Fadil Şenyaşar hate destgîrkirin
Fadil Şenyaşar yê ku di êrîşa AKP’yiyan a li Pirsûsê de bavê wî û 2 birayên wî hatin qetilkirin, dema ku ji nexweşxaneyê hate derxistin, hat destgîrkirin.
Fadil Şenyaşar yê ku di êrîşa AKP’yiyan a li Pirsûsê de bavê wî û 2 birayên wî hatin qetilkirin, dema ku ji nexweşxaneyê hate derxistin, hat destgîrkirin.
Li navçeya Pirsûs a Rihayê xizm û zilamên namzetê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî dikandaran kiribûn. Di êrîşê de Haci Esvet Şenyaşar û kûrên wî Adil û Celal hatibûn qetilkirin, Fadil Şenyaşar jî birîndar bûbû. Fadil Şenyaşar ê ku di êrîşê de bavê wî û 2 birayên wî hate qetilkirin tedawiya wî ya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargil a Amedê bi dawî bû.
Dema ku Fadil Şenyaşar ji nexweşxaneyê derket, hate destgîrkirin.