Îbrahîm Halil Yildiz kî ye?

Parlementerê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halil Yildiz ê ku beriya hilbijartinê li Sûrûcê  qetlîamek kir, tiliya wî di hemû karên qirêj de heye. Yildiz selefê dike, hespan dide bezandin, mafyatî û çetevaniyê dike û bi trîlyonan pereyan qezenc dike yên ku ne ke

Parêzvanên Îbrahîm Halil Yildiz 10 roj ma ji hilbijartinê re, di 14’ê Hezîranê de li Sûrûcê gule li esnafên HDP’yî reşand. Di encama vê êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal Şenyaşar û Adil Şenyaşar jî jiyana xwe ji dest dan. Yek jê li cihê bûyerê, herduyên din jî li nexweşxaneya Sûrûcê bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

Koma Yildiz ê ku xebatên xwe yên hilbijartinê bi awayekî çekdarî û çetewarî didomîne, rûyekî wan ê tarî heye. Karên wan ên qirêj ligel ku ji aliyê herkesî ve tê zanîn, di atmosfereke faşîst de sûcên alîgirên AKP’ê ‘meşrû’ tê dîtin. Lê di warê hiqûqî û exlaqî û olî de rêya van tiştan tune

QEZENCA BI TRÎLYONAN A BÊYÎ KEDÊ

Sûcdariyên li ser malbata Yildiz gelekî cihê ne. Selef û nelirêtî yên sereke ne. Malbata Yildiz li ser xeta Riha, Dîlok, Edene û Mêrsînê toreke wan mezin ya selefê heye. Qezenca wan  a salane bi sedan trîlyon e. Pereyên ku bi rêyên ne zagonî bi dest dixin, bi ‘hespên bezandinê’ û li Kibrisê paqij dikin. Hîpodromên Sûrûç, Edene Bûrsa/Karacabeyê di destê vê komê de ye. Ji heman malbatê hespeke bi navê ‘Sakarbaşi’ ya Celal Yildiz li gorî nûçeyek sala 2015’an di neh pêşbaziyan de 974 hezar û 500 lîra daye qezenckirin. Sakarbaşi di nav destê vê komê de tenê hespek e. Îlhan Yildiz (merivê Îbrahîm Halîl Yildiz) ê ku hespan xwedî dike, diyar kiribû ku ew mehê 3 hezar lîra ji bo hespan xerc dikin.

PEREYÊN XWE ÇAWA BI DEST DIXIN

Qezenca wan a giştî ne şeffaf e. Çawa qezenc dikin en şeffaf e. Ne diyar e ku ew çiqasî bacê didin û çiqasî bacê didizin. Têkildarî xerckirina bi sedan trîlyonan îddîayên cîddî hene. Tê diyarkirin ku pereyên ji selefê qezenc dikin, di pêşbaziyên hespan de pak dikin û piştre vediguhezînin Kibrisê. Vê beşa Kibrisê ya ku di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ye, ji bo vê rejîmê bûye cihê pakkirina pereyan. Tê zanîn ku parlementer Îbrahîm Halil Yildiz li Kibrisê dijî. Rejîma AKP’ê ji dêvila ku van karên qirêj û sixtekar ên alîgirên xwe bide ber pirsan, van karan teşwîq dike. Serwet û dahata malbata Yildiz wekî encameke pergaleke bêedalet derdikeve holê.

NEXWEŞXANEYA PIRSÛSÊ GIRÊDAYÎ KÊ YE?

Divê mirov gumanên li derdora Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bêxe nava van. Yanî li malbatekê qetilkirina 3 kesan û girêdanbûna vê nexweşxaneyê bi Yildiz re çi ye? Li gorî îdîayan nexweşxaneya ku birîndar lê hatibûn qetilkirin li ser zeviya malbata Yildiz hatiye avakirin. Beramberî vê çi bûye? Tê diyarkirin ku ji malbata Yildiz gelek kes debara wan li ser vê nexweşxaneyê ye. Tê îdîakirin ku di dema bûyera lînckirinê de endamên nexweşxaneyê jî beşdar bûne. Di vê rewşê de ev pirs derdikeve pêş: Nexweşxaneya Pirsûsê li ser zeviya malbata Yildiz hatiye avakirin? Li Nexweşxaneya ku esnaf lê hatin lînckirin debara çend kesan yen malbata Yildiz wekîlê AKP’ê ye? Li nexweşxaneyê kesên tevlî lînckirinê bûne kî ne û çend kes in?

Di referandûmê de jî çeteyekî Parlamenter Îbrahîm Halîl Yildiz bi pratîkê rûyê xwe nîşan dabû. Yîldiz di referandûma sala 2017’an de bi 20 zilamên çekdar bi ser dibistanê de girtibû, serokê sindoq û erkdar rehîn girtibû.

TÊKILIYÊN BI DAIŞÊ RE

Xebatên qirêj yên Yildiz tenê bi van re sînordar nîne. Bi taybet gelek îdîayên girîng yên ku têkiliya wî bi DAIŞ’ê re hene. Tê diyarkirin ku di êrîşa 25’ê Hezîrana 2015’an de li Deriyê Murşîtpinar li dijî Kobanê tiliyê vê tîmê hene. Çeteyên DAIŞ’ê ji Pirsûsê çûbûn û êrîş pêk anîbûn.

Di dema AKP’ê de li Rihayê xebatên têkiliyên DAIŞ’ê û El Nûsrayê gihişt asta herî jor. Di Tebaxa 2013’an de Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Seydî Eyupoglû û Abdûlkerîm Goç û Atîlla Menderes yê AKP’yî bi Nawaf El Beşîr yê El Nûsrayî re wêne girtibûn.

Di Mijdara 2014’an de çeteyên ku li depoyên genim hatibûn veşartin dîsan êrîşî Kobanê kiribûn.