Garzan: Dewletên dagirker bi hilweşînê re rû bi rû ne

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Rûken Garzan li qada Bradostê di merasîma 15’ê Tebaxê de axivî û got; “Pêngavê hêviyeke şoreşgerî, sosyalîst û azadiyê da gelê Kurdistanê.”

Li qada Bradostê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bûye qadek şer, hejmarek zêde ya gerîlayên PKK’ê li hev kom bûn û salvegera 34’emîn a 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Di merasîma leşkerî de ku Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Rûken Garzan, Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhed, Endama Komîteya Navendî Ya PKK’ê Hemrîn Dersîm, ji Fermandarên HPG’ê Bager Erdal û Çeknas Qers amade bûn, Garzan axivî û got; “Em di wê baweriyê de ne ku bi ruhê 15’ê Tebaxê bi pêşengtiya Tevgera me, şer û têkoşîna tê dayîn wê di roja îro de hêzên dagirker têk bibe û gelên Kurdistanê, gelên bindest bigihîne hedef û armanca wê ya azadiyê, serxwebûnê û demokrasiyê.”

Garzan, 34. salvegera hemleya 15’ê Tebaxê, di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hemû gelên Kurdistanê û hemû şervanên azadiya Kurdistanê pîroz kir û got; “Pêngav, bi rêveberiya fermandar heval Egîd di dîroka Kurdistanê de bû gaveke nû, pêngaveke nû. Bi boneya salvegerê, di serî de şehîdê me yê mezin fermandar Egîd, ez hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim.”

‘PÊNGAVÊ HÊVIYEK SOSYALÎST DA GEL’

Garzan, diyar kir ku di dîroka Kurdistanê de pêngava 15’ê Tebaxê di nav civaka Kurdistanê de li hember dagirkeriyê, li hember desthilatdariyê, li hember zilmê rêya serîrakirinê, ronahiyê, azadiyê, demokrasiyê vekiriye. Bi berdewamî wiha ragihand;

“Bi pêşengtiya heval Egîd, careke din li Kurdistanê şiyarbûyineke nû, vejîneke nû, berxwedaneke nû çêbû. Bi pêşengtiya heval Egîd careke din rûyê tarî yê hêzên dagirker hat parçekirin. Hêzên dagiker, bi taybet faşîzma dewleta Tirk û dagirkerên her çar parçeyên Kurdistanê, difikirîn ku li Kurdistanê îradeya gelê Kurd tine kirine, digotin; ‘Ew ê hebûna gelê Kurd nebe diyarde’. Pêngavê, careke din ev pela tarî, ev êrîş veguherand pelek nû, pelek ronî, pelek dîrokî. Pêngavê hêviyeke şoreşgerî, hêviyeke sosyalîst, hêviyeke azadiyê careke din da gelê Kurdistanê, gelê Rojhilata Navîn, gelê cîhanê. Gelê Kurdistanê, gelê bindest bi pêngavê re careke din xwedî li vîna azad derket, şiyar bû, dest bi şoreşgeriyê, meşa pêşeroj û azadiyê kir. Di heman demê de hêviyek nû ya azadiyê da hemû gelên cîhanê, hemû gelên bindest.”

‘DAGIRKER TÊK DIÇIN Û BI HILWEŞÎNÊ RE RÛ BI RÛ NE’

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Rûken Garzan, destnîşan kir ku di 34. Salvegerê de bi pêşengtiya hêzên gerîla, careke din pêla şoreşa şoreşgerî li hemû parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn belav bûye û dewletên dagirker li hember vê bêçare ne û bi hilweşînê re rû bi rû ne. Garzan wiha domand:

“Roja îro jî li her çar parçeyê Kurdistanê, bi pêşentiya Tevgera me, em dibînin ku bi ruhê 15’ê Tebaxê meşeke mezin a azadiyê pêş dikeve. Li hember vê, êrîşên hêzên dagirker têk diçin, bi ser nakevin. Bi hemleya Pêngavê, bi ruhê wê, 34 sal e hêzên me li her çar parçeyê Kurdistanê, ji Dersîmê heta Deryareş, heta Amanosê, heta Botanê, Garzanê, Serhedê di nav berxwedanê de ne û li hember hêzên dagirker di nav çalakiyên mezin de ne.”

‘GERÎLA ŞERÊ VEJÎNÊ BI SER DIXE’

Ji ber vê yekê jî îro hêza dagirker a dewleta Tirk û hêzên dagirker ên desthilatdar bûne yek û careke din dixwazin vê meşe, vê hêzê, vê hêviyê bitemirînin. Ev hêviya Kurdistanê, hêviya Rojhilata Navîn ku kok û şaxên xwe berdaye nava civakê, hêzên dagirker dixwazin bitemirînin. Ji ber vê jî li Başûrê Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê êrîşa hêzên dagirker bi hemû awayî dewam dike. Lê belê, li hember van êrîşên desthilatdariyê, zext û zilma faşîzmê, hêza me ya gerîla, hêzên me yên şoreşger li her çar parçeyê Kurdistanê, ji Lêlkanê bigire, ji Xakûrkê bigire, heta Zagros, Cîlo heta Amed, Botan, Garzan, bi vê hêzê, bi vê şiyariyê û baweriyê, bi hêviyek mezin şerê vejînê bi ser dixin. Em di wê baweriyê de ne ku bi ruhê 15’ê Tebaxê bi pêşengtiya Tevgera me, şer û têkoşîna tê dayîn wê di roja îro de hêzên dagirker têk bibe û gelên Kurdistanê, gelên bindest bigihîne hedef û armanca wê ya azadiyê, serxwebûnê û demokrasiyê.”

Merasîma leşkerî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bi Can Bi Xwîn Em Bi Te Re Ne Ey Serok”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Piştî merasîmê, Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhed bi gerîlayan re li qadeke ku bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mahsûm Korkmaz (Egîd), Mazlûm Dogan, bi alayên PKK, PAJK û KCK’ê xemilandî bû, têkildarî pêvajoya siyasî axivî.

Şahiya 15’ê Tebaxê, bi stran, helbest, şano û xebatên çandî berdewam kir.