Fermandarek di temenê ciwan de: Bêrîtan

Bêrîtan Koçer ku li hemberî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê di ciwantiyê de tevlî nava refên gerîla bû, weke fermandareke ciwan beşdarî gelek çalakiyan bû û derbên giran li dagirkeran xist.

Li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi destanên dîrokî û legengiya jinan têkoşîn û berxwedan tê kirin. Bi taybetî gerîlayên jin ku îro pêşengtiya vê berxwedanê dikin, ji bo civakê bûne modeleke nû ya têkoşînê. Gerîla Bêrîtan jî yek ji şopdarên Bêrîtan bû ku di zarokatiyê de navê Bêrîtan li xwe dike û bi xeyalên xwegihiştina wê de mezin dibe. Bi tevlêbûna di nava refên gerîla de, weke jineke ciwan bi awayekî aktîf cihê xwe di nava berxwedanê de digire. Bi taybetî mîrateya berxwedanê û serî rakirinê ku di civaka Kurd de bi sembol bûye, di şexsê van lehengan de tê domandin. Gerîla Bêrîtan jî wek gerîlayeke jin di nava têkoşînê de erk û berpirsyartiyên giran dide ser milê xwe û ji hevrêyên xwe re pêşengtiyê dike. Gerîla Bêrîtan di gelek qadên têkoşînê de weke fermandareke jin rol dilîze û derbên giran li dagirkeran dide. Bi têkoşîn û şerê xwe her di nava hevrêyên xwe de dibe mînak.

Gerîla Bêrîtan Koçer bi navê xwe Bêrîtan Çetinkaya di sala 1994’an de li Sêrtê di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Weke keçek koçer bi çanda Kurdîtiyê mezin dibe û bi nirxên wê re tê girêdan. Ev yek jî dibe yek ji zemînên herî xurt ji bo lêgerînên wê yên azadiyê. Bi taybetî di sala 2007’an de êrîşên ku li ser Rêber APO pêk hatin û hewil dan wî jehir bikin, bandoreke mezin li ser Bêrîtan dike û ji bo tolgirtin û hesabpirsîna vê yekê biryara tevlêbûna li nava refên gerîla dide. Di sala 2008’an de li Botanê tevlî nava refên gerîlayên Kurdistanê dibe. Weke gerîlayeke ciwan di gelek qadên weke Garê, Zap, Botanê de gerîlatiyê dike. Di nava salên xwe yên gerîlatiyê de gerîla Bêrîtan gelek ezmûnên wê yên xurt çêdibin. Weke fermandareke jin di gelek çalakiyan de cih digre û derbên giran li dijminê dagirker dide. Gerîla Bêrîtan di encama operasyonekê de, li Şirnexê bi dijmin re dikeve şer û derbên giran li dagirkeran didin. Di encama êrîşên hewayî de gerîla Bêrîtan tevî 6 hevrêyên xwe tevlî nava karwanên şehîdan dibe. 

'RÊWÎTIYEKE BÊEMAN'

Gerîla Bêrîtan di beşeke rojnivîsa xwe de qala çûyîna xwe ya qadên Bakurê Kurdistanê dike û zor û zehmetiyên ku bûye perçeyeke ji jiyana wan wiha tîne ziman: "Dema ku dibêjin gerîla, li gel hemû xweşikahiya di nava zor û zehmetiyan de jiyan kirin tê bîra mirovan. Bêguman ev ne qeder e, şert û mercên zehmet bi tecrûbe û îradeyên xurt têne derbaskirin. Belê di pêvajoyeke zehmet de di roja 6’ê Nîsanê de em ketin ser rêwitiya Bakur. Demsal bihar bû û pir renginiya biharê bi me re dibû şirîkê rêwitiya me. Xwezayê her roj bi rengekî cuda em pêşwazî dikirin. Ba û baran, serma, şilahî, barê giran, li rêya dirêj zehmetiyên mezintir bar dikir. Ya herî zor jî berfa girê Berana bû. Derbaskirina vê qadê em gelekî mijûlkirin. Ruxmî van zehmetiyan jî  rêwitî ya me ewqas jî bi kêf û coş bû. Ez bawerim ku cara yekê ye di van deman de, kom derbasî Bakur dibin. Bi şert û mercên xwezayê re bi giranî rû bi rû tên.  Lê belê ji ber îradeya milîtanên Apoyî, şert û merc, rojên ku wîsa bi giraniya xwe tên, hemû têne derbaskirin û ti caran bandorek neyinî nakin. Eger îrade û armancên civakî nebin, di nava van çiyayên bêeman de jiyankirin wê gelek zehmet be."

Gerîla Bêrîtan di dewama rojnivîsa xwe de wiha behsa hevrêyên xwe yên rê dike: "Belê di nava van zehmetiyan de koma me ewqasî xweş bû ku mirov zehmetî hîs nedikir. Koma me de piranî hevalên ciwan hebûn û cara yekê ye derbasî qada Bakur dibûn, lê belê mirov digot ku bi salane di nava zehmetiyan de ne. Ewqasî xwedî îrade bûn. Ji ber ku heval bi armanc bûn. Ji ber ew ketibûn pêy xeyalên xwe yê salan, Kurdistanek azad, wê bibûya azadbûna paşeroja wan. Hevalek weke hevala Şîlan bi heyecan û xwestekên xwe yên pratîkê dibû çavkaniya moralê hevalan. Heval Rojda jî bi ciwantiya xwe dibû coşa hevalan. Heval Bager bi bêdengiya xwe, lê belê di hundirê xwe de zindîbûn û bi dewlementiya hestên xwe ve dibû meraqa hevalan. Heval Ferhat bi henek û fedekartiya xwe dibû mînak, ji bo hevrêyên xwe yên ku ketine ser rêyên zor û zehmet de. Heval Sîdar jî bi hêz û azweriya xwe ve dibû hêza çavkaniya rêka me. Ev jî dibûn sedem ku mirov ti zehmetiyan nas neke. Her hevalê ku ji wan dihat xwastin bê qusur pêkdianî. Bi van nêzîkatiyên xwe yên rêhevaltiyê û fedekariyê her heval pêşengtî ji hevalên xwe yên din re dikir. Bi vî awayî rastiya hevaltiyê derdikete holê. Ew dem ti astengiyên berfê û astengiyên şîverêyên zehmet ê giran nedibûn pirsgirêk. Belê bi vê koma me ya ku hema mirov dixwest pê re bimeşe, em gihiştin rawestgeha xwe ya destpêkê. Ev meşa dirêj ji bo min jî dibe meşa ber bi xeyalên min ve. Cara yekê ye ez wek gerîla derbasî qada Bakur dibim. Bêguman min li Başûr qederek tecrûbeyên gerîlatiyê girt, tevlê çalakiyan bûm, min erk û berpirsiyartiyên rêxistinî rakir. Lê Bakur ez hîna wek şervanek nû me û ji bo fêrbûnê her tiştî bi meraqek mezin lê mêze dikim. Ez bawerim qadên Bakur wê di têkoşîna min ya gerîlatiyê de, wê serketinên mezin min bide qezenç kirin. Ji ber wê ye her gavê min, azweriya min ya jiyanê bilindtir dike.’’

ÇIYAYÊN KATO

Di beşeke din a rojnivîsê de gerîla Bêrîtan behsa girêdan û heskirina xwe li hemberî çiyayên Kato dike û wiha dibêje: "Belê çiyayên Kato, niha tu pênûsa xwe nade ber gotin û peyvên di dilê min de kombûye ku ez bi wan behsa te bikim. Tu bi bilindahiya xwe, bi bedewiya xwe, bi asêbûna xwe li Botanê de wek keleheke berxwedanê ye. Kesek nizane şopên lingên çend hevalan li ser teht û zinarên te xêz bûne, çend hevala bi xwesteka dîtina te berê xwe dane rêkên dûrûdirej, kes nikare bihesîbîne. Bê hejmar dilên ciwan bi girêdana te, pala xwe dane zinarên te û ji fişeka re sing vekirine. Îro tu ji herdemê bêhtir stargehek gerîla yî û em amadene ji bo parastina te. Dixwazim aniha gelek tişt ji bo te binivîsim. Îro dilê min gelek bi bêriya hevalan hatiye dagirtin. Zehmete her yekî bînim ziman û behsa wan bikim. Ji ber ku tu dizanî ka te çiqas rêhevalên weke stêrkan, ewên ku li derdora rojê hertim bi strana şoreşê govenda azadî û heqîqetê digirtin bê pirs girtin nava singa xwe. Belê Kato her ku tu bilind dibî ewqasî jî bê eman dibî. Geh rêhevalê min diparêzî, geh jî digirî nava singa xwe. Ji bo wê jî ma gelo kîjan dil dikare bi hêsanî bi tere jiyan bike. Ji ber tu, bi êş û şahî û bi bîranînan ve tijeyî. Her kêliyê te bi baweriyê, bi sadaqatê, bi dilsoziyê, bi cengaweriyê hatiye dagirtin." 

Di dawiya rojnivîsê de gerîla Bêrîtan şehîd û lehengên Botanê bi van hevokan tîne ziman: "Ma gelo wê were ji bîr kirin şêhidên herî dawiyê, ên Bêytûşebabê hevrê Delîla, Sozdar, Berfîn, Cesûr, Baran, Helena, Cûdî, Denîz, Îbrahîm, Xemgîn, Akîf, Piling, Rênas, Dêrsim, Cûdî Şirnex, Xwînrêj, Bahoz, Têkoşer, Ferman. Her yek ji wan pêşengên cengên mezin in. Her yek ji wan tîmsala hevaltiya rast in. Aniha di her kevirên te de sûretek rêhevalekî tê xûya. Di her zinarên te de dilê hevalekî mezin dibe. Di asoyên te de xeyalên wan pêk tê. Belê Kato tu îro ji şoreşgeran re dibe stargeh, dibe warê pêkhatina miradan."