serdana gel. Çetîner çû serdana taxa Kevcal û li pirsgirêkên gel guhdarî kirin.

MÛŞ

Rêxistina bajêr a Mûşê ya HDP’ê jî xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Namzeta hevşaredariyê Sîbel Genç û jinên ligel wê li nava bajêr geriyan. Gel diyar kir ku ew ê piştgiriyê didin HDP’ê.

Parlementerê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik jî çû serdana gundiyên li Serînova û Kirkoyê.

ERZIROM

Li navçeya Xinûsê ya Erziromê parlementera HDP’ê ya Mûşa Şevîn Coşkûn çû serdana gundên bi ser navçeyê û li pirsgirêkên gundiyan guhdarî kir.

SÊRT

Li navçeya Misriç a Sêrtê jî gel li lokala hilbijartinê kom bûn. Parlementerên HDP’ê yên Sêrtê Meral Daniş Beştaş û Sidik Taş, namzetên Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, dîsa namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê yên Mirsiçê Esmer Baran, Baran Akgul û namzetên hevşaredariya bajarokê Kayabaglar Hetîce Petek û Abdulkerîm Polat û bi sedan kes amade bûn. Li vir Turk axivî û got: “Ev qewyûm siwar hatin, wê peya biçin.”