Fadil Şenyaşar hate girtin ê ku bav û 2 birayên wî hatibû kuştin

Fadil Şenyaşar ê bav û 2 birayên wî ji aliyê zilamên wekilê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin ew jî birîndar bûbû, dema ji nexweşxaneyê derket, hat destgîrkirin û piştre hate girtin.

Li navçeya Pirsûs a Rihayê xizmên namzetê AKP’ê êrîşî dikandaran kiribû û di êrîşê de Fadil Şenyaşar yê ku di êrîşa AKP’yiyan de bav û 2 birayên wî hatibûn qetilkirin, dema ku ji nexweşxaneyê hate derxistin, hat destgîrkirin. Şenyaşar derxistin edliyeyê û hate girtin.

Wekilê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Halil Yildiz û zilamên xwe di 14'ê Hezîranêde bi ser dikana esnaf Şenyaşar de girtin û gule li bav Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adîl, Celal û Fadil Şenyaşar barandibûn. Dema bav Esvet û kur Adil û Celal rakirin nexweşxaneyê, zilamên Wekîlê AKP'ê bav û 2 kur li nexweşxaneyê kuştin. Fadil Şenyaşar ê bav û 2 birayên wî hatin kuştin piştî dermankirina wî qediya û ji nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargil a Amedê derket, ji aliyê polîsan ve hat destgîrkirin.

Fadil Şenyaşar dema sewqî edliya Rihayê kirin, ji aliyê dadgehê ve hat girtin û şandin girtîgehê.